Ji Êzidiyên li Amedê banga alîkariyê
AMED - ANF Malbatên Êzidî yên piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê hatin Amedê, li gel şert û mercên zivistanê hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Rayedarên koordînasyona bi koçberên Êzidî re eleqedar dibe dan xuyakirin ku divê pirsgirêkên mîna stargeh, perwerde û tenduristiyê bên çareserkirin û banga alîkariyê kirin.
Li navçeya Amed Yenîşehîrê, nêzî 4 malbatên Êzidî bicih bûne û ji bo bi wan re eleqedar bibe koordînasyonek hatiye avakirin. Di koorînasyona ji KCD û Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrrojhliatê Anatoliyê (GABB) Sekreterê Giştî yê GABB'ê Ahmet Ertak diyar kir, ku pirsgirêkên li kampa Êzidiyan a li Amedê bi alîkariya dînamîkên herêmê tên çareserkirin, lê belê di mijarên xizmetê perwerde û tenduristiyê de pirsgirêk hene.
Ertak da xuyakirin ku wan ji bo Êzidiyan li Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Wêranşarê 9 qadên jiyana hevpar ava kirine, li Amedê 4 hezar Êzidî hatine bicihkirin û got, "Bi taybetî, ji destpêkê ve bi desteka rêveberên me yên herêmî DBP, HDP, KCD, rêxistinên civakî Yên sivîl û gelê me yê li herêmê, bersiv ji pêwîstiyên bingehîn tên dayîn. Pêwîstiyên rojane tên tedarikkirin. Hema bêjin li hemû kampên me bi awayekî giştî xwarin tên çêkirin. Her wiha ji bo pêwîstiyên xweşkuştin, paqijiyê banyo û kabînên dûşê hatine bicihkirin."
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ HÎNÊ ÇARESER NEBÛNE
Ertak da xuyakirin, ku ji malbatên li qadên jiyanê yên hevpar karibin ji xizmetên tenduristiyê sûdê werbigirin, rêze hevdîtinên wan dewam dike û anî ziman ku pirsgirêkên tenduristiyê hem ji bo Şengaliyan hem jî ji bo Kobaniyên li herêmê dewam dikin.
Ertak da zanîn ku pirsgirêkên perwerdeyê yên Êzidiyan jî hînê nehatine çareserkirin û her çend bi derfetên herêmî wan hewl dane bingeha xebatên perwerdeyê deynin jî, di warê çavkanî û amûrên perwerdeyê de pirsgirêk hene. Ertak diyar kir ku ji bo perwerdeyê, ew bi derfetên herêmî hewl didin bi lez xebatekê plan bikin û bimeşînin.
Ertak bal kişand ser êrîşên li hemberî Şengal û Kobanê û anî ziman ku ji ber vegera dibe ku demeke dirêj bajo, xebateke wan a peydakirina konteyniran heye û got, "Karê me yê sereke, derbaskirina vê zivistanê ye. Di vî warî de xebatên tedbîrgirtinê hene. Bi biharê re em ê nirxandineke berfireh bikin, li gorî wê plansazî û bernameyekê derxînin û bixebitin."
Ertak da zanîn ku piraniya alîkariyên tên kirin ji dînamîkên herêmî tên û destnîşan kir ku alîkariyên ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî tên bi tenê ji sedî 10 ê alîkariyan e û ev yek têrê nake.
Endamê koordînasyona Ahmet Ertak ragihand ku pêwîstiya lezgîn a ji bo kampa Êzidiyên li Amedê xwarin û stargeh e û got, "Paralelî vê, paqijî, kinc, pêdiviyên ji bo germkirinê hene. Perwerdeya ji bo zarokan, malên prefabrîk, konteynir yan jî xanî pêwîstiyên lezgîn in. Ji bo mirov karibin xwe baş xwedî bikin, divê bi rêk û pêk madeyên xwarin bên şandin."
Endamekî din ê koordînasyona alîkariyê Huseyîn Yilmaz jî da xuyakirin ku ew hewl didin bi dînamîkên herêmî re alîkariyê bidin malbatên ji Şengal û Kobanê hatine û anî ziman ku wan niha 9 kamp ava kirine, ji bilî kampên li Pirsûsê, hewl didin kampeke din a ji 8 hezar mirovî ava bikin. Yilmaz banga xwedîderketin û alîkariyê li gelê Kurd kir.
PIRSGIRÊKA ME YA LEZGÎN ELEKTRÎK E
Emer Xelef ê ji Gundê Dîgurê yê Şengalê da xuyakirin, ku piştî êrîşên DAIŞ'ê ew neçar mane koç bikin û dayik, hevser û 6 zarokên xwe re bi zorê xwe rizgar kirine. Xelef ragihand ku ji 28'ê Tebaxê û vir ve e ew li kampê ne û got, "Ji bo me her tişt kirin. Niha ji ber eketrîkê em zehmetiyan dikşînin. Ji vê derê dixwazim bang li rayedaran bikim. Ji bo me elektrîk pêwîstiyeke girîng e. Bi taybetî bi şev elektrîk timî qut dibe. Em bi sobeyên ji elektrîkê xwe germ dikin. Tiştekî me yê din nîne. Xwarina me, çaya me, hemû karên me bi elektrîkê ne. Eger elektrîk neçe em ê nexweş nekevin."
Xelef diyar kir ku li qada jiyana hevpar a ew lê dimînin revîreke wan heye lê bersivê nade pêwîstiyan û got, "Nexweşên me gelek in, lê doktor têrê nakin. Eger dibistaneke baş hebûya me yê zarokên xwe bişanda. Ji bo 4 hezar kesî dibistaneke ji konekî hatiye çêkirin, lê ev ê têra çi bike? Eger dibistaneke baş hebûya, zarokên me biça li wê derê bixwanda, wê hem ji bo me baş bûya hem jî ji bo wan."
Hesen Elî jî bal kişand ser pirsgirêka elektrîkê û anî ziman ku ew bi alîkariyên ji wan re tê re, jiyana xwe didomînin. Hesen Elî da xuyakirin ku rayedarên kampê hewl didin bi hemû pirsgirêkên wan re eleqedar bibin û got, "Ji aliyê wan ve em ti kêmasiyan nabînin. Hin xêrxwaz jî alîkariyê dikin. Daxwaza me ew e ku alîkariyên tên, ji yek destî ve bêyî navbeynkaran li her kesî bi awayekî wekhev werin belavkirin e."