Ji Îmraliye peyam: Bila gelê me li ser piyan û hişyar be
Xizmên girtiyên ji doza PKK'ê yên li Îmraliylê piştî 22 mehan bi xizmên xwe yên girtî re hevdîtin pêk anîn.
Xizmên girtiyên ji doza PKK'ê yên li Îmraliylê piştî 22 mehan bi xizmên xwe yên girtî re hevdîtin pêk anîn. Felek Poyraz ku bi kekê xwe Şeyhmus Poyraz re hevdîtin kir diyar kir ku birayê wê gotiye ew dê heta dawî ji bo gelê kurd têbikoşin û ji bo aştiyê çi bivê be dê bikin û wiha got: "Kekê min got Birêz Ocalan gavên pêwîst diavêje. Bila gelê me li ser piyan be û hişyar be. Got bila Serkowezîr Erdogan jî gavê divê biavêje." Xizmên girtiyên ji doza PKK'ê yên li Îmraliylê piştî 22 mehan bi xizmên xwe yên girtî re hevdîtin pêk anîn. 5 girtiyên ji doza PKK'ê ku di di sala 2009'an de sewqî Girtîgeha Tipa F a Îmraliyê hatin kirin 22 mehin nikarin bi malbatên xwe re hevdîtin pêk bînin. Malbatên Cumalî Karsu, Şeyhmus Poyraz û Hasbî Aydemîr di 28'ê Çile de çûn Îmraliyê û piştî 22 mehan çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Malbatan hevdîtina girtî pêk anin û her malbatekê nîv saetê hevdîtin pêk anî. Ji malbata Şeyhmus Poyraz xwişka Poyraz Vezire Poyraz piştî 22 mehan hevdîtin pêk anî. Felek Poyraz derbarê hevdîtina bi kekê xwe Şeyhmus Poyraz re pêk anî de ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re axivî.
LI DIJÎ DAYIKA 70 SALÎ PÊKANÎNA HEMÛ CILÊN XWE DEYNE
Dayika Şeyhmus Poyraz Vezire Poyraz, diyar kir ku wê 23 meh in kurêxwe nedîtiye û wiha got: "Em di lêgerînek pir dijwar re derbasî girtîgehê bûn. Herî kêm 10 caran li ser me lêgerîn pêk anîn. Li gel ez 70 salî me xwestin ez hemû cilên xwe ji xwe bikim. Min heta niha zilmek wisa nedît. Le min lêgerîna tazî qebûl nekir. Piştî lêgerîna berfireh ez çûm girtîgehê û min kurê xwe dît. Rewşa wî baş bû. Moralê wî li cih bû. Silavêm wî ji bo gel û hevalên wî yên têkoşînê hebûn. Lazim e ku tecrîd bi dawî bibe. Ez wekî dayikekê dixwazim xwîn û kuştin raweste. Ez dixwazim girtî û yên çiyê bi arami vegerin malên xwe. Ez dixwazim ev êş bi dawî bibin.
Poyraz, destnîşan kir ku tu carî Girtîgeha Îmraliyê nabe wekî girtîgehên din û wiha got: "Li Îmraliye hêj tecrîda giran didome. Di lêgerinê de pirsgirêk ji mere derxistin. Xwestin me tazî bikin û li ser me lêgerînê pêk bînin. Ji ber ku min ev qebûl nekir midûr hat. Midûr jî got 'Ger ku tu lêgerîna tazî qebûl nekş em destûr nadin hevdîtinê. Lê min dîsa qebûl nekir. Min got her carê bistekê hûn lêgerînê dikin. Ez dayika 70 salî me. Hûn şerm nakin. Min got hûn çi dikin bikin ez qebûl nakim û ez dê biçim hevditinê. Ji ber min bertek nîşan da ez derbasî hundir kirim. Li wir leşkerên normal tune. Hemû leşkerên bi rutbe ne."
'DI BERXWEDANÊ DE NE'
Xwişka Poyraz, Felek Poyraz jî destîşan kir ku piştî 22 mehan tiştê ku li Îmraliyê hat guhertin tenê keştî ye û tu tiştên din nehatine guhertin û wiha berdewam kir: "Berê em bi keştiyek xerabe dibirin Îmraliyê. Em rêya saetekê 4 saetan diçûn. Pêşiya dayika min çû hevdîtinê. Piştre ez çûm hevdîtinê. Em yek bi yek derxistin hevditinê. Tenduristiya birayê min baş bû. Birayê min li gel ew qas sal kes bi wan re hevdîtinê nake di nava berxwedanekê de bûn. Min ji birayê xwe re got Kurê Erdogan dikare li vir 5 deqîqeyan raweste?"
OCALAN: DIBE KU EZ SEROK BIM, LÊ EM HEVAL IN
Poyraz, da zanîn ku dema wê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji kekê wê pirsî kekê wê wiha got: "Silavên Birêz Ocalan li her kesî hene." Poykaz, anî ziman ku dema wê çûn û hatina Îmralî pirsî birayê wê got: "Hevdîtin didomin. Lê der barê hevdîtinan de niha nikarim tiştekî bêjim. Lê her tişt baş e. Birêz Ocalan berî hevdîtin û piştî hevdîtinê nerînê me distîne. Bi me re parve dike. Birêz Ocalan derbarê hevdîtinê de her tiştî bi me re parve dike. Dema tiştek dibe berî her tiştî bi me dişêwire. Em kom dibin û nerînê me distîne. Piştre diçe bi heyetê re hevdîtinê dike. Em bi hev re tevdigerin. Bêyî nerînê me bistîne bi kesên din re hevdîtinê nakin. Birêz Ocalan ji me re dibêje 'Dibe ku ez Serok bim. Lê em hevalên hev in. Çi bibe bila bibe divê em bi hev re tevbigerin'. Her tiştî bi me re parve dike." Poyraz, destnîşan kir ku birayê wê got ew û Birêz Ocalan geşedanên dawî bi rêya rojnameya Ozgur Gundemê dişopînin û wiha axivî: "Birayê min got ew û Birêz Ocalan rojê saeteke tên cem hev û sohbet dikin. Birayê min got ew û Birêz Ocalan bûyer û geşedanên Tirkiye û cîhanê her rojê di hevditina saetekê de parve dikin. Birayê min got ji bo aştiyê û çareseriyê çi lazim be em amade ne û dê bikin. Birayê min got 'Me davên ku bila bavêjin. Çi dikin ji me bila bikin. Em amade ne ku ji bo gelê kurd têbikoşin û canê xwe feda bikin. Em ji her tişti re amade ne. Em gavê pêwist davêjin. Birêz Ocalan gavê pêwist diavêje. Divê êdî Serokwezîr Erdogan jî gavên pewist biavêje. Divê her kes hişyar û hestyar tevbigere."
Poyraz, daxuyand ku birayê wê xwestiye êdî aştî pêk bê û xwîn raweste. Poyraz, diyar kir ku birayê wê gotiye ew dixwazin aştî, aramî û azadî bi ser bikevin û ji bo vê yekê dê heta dawî têbikoşin. Poyraz, xwest êdî tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û xwest hemû girtiyên siyasî û yên Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê û girtîgehên din tev serbest bên berdan û yên neyên berdan jî êdî karibin hevdîtinên vekiri bi hêsanî pêk bînin. Poyraz, xwest êdî hemû astengiyên li pêş hevdîtinê rabin.
ANF