Ji Êlihê 4 TIR alîkarî ji bo Kobanê hate şandin
ÊLIH (DÎHA) – Di kampanyaya ji bo piştgiriya bi Rojava re ku berî 2 rojan bi pêşengiya rêxistinên PHD, HDP û Şaredariya Êlihê hatibû destpêkirin de 150 ton zexîre hat komkirin. Zaxîreya hatiye berhevkirin bi 4 TIR'an hate barkirin û ji Rojava re hate şandin. Rêveberê PHD'ê yê Êlihê Îbrahîm Bîçecek, bang li gel ku li kampanyayê xwedî derkevin.
Di pêşengiya rêxistinên DBP, HDP ên Êlihê û Şaredariya Êlihê de kampanya seferberiya bi piştgiriya ji bo Rojava hatiye destpêkirin didome. Di nava du rojan de 150 ton zexîre hate berhevkirin. Alîkariya ku li Baxçeyê Çayê yê Şaredariya Êlihê tê berhevkirin, ji vê alîkariya 150 ton 100 ton li 4 TIR’an hate barkirin, ji bo bigîhîje Rojava derket rê. Di nava zexîre de herî zêde ar, rûn, nîsk, birinç û savar û li gel van gelek cûreyên din ên zexîre tê berhevkirin. Alîkariya hate barkirin bi 4 TIR’an ber bi derê Murşîtpinar ê li navçeya Pirsûs a Rihayê ve hate şandin û dê alîkarî ji wir jî bişînin Kobanê.
Di van rojên ber bi cejnê ve ku diçe eleqeya welatiyan û esnafan li hember vê piştigiriyê bêtir bûye û her roj bi hezaran ton alîkarî tê konê alîkariyê. Ji roja kampanya seferberiya piştgiriyê ya ji Kobanê hate destpêkirin heta niha bi sed hezaran zexîre ji Êlihê ji bo Kobanê hatiye şandin.
Banga li gel hate kirin
Rêveberê DBP’a Êlihê Îbrahîm Bîçecek, banga alîkariyê li welatiya kir û wiha got: “Her roja ku diçe welatiyên me eleqeyek mezintir nîşanî vê kampanyayê didin. Berhevkirina alîkariyê li Êlihê pir mezin bûye. Divê gelê ji bo ku li şoreşa Rojava û Kobanê xwedî derbikeve, alîkariya xwe kêm neke û bêtir xwedî derkeve. Em bang li gelê xwe yên tevlî kampanyayê nebûne, bila beşdarî vê kampanyayê bibin.”
(bg/lg)