1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji çopê debara xwe dike
Ji çopê debara xwe dike,ji,çopê,debara,xwe,dike

Ji çopê debara xwe dike

A+ A-

Dayika 4 zarokan Gultan Dayan ku hevserê wê girtî ye, li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê bi komkina plastîkên li ser çopê, debara xwe dike.

Dayika 4 zarokan a 35 salî Gultan Dayan ku ji ber pirsgirêkên aborî ji Wanê koçberî navçeya Çorlu ya Tekîrdagê kir, ji ber hevserê wê girtî ye û di mala wan de kesên bixebitin tune ye, di xaniyekî xerabe de dijî. Dayika 4 zarokan Dayan, ji bo aboriya wan nebaş e, li ser sergoyan plastîkan kom dike û debara zarokên xwe û xwesiya xwe dike. Gultan Dayan ku 16 sal berê bi Ozcan Dayan ê bi heman sedemê ji Agiriyê koçberî navçeya Çorlu ya Tekîrdagê kir re zewecîbû, piştî hevserê wê hate girtin 5 mehin li ser sergo û çopê plastîkan kom dike û debara xwe dike. Dayan ku hefteyê bi 75 TL'yan dixebite hewl dide ku debara xwe û zarokên xwe bike.

Hevserê Dayan bi îdîaya di 21'ê Adarê pîrozbahiya Newrozê de "dirûşm berz kirine" hate girtin, 5 mehin girtî ye. Dayan, diyar kir ku beriya hevserê wê bê girtin ligel hevserê xwe dixebitîn û debara malbata xwe dikir û wiha got: "Piştî hevserê min hate girtin ez temê mam. Niha ez bi tena serê xwe kar dikim û hewl didim ku debara xwe û zarokên xwe bikim. Ji neçarî li ser sergoyan pilastîkan kom dikim."

'Hewl didim ku mohtacî kesi nebim'

Dayan, anî ziman ku li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê di xaniyê şevnişîn de dimîne û wiha axivî: "Zarokekî min diçe lîse û 3 zarokên min jî diçin dibistana seretayî. Divê ez debara wan bikin. Ji bo vê yekê jî divê ez bixebitim. Ez li aliyekî karê malê dikim, li aliyê din diçin ser çopan pilastîkan kom dikim. Karekî pir zahmet e. Ji bo tenduristiya min nebaş e. Lê neçar im bikim. Ez dê ji bo zarokên xwe her tiştî bikim. Divê ez her rojê 5 TL'yan pere têxim beriya kurê xwe yê diçe lîseyê."

'Ji bo ku em kurdin ne pêwiste em bên girtin'

Dayan, anî ziman ku dema zarokên wê bavê xwe adipirse pir zahmetiyê dikişîne û ji ber bavê wan girtiye her tim pirsa bavê xwe dikin. Dayan, da zanîn ku ji ber bavê wan girtiye derûniya wan xera bûye û her tim bavê xwe dixwazin. Dayan, destnîşan kir ku ew tu tiştî naxawze û tenê dixwaze ku hevserê wê serbest bê berdan. Dayan, bilêv kir ku ji bo ku ew kurd in, ne mecbûnin ku bên girtin û têkevin girtîgehan. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî