Ji Însiyatîfa Gel a Botanê daxuyanî
Însiyatîfa Gel a Botanê daxuyaniyeke nivîskî weşan û operasyonên gerîlayan ên li Şemzînan û Çelê silav kir
Cizîr - Însiyatîfa Gel a Botanê daxuyaniyeke nivîskî weşan û operasyonên gerîlayan ên li Şemzînan û Çelê silav kir. însiyatîfê ji bo 15’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê banga serhildanê kir û her wiha bang li hemû kurdan kirin ku bila hemû qadên dewletê xwe vebikişînin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê înstiyatîfê ve hate dayîn de hate destnîşankirin ku Hikûmeta AKP’ê armanc dike ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Gelê Kurd teslîm bigire û ji ber vê jî ev saleke tecrîd didome. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Lê berxwedanan gelê Kurd ya li dijî vê ruyê bê ehlaq yê AKP’ê derxist holê. Kurd ji vir şûn de dê hêza bi avakirina Kurdistana xweser nîşan bide. Gelê Botanê dê ji xeta ku tevgera Kurd diyar kiriye, dernekeve û dê hemû cureyên stratejiya têkoşînê esas bigire.”
Di daxuyaniyê de bang li hemû kurdan hate kirin ku bila ji hemû qadên vebikişin û got” divê kurd di vê çarçoveyê de xwedî li her tiştî derbikeve.”
Însiyatîfê bal kişand ser azadiya Ocalan û got; “di vê pêvajoya pêş de dê hemû li ser azadiya Ocalan rawestin û ji bo pêngava 15’ê Tebax û 1’ê Îlonê jî banga serhildanê hate kirin.
Ligel vê di daxuyaniyê de operasyonên Çelê û Şemzînanê û serkeftina gelê Rojavayê Kurdistanê hatin silavkirin.
ANF NEWS AGENCY