Ji Şerefxan Cizîrî pirtûkeke nû
09:14 19.08.2011 1 / 2 AMED (DÎHA) - Lêkolîner-nivîskar Şerefxan Cizîrî piştî pirtûka xwe ya "Omeriya Mirsom" ji Weşanên Aramê pirtûka xwe ya bi navê Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon weşand û bi mînakan nîşan dide û formên wêjeya devkî ji ya nivîskî zêdetir e.
Lêkolîner nivîskar Şerefxan Cizîrî ku endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Swêdê û Cîgirê Şaredarê Stockholmê ye (Huddinge) êşîra xwa ya Omeriyan bi her awayî di pirtîka xwe ya bi navê "Omeriya Mirsom" de vegotibû. Piştî vê pirtûkê jî niha pirtûka xwe ya bi navê "Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon" nivîsand û ji Weşanên Aram da çapkirin. Nivîskar û siyasetmedar Cizîrî bi salan li Ewropayê jiya û di pêşgotina pirtûka xwe de bal kişand li ser zor û zehmetiyên ser xebata xwe. Cizîrê dibêje ku kesên ku li ser wêjeya devkî ya kurdî xebatê dikin tenê li ser berhemê kur dibin û jiyana civakî ya kurdan û çanda wan paşguh dikin. Cizîrî diyar kir ku kesên ku bi seraser nêzî wêjeya devkî dibin bi aweyeke seranser nêzî rastiya dîrokî ya welatê xwe jî dibin. Cizîrî nêzîkatiya hin nivîskaran ku tenê ji bo reklamê vî karî dikin û ji bo kar dikin amûr di pirtûka xwe de rexne dike.
'Sosyalizasyon civakîbûne'
Di pirtûkê de tê gotin ku wêjeya devkî di atmosfera civakî dê tê afirandin. Cizîrî di pirtûka xwe de dibêje dengbêjiya di çanda kurdî de yekem car di nava eşîran de ango li cihên civakî de derketiye holê. Di Edebiyata Devkî û Sosyalîzaysonê de tê dîtin ku Cizîrî ji kesên ku hakimî dîrokê ne û cografyayê ne alîkarî girtiye. Cizîrê pirtûka xwe ya kolektîf de berhemê li gorî cewher dinivîsîne.
Di pirtûkê de sosyalîzasyon weke civaki bûn tê destgirtin. Ev pêvajo jî tê gotin ku riyeke dînamîk, bi zehmet û şerekî îdeolojîk e. Tê gotin ku civakîbûna li Kurdistanê jî pêvajoyeke geleke bi zor û zehmet e. Cizîrî sedemê vê yekê jî bi serdestiya ziman, ol û çandên biyanî ve girêdide. Cizîrî di pirtûka xwe de dibêje ku sedema ku li Kurdistanê jixwe dûrneketin ji ber dengbêjî, gotinên pêşiyan û her tim bikaranîna kurdî ve girîdayî ye. Ji ber ku ev hersê mijar her tim zindi bûne kurd xerîbî xwe nebûne.
'Xecê-Siyabend, Mem û Zîn, Cembeliyê Mîrê Hekariyan'
Cizîrî di pirtûkê de dibêje ku wêjaya devkî bingeha wêjeya nivîskî ye û di civaka kurd de jî berhemên wêjeya devkî ewil li herêmeke derketiye holê û piştre li her derê belav bûye. Mînaka vê yekê jî weke Xecê-Siyabend, Mem û Zîn, Cembeliyê Mîrê Hekariyan nîşan dide. Cizîrê dibêje ku wêjeya devkî bûyeran estetîze û xweşik dike lê rastiya civakî nikare biguherîne.
Cizîrî di pirtûka xwe de dibêje ku wêjeya devkî xweza çavkaniya jiyanê ye, ango xweza çavkaniya wêjeya devkî ye. Ji bo jî weke mînak navên weke "Karê, Beybûn, Xezalê, Qumriyê" dayîna jinên ku di wejê de bûne aşiq nîşan dide.
'Wêjeya devkî bingeha îdeolojiyê ye'
Cizîrî di pirtûkê de dibêje ku kurd di warê wêjeya devkî de pir dewlemend in û ji ber ku ev mîrate nehatiye nivîsandin jî rexneyên xwe dike. Tê gotin ku gelek stran hê jî weke gotinên xwe mane. Cizîrî dibêje ku ji ber vê yekê jî xetereya guhertina çîroka stranan hena û ji bo vê jî mîtosa Kero û Kulîlkê dide. Cizîrî tîne ziman ku wêjeya devkî bingeha îdeolojiyê ye û zemîna civakîbûnê ye. Cizîrî di dawuya pirtûka xwe de dibêje ku wêjeya devkî ji ya nivîskî dewlemend e.
(sa)