Ji şaredariyê projeya avê ya 50 salî
Şaredariya Hezoyê projeya avê ya 50 salan da destpêkirin
BÎLAL GULDEM Şaredariya Hezoyê ya BDP'î, bi derfetên xwe yên bi sînor gelek xebatan dike û pirsgirêka avê ya navçeyê ya 50 salin didome bi projeyekê dest bi xebatê kir. Şaredar M. Reşît Haşîmî, diyar kir ku di nava 3-4 salên dawî de xebatên gelek mezin kirine.
Şaredariya Hezoyê, dema hete ser kar 34 milyon TL deynê wê hebû. Piştî hate ser kar û dîsa gelek xebatan dike. Şaredariyê gelek kevirên parkê danîn, ji bo zarokan park, salona konferansê, mala mêvanan û tesîsên kevirên parkê çêkirin. Şaredariyê dest avête pirsgirka avê ya ku 75 salin, proje emrê wê ji bo 50 salane. Ev projeya ku pêşkêşi Bankaya Bajaran hatibû kirin hate qebulkirin û ev sê çar mehe li gel derfetên zivistanê yên dijwar jî xebatê projeya avê di dome. Li gel van xebatê ku hatine kirin gelek xebat lê hatine zêdekirin. Ji sala 2009’an vir ve heta niha gelek xebatên mezin hatine kirin. Siheya futbolê, bi tevahî 15 maşîneyê xebatê, 27 kîlometre pirsgirêka binesaziyê, 10 kolanên navçeyê yên herî mezin hatiye qîrkirin, 40 hezar metre kare kevirê parke û li gel van dîsa gelek xebatên din hatine kirin. Mesrefê li van xebata hatiye kirin, ji lê çûyîna 2 salan bêtire. Piştî ku projeya avê ja aliyê Projeya Binesazî û Avê ya Şaredariyan (SUKAP) ve hate qebulkirin, ji projeya avê ya 50 salan û ji bo 200 hezar nifûsî dê bîbine. Projeya ku hatiye destpêkirin li bendê ye ku heta 3 salan bi dawî bibe.
Şaredarî dê avê ji Çiyayê Meretoyê bîne
Projeya avê ji Kaniya Kusketê ya li çoltara Çiyayê Meretoyê hatiye destpêkirin. Beriya vê projeyê du qenalên din ên avê hene lê ev têrê nake weke pêdiviya îdarî pêk tên. Piştî ev projeya nû ya avê bi dawî bibe dê xetên avê berê jî neyên betalkirin. Mesrefê proje 10 mîlyon TL’yan pêk tê. Şaredariyê ji bo çandê jî gelek xebatan kiribû, Şaredariyê salona konferansê ya berê xirakirin û ji nû ve daye çêkirin. Salona ji bo kapasîteya 190 kesan pêk tê û hemû xebatên çandî û civîn lê pêk tên. Di bin banê şaredariyê de qursa zimanê kurdî ya ku ji aliyê KURDÎ-DER’ê ve tê dayîn, ji bo Hezoyan bû alternatîfek hêsan. Li şaredariyê mêvanxane jî hatiye vekirin. Di nava 40 salan de heta niha xebatê ku şaredariya AKP’ê nekiriye, şaredariya BDP’yi mohra xwe li xebatên şaredariyê da. Şaredariyê navçeya Hezoyê kiriye wek bajarek mînak û li gel van xebatan jî xebatan xizmetê berdewam dike û her ku diçe xebatê xwe ber fireh dike. Derbarê xebatê xwe de Şaredar M. Reşît Haşîmî agahî dan.
Haşîmî: Ji tûnebûnê em derketin asta zêdeyî
Haşîmî, diyar kir ku di nav saziyê navçeyê de dema berê saziya herî ku xebat kiriye şaredarî buye û wiha got: "Niha saziya ku herî xizmetê dide gel û saziya ku herî bêtir tê ecibandin şaredarî ye. Ji dema em hatine ser kar 34 milyon TL deynê şaredariyê hebû. Deyndar li ber derî bûn. Me tespît kir ku 34 mîlyon TL yê karkeran e." Haşîmî, destnîşan kir ku li navçeyê pirsgirêka herî mezin a avê buye û wiha got: “Me serdema herî zor bi zehmet jiyan kir. Dê ji niha şûn ve şaredarî ji bo gel zêdetir xizmetê bike û dê bêtir bibe xwedî derfetê kar. Em ji gelê xwe re deyndarin û em ê dayîna deynê xwe berdewam bikin. Li vir tengasiya avê hebû û me vê pirsgirêkê jî xist nava jiyanê. Projeya me destpêkiriye û ji navenda navçeyê 30 kîlometre dûre. Di nava 3-4 salên dawî de rewşa vir me ji bin sifrê 10-20’an derxist rewşek sifirê. Em di wê baweriyê de ne ku ji niha şûnve dê rewşa me ber bi başiyê ve biçe. Di vê mijarê de pêşiya şaredariya me vekiriye.” Haşîmî, da zanîn ku xebatê ku ne hatibûn kirin û mayîn heta niha hemûyan derxistine asta herî jor û li gel van xebatan bi dehan xebatê din hatine kirin. Haşîmî, destnîşan kir ku navçeya wan li pêşberî çavê hemû kesî xuya ye û mînakiya xwe aşkere dike.
(bg/mae)