1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jin ber bi armanca xwe ve dimeşin
Jin ber bi armanca xwe ve dimeşin,jin,ber,bi,armanca,xwe,ve,dimeşin

Jin ber bi armanca xwe ve dimeşin

Jin gav bi gav ber bi armanca xwe ve dimeşin

A+ A-

SERTAÇ KAYAR Jinên di rêveberiya herêmî de cih digirin yekem car di sala 2010'an de li navçeya Nisêbînê “Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê" pêk anî. Di vê konferansê de gelek biryar girtin û li gel, binçavkirin, girtin, ceza û astengiyan gelek biryar xistin meriyetê. Jinan li aliyekî şahiyên 8'ê Adarê û çalakiyên 25'ê mijdarê pêk anîn, li aliyê din ji bo xizmeta rêxistinbûna jinê bi tevahî 23 navendên piştevaniyên jinan xistin meriyetê. Pişti 2 salan jinên rêveberên herêmî niha “2'emîn Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê" pêk tîne.

Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Meclîsa Jinan a BDP'ê piştî di sala 2010'an de 1'Emîn Konferansa xwe li Nisêbînê pêk anîn niha “2'emîn Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê" pêk tîne. Jin dê di navbera 26-27'ê gulanê de konferansa xwe li Amedê pêk bînin. Jinên Rêveberiya Herêmî yekem car di 20'ê sibata 2010'an de li nravçeya Nisêbînê “Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê" pêk anî. Jinan gelek biryar girtin û li gel binçavkirin û girtinên rêveberan jî dîsa li aliyekî şahiyên 8'ê Adarê û çalakiyên 25'ê mijdarê pêk anîn, li aliyê din ji bo xizmeta rêxistinbûna jinê bi tevahî 23 navendên piştevaniyên jinan xistin meriyetê. Jinên ku bi 3 şaredarên jin ketin nava rêveberiyên herêmî; niha bi 14 şaredarên jin, 17 alîgirên şaredaran ên jin û bi sedan endamên meclîsa şaredariyê yên jin xebatên xwe dimeşînin. Jinan piştî konferansê Dersim, Gimgim Wêranşar, Resan û Nisêbîn wekî bajarê jinê îlan kir. Piştî konferansê 5 şaredar, 40 endamên şaredarî û endamên meclîsa bajar ên jin hatin girtin. Bi tevahî zêdeyî 500 jin hatin girtin. Lê jinên rêveber xebatên xwe berdewam dikin. Li gel vê yekê jinan di 3 salên dawî de 23 navendên piştevaniyê vekirin û xizmet dan 250 hezar jinan.

Navê 23 Navendên Piştevaniya Jinê wina ne: KADEM, VAKASUM, SELÎS yên Erxenî, Êlih, Nûjîn ya Bîsmîlê, Nujîyan ya Lîceyê, DİKASUM, Ceren, EPİDEM, Kardelen a Rezan, Jinwar a Çinarê, Meya ya Farqînê, Gulşîlav a Nisêbînê, Sitîya Jîn a Cizîrê, Îştar a Akdenîzê, Pelşîn a Dêrikê, Mala jiyanê ya Dêrsimê, Zilan a Şirnexê, Binevş a Colemêrgê, Mizgîn a Tetwanê, Berfîn a Sêrtê, Viyan a Sîlopiyê, Nuda ya Qoserê.

Aktîvîsta 2'emîn Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê û Şaredara Rezan Yuksel Baran, anî ziman ku wan 2 sal berê konferansa yekem pêk anîn û piraniya biryaran xistin meriyetê. Baran, da zanîn ku dê 2'emîn konferansê jî di 26'ê gulanê de pêk bînin. Baran, da zanîn ku dê jin di vê konferansê de li ser mafê jinê û wekheviya zilam û jinê jî biryarê bistînin û ji bo jin karibe butçeya xwe çêke xebat bên meşandin. Baran, da zanîn ku Şaredariya Rezan Komîsyona wekheviya zilam û jinê avakirine.

(mae)