Ji ÎHD'ê banga vekirina deriyên sînor
ENQERE - ANF ÎHD'ê êrîş û komkujiyên li dijî Kurdan ên li Rojava şermezar kir û bang li Tirkiyê kir ku ji bo alîkariya însanî deriyên xwe yên sînor veke.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), der heqê komkujiyên çeteyên El Nûsra yên li Rojava û girtina deriyê sînor ên navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku yek ji astengiyên girîng ên li pêşiya têkoşîna azadiyê ya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, êrîşên çekdar ên komên çete yên oldarên radîkal e û hat gotin, "Komên oldarên radîkal ên parçeyek ji mûxalefeta Sûriyê ne û di serî de Tirkiye piştgiriyê ji gelek welatan digirin, rê li ber komkujiyên hovane yên li dijî Kurdan vedikin." Di daxuyaniyê de komkujiyên çeteyên El Nûsra yên li dijî Kurdan hat şermezar û lanetkirin.
'DIVÊ DERIYÊN SÎNOR TAVILÊ BÊN VEKIRIN'
Di daxuyaniyê de ji Tirkiye û welatên din ên piştgiriyê didin van komên çete hat xwestin ku dest ji vê polîtîkaya xwe berdin û hat gotin, "Cihê herî girîng ê herêma Rojava dikare alîkariya însanî jê werbigire Tirkiye ye, lê deriyên sînor ên li vê derê girtî ne. Nayê fêmkirin ka hikûmet beramberî daxwaza rêxistinên civakî yên sivîl ên ji bo vekirina deriyên sînor, xemsar e."
ÎHD'ê bibîr xist ku Tirkiyê ji 500 hezar penaberên Sûriyê 200 hezar jê li navendên bicihbûnê yên demî bicih kiriye, lê belê li hemberî Kurdan cihêkariyê dike. ÎHD'ê ev helwesta derveyî însanî ya Tirkiyê şermezar kir.
ÎHD'ê bal kişand ser xeteriyên nexweşî û birçîbûnê yê li Rojavayê Kurdistanê û xwest tavilê deriyên sînor bên vekirin.