Ji çavên Loliya 8 salî Cizîr
ENQERE (DÎHA) - Zaroka 8 salî ya bi navê Lolî di nameya ku ji Komeleya Gundem Çocuk re şandiye, birîndar û cenazeyên li Cizîrê ku ev 8 roj in di bodruma malekê de asê mane xêz kir.
Zarokên ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijîn, dorpêç û êrîşên hêzên dewletê xêz dikin û dikin wêne. Yek ji van zarokan jî zaroka bi navê Lolî (8) ye ku niha li Cizîrê dijî. Lolî, bi wêneyên ku xêz dike rewşa Cizîrê vedibêje. Lolî ku ji Komeleya Gundem Çocuk re wêneyên ku xêz kirine şandiye, di wêneyê de segvanên ku gel gulebaran dike, wesayîtên zirxî yên bajêr dagir kirine, wesayîtên cenazeyan û her wiha berxxwedana gel xêz kiriye.
Di wêneyê de tiştê herî balkêş jî ew e ku, Loliya 8 salî, birîndar û cenazeyên ku ev 8 roj in di qata bodrumê ya malekê de asê mane jî xêz kiriye. Di wêneyê de li pêşî wesayîta cenazeyê li paş jî ambulans hatiye xêzkirin.
(sy)