1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Însyatîfa Gel a Amedê banga tevlibûna merasima cenazeyan
Ji Însyatîfa Gel a Amedê banga tevlibûna merasima cenazeyan,ji,însyatîfa,gel,a,amedê,banga,tevlibûna,merasima,cenazeyan

Ji Însyatîfa Gel a Amedê banga tevlibûna merasima cenazeyan

Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku her sê jinên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin dê cenazeyên wan bînin Amedê û wiha got: “Roja cenaze bên Amedê divê bi atmosfereke şînê ya netewî hemû esnaf derabeyên xwe bigire û tu kes neçe kar û xwedî li şehîdên xwe derbikeve.”

A+ A-

Însiyatîfa Gel a Demokratîk ya Amedê derbarê sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê Çîle de li Parîsê hatin qetilkirin de daxuyaniyek dan û ji bo tevlîbûna merasima pêşwazîkirina cenazeyên her sê jinên Kurd bang li gelê Kurd kir

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her sê heval di encama suîqesteke namerdane de hatien qetilkirin û got ku ev cînayet ji aliyê AKP’ê û Gladyoya Kesk pêk hatiye û bi tundî şermezar dikin.Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “

Van her sê hevalan ji bo jin, mirovahî û gelê Kurdisatnê ciwantiya hemû jiyana xwe feda kirine û heta dawiya jiyana xwe bi rumeteke mezin têkoşiyane. Hevala Sakîne Cansiz di 12’ê îlonê de tofê ruyê nûnerê îşkencexaneya dewleta tirk Esat Oktay kir û ji ber sekna xwe bû abîdeya azadiya gelê kurd, azadiya jinê û mirovahiyê. Hevala Sakîne, Fîdan û Leyla li hemberî hêzên dagirker bi sekna xwe mînaka jiyaneke azad pêşkêş kirine. Tu carî berjwendiyên xwe nexistine pêş têkoşîna azadiya gelê kurd. Heta dawiya nefesa xwe têkoşiyane.

Her sê hvalên me bi coş û kelecana azadiyê têkoşîna xwe meşandine. AKP û gladyoya kesk li dijî vê tehemul nekirine û bi xayintiyeke mezin ew qetil kirine. Bila neyê jibîrkirin ku dê tevgera azadiya kurd li dijî bê deng û bê bersiv bimîne.”

Di daxuyaniyê hat gotin ku cenazeyên her sê siyastmedarên jin dê bê Amedê û wiha gotin: “Gelê Amedê leheg çawa ku heta niha bi serhildanan xwedî li şehîdên xwe derketine dê îro jî xwedî li cenazeyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez derkevin. Em bawer in ku dê gelê me yê Amedê bi heybeteke mezin xwedî li sê canê xwe derkeve û careke din tufê ruyê metîngerên dargirker bike. Ji ber vê roja ku cenaze bên Amedê divê şîna netewî bê îlankirin û hemû esnafên me dukanên xwe bigirin û kes neçe ser kar.

Bi taybet jî jin û ciwan divê pêşengiyê bikin û bi hêzeke mezin tevli bibin. Tola hevalan dê bê girtin û em li hemberî bîranîna wan serî ditewînin. “

ANF NEWS AGENCY