1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji şivên daran selikan çêdike û debara xwe dike
Ji şivên daran selikan çêdike û debara xwe dike,ji,şivên,daran,selikan,çêdike,û,debara,xwe,dike

Ji şivên daran selikan çêdike û debara xwe dike

A+ A-

SIDDIK GULER / AZÎM YACAN

WAN (DÎHA) - Welatiyê bi navê Findî Kurt ku bi zorê ji gundê xwe koçber bûye û li taxa Xaçortê rûdinê, ji bo debara xwe bike, ji şivên dara bihê selikên mêşan çêdike. Kurt, bi huner û evîna xwe, hem debara xwe dike, hem jî ruh û teşe dide şax û şivên dara bihê. Kurt, ji şevên dara bihê kewarên mêşên hingiv çêdike.

Welatiyê bi navê Findî Kurt, di sala 1993'yan de ji ber zext û zordariyên leşkeriyê neçar ma ku ji gundê xwe yê Marînosê koç bike û li Wanê bi cih bibe. Kurt, piştî koçber bû li kolana Surmelî ya taxa Xaçora Wanê bi cih bû. Kurt, ku li 7 nifûsan dinêre û debara malbatê dike, ji bo karibe bi jiyanê re têkoşînê bide, ket nava afirîneriya hunerê û debara xwe ji çavkaniya xwezayê re dike. Kurt, ji şiv û şaxên dara bihê ku li taxên derdorê û dervê bajar kom dike, selikan çê dike. Ji ber ku şiv û şaxên dara bihê nerm û bi hêsanî tên hunandin bi şevê dara bihê bi huner û kedek mezin selikan ji bo kewarên mêşên hingiv çê dike. Her wiha welatiyên ku bi mêşan debara xwe dikin û jî ji bo karibin mêşên xwe li hemberî zivistana dirêj û sar biparêzin zêdetir kewarên darînî û selikî distînin. Piştî ku Kurt dest bi vê hunera selikan kir û xwe da naskirin, êdî ji navçeya Şaxê û gundên Colemêrgê sparîş ji wî re tên.

Ji bo parastina mêşan a li dijî sarmayê selik

Welatiyên ku mêşan xwedî dikin, bi taybetî di demsala zivistanê de van kewarên selîk bi kar tînin. Ji ber ku zivistan dirêj e û serma zêde ye, herî zêde mêşên xwe bi van kewarên selikî ji sermayê diparêzin. Welatiyên mêşan xwedî dikin, van kevarên selikî di nava zibilê sewalan de bi cih dikin û hundirê wan tijî mêş dikin. Findî Kurt jî, ji ber ku dema li gund bû mêşvanî dikir û dîsa ev huner çêdikir, piştî koçber bû û kar bi dest nexist dîsa li dest bi hunera xwe ya berê kir. Kurt, pişti li taxa Xaçortê bi cih bû, serî li vê hunera xwe ya gund da û ji darên bihê dest bi çêkirina kewarên selikî da. Kurt, rojê 2-3 selikan çê dike. Her wiha her selikekê bi 20 TL çê dike. Kurt, anî ziman ku di destpêkê de eleqe tune bû, lê piştî ku xwe da naskirin, êdî sparîş zêde bûye. Kurt, anî ziman ku dema li gund bû jî mêş xwedî dikirin û ji bo parastina mêşên xwe kewarên selikî çêdikir. Kurt, da zanîn ku îsal ji Şaxê û Colemêrgê 300 sparîş ji wî re hatine û wiha got: "Bi taybetî di demsala hevînê de karê min zêde dibe. Ev kewar ji bo parastin û stara mêşan gelek kaş e. Ji ber vê yekê sparîş gelek zêde ne."

(mae/tt)