"Jin divê berxwedana xwe bilind bike"
BEHDİNAN 25.11.2013 07:03:20 Endama Koordînasyon YJA’ê Eylem Denîz, diyar kir ku di 25’ê Mijdarê Rojata Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinan de nokta herî girîng eve ku jin xwedî li dîroka xwe derkeve û li dijî pergala serdest berxwe bide.
Denîz diyar kir ku pergala serdest ya mêr a 5 hezar salî çand şîdet û zextan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê çandê, şer, komkujî, trajedî, qirkirin afirandiye. Di heman demê de mêtîngerî, zext û desteserkirin bûye çanda jiyanê ya rojane. Ev çanda şîdetê ku mirovahî aniye asta tunebûnê, rêbaza herî baş ku zîhniyta mêr a serdest desthilatdarî û pergala xwe bidomîne ye. Ev çand ji ber zayenda civakî di çarçoveya rolên ku li jin û mêr hatiye danîn her roj pêşve diçe û xwe nû dike, li piyandimîne.”
Eylem Denîz di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku amûra herî bi bandor ku ya pergala desthilatdar xwe li ser piyan bihêle û bidomîne ‘Jin’ e û ji ber vê jî di esa çanda ku ava dike de koletiya jinê daye runiştandin. Eylem Denîz wiha berdewam kir: “Pergala desthilatdar dizane ku çiqas jinê bike kole, çiqas biçewisîne, bê îrade bihêle, bike amûr dê berdewamiya pergala xwe bike bin garantiyê. Pergala modernîst bi vî awayî bi koletiya ku giran bûye jin mahkumê jiyaneke di nava şîdetê de kiriye.”
Denîz got; “Di roja me ya îro de di şer, komkujî, xizanî, birçîbûn, pirsigrêkên mezin yên civakî yên li Cîhanê pêk tên û bûye wek girêkek mezin de, statuya koletiyê ya ku li jinan tên ferzkirin radize. Pirsgirêkên civakî yên ku kangren bûne, bi rêbaza çanda şîdetê ya ku çanda zîhniyeta serdest ya mêre nayê çareserkirin, berovajî vê kurtir dike û civakan tîne asta qirkirina civakî. Di van şertên jiyanê yên bi krîz de dîsa yên ku herî zêde bedelê didin, rastî şîdet, heqeret, lêdanê tên jinin.
HER ROJ TÊKOŞÎN
Denîz da zanîn ku li cîhanê her roj bi hezaran jin rastî tecawiz, tacîz, şîdeta fizîkî û psîkolojîk tên û her roj bi sedan jin ji ber namûs, evîndarî û toreyê tên qetilkirin û wiha pê de çû: “Aliyê herî bi jof jî ev e ku ev kuştin ji aliyê civakê de normal tê dîtin. Ger jin rastî taciz û tecawizê hatibe, mixabin jin sûcdar tê ditin. Ger şîdet dîtibe jî teqez sûcek kiriye. Ger ku ji ber sedemên Tore û namûsê hatibin kuştin teqez namûsa civakê û malbatê qirêj kiriye û ev heq kiriye. Mixabin ev hişmendî bi hezaran salane li civaka wisa hatiye bicihkirin û wekê ku tişta rast eve hatiye empozekirin û heta û heta jin jî bi vê bawer dikin. Ji ber vê ev hatiye rewşeke wisa ku mêran jib o jinan sînorê ahlaqê xêz kiriye û sînorê jiyanê, bûye sînorê jinan yên nava civakê. Yên ku derkevin derveyê van xêzên sînor bi kuştinê re rû bi rû dimînin.
Eylem Denîz bi lêv kir ku ev bi salane ji bo azadiya jinê têkoşînê dimeşîne û bi perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan ya wekê azadiya civakê di azadiya jinê de derbas dibe, nêzî pirsgirêkan dibin û destnîşan kir ku ji ber vê jî bi vê perspektîvê nêzî vê rojê dibin û wateyê didin vê rojê.
Denîz wiha pê de çû: “Pergala serdest ya mêr ku ev 5 hezar sale xwe li ser van komkujiyên jinan didin jiyan din, ji bo koletiya jinê tê meşandin. Li dijî vê pergala serdest ya mêr jinan têkoşîneke mezin daye û xwedî derketina li vê mîrateyê bo me peywire. Me girîngî da vê mîrateyê û em hatin vê rojê. Bi hezaran hevalên me bi mîrateya jinan şehîd ketin. Bersiva herî xweş ya ku em bidin wan heve ku divê em li dijî hêzên serdest û pergala kapîtalîst têbikoşin.
Eylem Denîz, diyar kir ku di 25’ê Mijdarê Rojata Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinan de nokta herî girîng eve ku jin xwedî li dîroka xwe derkeve û li dijî pergala serdest berxwe bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin divê ne tenê li rojên bûne sembol yên wekê 25’ê mijdarê divê di her rojê de ji bo mafên gelan têkoşînê bidin meşandin. Jin tenê di demên diyarkirî de rastî şîdetê nayên. Her rojbi hezaran rastî tecawizê tên û tên kuştin. Întîxar dikin. Bi hezaran rastî şîdetê tên. Jin divê ji bo vê têkoşîna xwe roj bi roj bilintir bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû jinan dikin ku 25’ê mijdar3e bi vî ruh, biryar û îdiayê pêşwazî bikin.”