Ji Îmraliyê wêneyê dawî
A+
A-
STENBOL 20.12.2013 19:06:31 Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete sosyal medyayê. Wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li gel Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demirtaş û Seroka Koma BDP’ê Pervîn Bûldan li girtîgeha Îmralî kişandîn di çapemeniya sosyal de hate weşandin.
Wêneyekî ku dema Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demirtaş û Seroka Koma BDP’ê Perwîn Buldan ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûbûn Îmralî û di dema hevdîtinê de hatî kişandin di çapemeniya sosyal de hate weşandin.
Wêneyê ku li ser Twitterê hatiye weşandin li rex heman mêzeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Selahattîn Demirtaş û Perwîn Buldan cih digirin.
Bêjeyên Miftehî ji,îmraliyê,wêneyê,dawî