Jin di 25'ê mijdarê de derdikevin qadan
Rêxistinên jinan ên Wanê di 25'ê mijdarê de derdikevin qadan
ŞERMÎN SOYDAN Jin dê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dîjî Tundiya li hemberî Jinê li qadan ji şîdeta li hemberî jinê pêk tê bêjin êdî bes e. Şîdeta li hemberî jinê ya di bin kontrola dewlet, zilam de pêk tê her diçe zêde dibe û şîdeta li hemberî jînê pêk tê êdî vegeriya ye "komkujiyên jinê"
Jin dê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dîjî Tundiya Jinê li qadan ji şîdeta li hemberî jinê pêk tê bêjin êdî bes e. Jin her tim rastî şîdeta psîkolojîk, aborî tacîz û tecawiza zilma û dewletê tên û êdî şîdeta li hemberî jinê vegeriyaye "komkujiyên jinê" Weke her sal dê îsal jî saziyên jinan di 25'ê mijdarê de li qadan ji şîdeta li hemberî jinê bêjin êdî bes e. Endama Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) Zozan Ozgokçe, diyar kir ku 25'ê Mijdarê ji bo wan tê wateya piştevanî, berxwedan û îsyanê. Ozgokçe, anî ziman ku şîdeta li hemberî jinê pêk tê bi destê zilam û dewletê pêş dikeve û wiha got: "Jin ji sala 2009’an vir ve bi taybet li Kurdistanê rastî şîdeta dewletê tên. Bi awayekî pergalî rastî hemû cureyên şîdet û zextan tên. Ji bo em balê bikşînin ser şîdeta ji aliyê dewletê ve pêk tê em dê li qadan bin. Em li hemberî şîdeta dewletê û zilam li qadan dengê xwe bilind bikin." Ozgokçe, anî ziman ku ji ber şîdeta li hemberî jinê pêk tê serî li dadgeh û qereqolan dan û wiha axivî: "Li holê bêbaweriyek heye. Ji dewletê şîdetê dibînin û di nava malê de şîdetê dibînin û ji dewletê re nikarin gîlî bikin." Ozgokçe, da zanîn ku li Tirkiyeyê zagonên heyî ji aliyê dewletê ve nayên bikaranîn û wiha pê de çû: "Ji bo jinan ji şîdetê biparêzin zagonan çêdikin. Lê bikaranîna van zagonan gelek qels e. Travmaya herî dawî jin dijîn bûyera kurtajê ye. Têkildarî kurtajê de pirsgirêkên gelek cidî hene. Kurtaj di aliyekî de pêvajoya bitenê hiştin e. Dewlet jî jinan bi tenê dihêle û li cem zilam cih digire. Dewlet alîgirê zilam e." Ozgokçe, bilêv kir ku ew dê di 25'ê mijdarê de bi hemû jinên Tirkiyeyê re li qadan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo şîdeta bi destê zilma û dewletê pêk tê li her qadê şermezar bikin û dengê xwe bilind bikin. Em jî dê li Wanê bi Konseya Jinê ya Bajar re meşekê li dar bixin. Hemû kes dê li wir rengê xwe nîşan bide."
'Şîdeta li hemberî jinê êdî hatiye asta qetilkirinê'
Civaknas Aylîn Çelîk jî diyar kir ku 25'ê Mijdar ji bo rêxistinên jinan xwedî girîngiyekî gelek mezin e û wiha got: "Roja li têkoşîna li dijî tundiya jinê em weke femînîst gelek girîng dibînin. Pêvajiya di 1960’an de dest pê kir û berî vê pêvajoyê jî jin rastî şîdetê dihatin. Her diçe mixabin şîdat li hemberî jinê kêm nabe û zêde dibe. Di sala 2012‘yan de jî şîdeta li hemberî jinê qet kêmnebû. Êdî em hatin asten behsa komkujiyên jinan bikin. Şîdeta li dijî jinê hate aste komkujiya jinê." Çelîk, anî ziman ku di nava sala 2012'yan de 138 jin hatin kuştin û 106 jin jî rastî tecawizê hatin û wiha axivî: "Gelek bûyerên weke întîxar derbasî qeydan bûn. Em nizanin ev bûyer întîxar an jî cînayeta jinan in. Texmînên me ev hejmar gelek zêde ne. Daneyên di destê me de îstatîsîk in. Em hejmara wan digirin. Ji bo em hejmara wan kombikin na. Lê em ji bo kesên di mirin jin in û di ferqa vê yekê de bibin e. Li gorî lêkolînên me herî zêde li Sakaraya, Edene, Mêrsîn, Stenbolê cînayetên jinan pêk tên. Herî zêde li herêma Marmarayê cînayetên jinan pêk tên."
‘Tenê 25'ê Mijdarê na her roj divê em têkoşînê bikin'
Seroka Komeleya Jinê ya Mavîgol Suna Şahîn jî diyar kir ku ji bo careke din 25'ê mijdarê pêk neyên jin bi jinan re divê xebatên zilam zanist bikin bimeşînin. Şahîn, anî ziman ku bi sedan salin jin rastî şîdeta dewlet û zilam tên û wiha got: "Bi salane her şîdeta li hemberî jinê berdewam dike. Em pêşiya vê yekê nikarin bigirin. Sedema vê yekê jî jin ji mafên xwe bê par in û zana nîn in. Ji bo nêrîna zilam a li hemberî jinê bê guherîn divê jin zilam biguherîn e. 25'ê mijdarê ji bo şîdeta li hemberî jinê bi dawî bibe dengê xwe bilind bike ye."
‘Jin li qadan bi têkoşînê dê van pirsgirêkan çareser bikin'
Endama VAKASUM'ê Emîne Bozkurt jî diyar kir ku 25'ê mijdarê roj a têkoşîna jinê û wiha got: "Em saziyên jian piranî weke têkoşîna li hemberî şîdeta jînê dinirxînin. Em dê derbikevin qadan û vê rojê hêj bi wate bidikin. Dewlet dibêje wan li hemberî astengkirina şîdeta jinê gav avêtin. Weke jin azad nebû mafên wên bêtir hatin astengkirin. Tu heviyan em ji tu kesî tuneye. Em dê bi jinan re li qadan bi têkoşînê van pirsgirêkan çareser bikin." Bozkurt, bang li hemû jinan kir ku tevlî meşa 25'ê mijdarê bibin.
(bd/mae)