Ji çar parçeyên Kurdistanê sporvan wê li Amedê bicivin
AMED 19.06.2014 11:26:10 Bernameya Mîhrîcana Wezîşê ya Mezopotamya ku wê li Amedê bê lidarxistin û ji çar parçeyên Kurdistanê wê sporvan beşdar bibin, zelal bû.
Mîhrîcana Wezîşê ya Mezopotamya, ku ji aliyê Muduriyeta Şaxê Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin û Yekitiya Kulûbên Mezopotamyayê piştgiriyê didê, destpê dike.
Mîhrîcana Wezîşê ya Mezopotamya wê di navbera 23-28'ê Hezîrana 2014'an de bi beşdariya 1300 sporvanan pêk were. Di Mîhrîcana Wezîşê ya Mezopotamya de ku ji kantonên Efrîn, Cizîr û Kobanê jî wê sporvan beşdar bikin, di beşên basketbol, voleybol, futbol, hentbol, teakwondo, karate, tenîsa mase û kortê, judo ya kesên nabînin, baasketbol û atletîzm a mirovên nikarin bimeşin de, 1300 sporvan wê ji bo serketinê li ber xwe bidin.
Aktîvîte û pêşbirkên Mîhrîcana Wezîşê ya Mezopotamya, ku konser û panel jî di nav de hene, wê li çar aliyên bajêr werin organîzekirin. Mîhrîcana Wezîşê ya Mezopotamya wê di 23'ê Hezîranê de bi beşa bi bşedariya hemû sporvanan a ji Qada Deriyê Çiyê ber bi Stadyûma Bajêr a Amedê destpê bike.
BIRÊ NEHAT JIBÎRKRIN
Lîistka Birê jî, ku ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e û li hin herêmên Kurdistanê kêm caran tê lîstin û bi jibîrkirinê re rû bi rû ye, wê di roja destpêkê ya mîhrîcanê de li pêşbaziya li Stadyûma Bajêr a Amedê ji nû ve bê zindîkirin.
FUTBOLVANÊN JIN WÊ DAKEVIN QADÊ
Tîmên futbolê yên jinan ên Colemêrg, Amed û Qoserê jî, wê di mîhrîcanê de dakevin qadê û ji bo serketinê li ber xwe bidin.
1300 sporvanên ji çar parçeyên Kurdistanê wê li ser rêya Çinarê, di konên li Navendên Sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bên vehewandin.