1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji çiyayan ber bi bajaran qêrîna azadiyê Newroz
Ji çiyayan ber bi bajaran qêrîna azadiyê Newroz,ji,çiyayan,ber,bi,bajaran,qêrîna,azadiyê,newroz

Ji çiyayan ber bi bajaran qêrîna azadiyê Newroz

A+ A-

HAYRÎ DEMÎR

AMED (DÎHA) - Îsal bi dirûşmaya "Rêbertiya azad Kurdistan azad" 2 hezar û 626'emîn car herî kêm li 157 navendan ku agirê Newrozê tê pêxistin bi pîrozbahiya 21'ê Adarê ya li Amedê wê derkeve asta herî jor. Milyonan mirov tevî zext û şîddeta bi salan jî ku qadên Newrozê tijî dikin wê careke din wek adresa yekane Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîşan bidin.

Agirê Newrozê yê ji bo gelê kurd wek mizginiya vejînê ye îsal bi dirûşmaya "Rêbertiya Azad Kurdistana Azad" 2626'emîn car e tê pêxistin. Newroz di pêşengiya Kawayê Hesinkar de Berî Miladê 612'an de li hember Dehakê Zalim ku dest pê kir, di 21'ê Adara 1982'an de li Zîndana Amedê bi "Kawayê Hemdem" Mazlum Dogan ku sê darikên kibrîtê pêxist û dawî li jiyana xwe anî gihişt asteke cuda. Bi girsebûyîna tevgera kurd re pîrozbahiyên Newrozê ku bi berxwedanê hatin tacîdarkirin jî mudaxeleyên dewletê dereng neman. Di salên 90'an de bi sedan welatiyên li hember polîtîkayên zextê derdiketin qadan bi gulleyên polîsan hatin qetilkirin. Lê tevî vê jî gelê kurd berxwedan pêş xist. Ber bi salên 2000'î ve ku bi milyonan qad tijî kirin nîşanî her kes dan bê çawa berxwedan tê pêşxistin.

Wê çavên tevayî cîhanê li Newroza Amedê be

Di Newroza 2013'an a dîrokî ya Amedê de bi xwendina "deklarasyona çareseriyê" re baweriya gel a bi rêbertiya wan careke din derket holê. Gelê kurd û hêzên demokrasiyê niha jî bi heyecan li benda peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de bê xwendin in. BDP û rêxistinên civaka sivîl jî wê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a "Ji Ocalan re Azadî" de wê îmzeyan kom bikin.

Newroz, li derdora Mazlum û Zekiyeyan gur bû

Piştî damezirandina PKK'ê sala 1978'an û şûn ve êdî Newroz ji bo gelê kurd watedar bû. Yek ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan li hember kiryar û pêkanînên derveyî mirovatiyê di 21'ê Adara 1982'yan de bi sê darikên kîbrîtê agirê Newrozê pêxist. Agirê Newrozê dîwarên zîndanê derbas kirin û bi qîrînên azadiyê yên gelê kurd li her cihî belav bû. Di 21'ê Adara 1990'an de Zekiye Alkan a xwendekara tibê li ser sûrên Amedê bi gotina, "Agirê herî xweşik di bedena mirovan de pêdikeve" bedena xwe dike agirê Newrozê. Agirê Newrozê dibe sembola dilsoziya bi jiyan û berxwedanê re.

Agirê Newrozê bi serhildanan re bû yek û li bajaran belav bû

Di salên 90'an de bi herêmê re li Stenbol, Îzmîr, Mersînê jî agirê Newrozê gur bû. Rahşan Demîrel di Newroza 92'yan de li Kadîfekale ya Îzmîrê ku bedena da ber agirê Newrozê çirûskên berxwedanê li bajarên rojava pêş ket. Dewletê li her cihî ket nav hewldanan ku agirê Newrozê bi zextan bitefîne. Lê belê gelê kurd tevî hemû zextan jî dest ji pêşxistina berxwedanê berneda.

Qadên Newrozê veguherîn qadên serhildanan

Di 13'ê Adara 1990'an de li bejahiya Stewrê ya Merdînê di nav wan de Kamuran Dundar jî ku hebû 13 ARGK'yiyan jiyana xwe ji dest da. Merasîma cenazeyan rastî Newrozê hatibû, bi hezaran welatiyên cenaze li Nisêbînê defn kirin rastî êrîşa polîsan hatin. 2 welatî hatin qetilkirin. Li Cizîrê jî bi girtina dikanan û boykotkirina dibistana re mîna raperîneke gel pêk hat. Di 21'ê Adarê de li ser tevayî girên derdora Cizîrê Agirê Newrozê gûr bû.

Dewletê xwîn tevlî Newrozê kir

Ber bi sala 1991'ê ve ji Nisêbîn, Stenbol, Edene, Agirî, Mêrdîn Cizîrê, Pasûr, Hênê heta Amedê bii hezaran welatî ji bo pîrozbahiya Newrozê herkîn qadan. Li Nisêbînê polîsan êrîşî girseyê kir, 4 zarok bi gulleyan ku birîndar bûn welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Di pîrozbahiyên Newroza 1991'ê de 31 kes bi gulleyên polîsan hatin qetilkirin.

Di Newroza 92'yan de komkujî

Di Newroza 92'yan de rûpelekî nû vebû. Rahşan Demîrel li Kadîfekale ya Îzmîrê bedena xweda ber agir. Êvara 20'ê Adarê li navçeya Kercosê ya Êlihê polîsan êrîşî welatiyên ku dixwestin Newrozê pîroz bikin. Di encama wan êrîşan de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Paşê li Şirnexê jî ji êvarê heta sibehê dengê bombe û gulleyan kêm nebû. Ber bi sibehê ve tu malek nemabû ku gulle lê neketibûn. Tekiliyên bajêr bi derve re hatibûn qutkirin. Li Cizîrê êrîşa polîsan dest pê kiribû. Di heman saetan de li Nisêbînê jî agahiyên qetilkirinan dihat. Nûçegihanê rojnameya Sabahê Îzzet Kezer bi gulleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Di encama pevçûnên li Şirnex, Cizîre û Nisêbînê de ji sedî zêdetir welatî hatin qetilkirin.

Li Cizîrê dîsa xwîn herikî

Welatî bi banga agirbestê ya PKK'ê ketin Newroza 1993'yan. Lê belê polîsan di vê Newrozê de jî li Cizîrê êrîşî welatiyan kir. Li taxên Edeneyê jî di encama êrîşa polîsan d 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Newroz sînor derbas kirin

Di Newroza 1994'an de li Almanya Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) bedena xwe danber agir. Newroza 1995'an jî tevî hemû astengiyan hat pîrozkirin.

Lîstika dewletê 'Nevruz' bi kêr nehat

Di sala 1996'an de Newroz wek cejna tirkan "Nevruz" hat guhertin. Lê tevî vê jî Newroz nebû Nevruz Di sala 1997'an de jî ji bo pîrozbahiyên Newrozê destûr nehat dayîn rexmî binçavkirin û zextan jî bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.

Qedexeyan gav paşde nedan avêtin

Di Newroza 1998'an de polîsan girt ser rêxistinên HADEP'ê yên li Stenbolê, Rojnameya Gundem û gelek organên çapemeniyê. Tevî qedexeyê jî bi deh hezaran welatî li Qada Batikent a Amedê kom bûn. Di heman salê de Sema Yuce li Girtîgeha Çanakkale bedena xwe da ber agir.

Kurdan di rojên destpêkê de komploya navneteweyî lewaz kirin

Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an mohra xwe li Newrozê da di serî de li Amed û Stenbolê li 16 bajaran bi dehhazran kurd li qadan bûn. Di Newroza 99'an de 8 hezar û 174 kes hatin binçavkirin.

Ji Kawayê Hemdemî ber bi hezaran, sedhezaran û milyonan

Di Newroza 2000'î de teza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "Komara Demokratîk" a di parêznamêyên xwe de destnîşan dikir ji bo pîrozbahiyên Newrozê bibû nasnameya esasî. 200 hezar kes beşdarî Newroza Amedê bibûn. Di sala 2001'ê de 500 hezar, di 2002'yan de bi milyonan mirov ber bi qadên Newrozê ve herikîn. Li Mersînê polîsan êrîşî welatiyên ku xwestin Newrozê pîroz bikin kir. 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Li Stenbolê de di encama êrîşan de bi dehan welatî birîndar bûn û hatin binçavkirin.

Kurdan di 2005'an de diyar kirin ku ne bê alternatîf in

Kurd bi daxwaza "Nasnameya azad" di sala 2003'an de herikîn qadên Newrozê. Newroza 2004'an jî wek dilsoziya bi Rêberê PKK'ê re mohra xwe li dîrokê xist. Di Newroza 2005'an de ku Konfederalîzma Demokratîk hat îlankirin bi milyonan welatiyan di nav coşa pergala xwe ya alternatîf de pîrozbahî kirin.

'Ocalan îradeya min a siyasî ye'

Di Newroza 2006'an gelê kurd bi yek dengî bang dikir ku Ocalan îradeya wan a siyasî ye. Di sala 2007'an de li hember jehrkirina Ocalan li qadan hêrs bilind dibû. Gelê kurd Newroza 2008'an jî bi qedexeyan pêşwazî kir. Li Wanê Ramazan Dal û Zekî Erînç li Geverê Îkbal Yaşar ê 20 salî di encama mudaxeleya polîsan de jiyana xwe ji dest da.

Kurdan careke din wek muxatab Ocalan nîşan dan

Di 2009'an de bi milyonan mirovan bi heyecana ku wek referandumekê li hilbijartinan dinêriyan Newroz pîroz kirin. Li Amedê bi milyonan mirovan li ber sînevîzyoneke mezin nirxandina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Newrozê temaşe kirin. Di sala 2010'an de jî bi milyonan welatiyan bi dirûşmaya, "Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad, Xweseriya Demokratîk' bi awayekî fermî li 108 navendan Newroz pîrozkirin û gotin muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd Ocalan e.

Ji bo jiyaneke bi rûmet azadî

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê û BDP'ê bi dirûşmaya, "Ji bo jiyanek bi rûmet an azadî an azadî li 130 navendan Newroza 2011'an pîroz kirin. Wek modela çareseriyê jî "Xweseriya Demokratîk" danîn holê.

Bi milyonan welatiyan azadî xwestin

Di Newroza 2012'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî di serî de li Amed, Êlih û Stenbolê li gelek navendan Newroz hat qedexekirin. Li Ameda ku bûye sembola Newrozê bi sedhezaran welatiyan bi "meşa azadiyê" qad Newroz tacîdarkirin. Li Stenbolê jî gel daketin kolan û taxan di encama êrîşa polîsan de Rêveberê navçeya Arnavutkoy a BDP'ê Hacî Zengîn jiyana xwe ji dest da.

Bi Newroza 2013'an re merheleyeke nû

Di Newroza 2013'an a dîrokî ya Amedê de bi xwendina "deklarasyona çareseriyê" re baweriya gel a bi rêbertiya wan careke din derket holê. Gelê kurd û hêzên demokrasiyê niha jî bi heyecan li benda peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de bê xwendin in. BDP û rêxistinên civaka sivîl jî wê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a "Ji Ocalan re Azadî" de wê îmzeyan kom bikin.

(yş/mae)