‘Jin dê bi rêxistinbûna xwe azad bikin'
09:04 28.02.2014 1 / 2 ENQERE (DÎHA) - Jinên peyama 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dan, diyar kirin ku dê li qadan dengê xwe bilind bikin û bi rêxistinbûna xwe azad bibin. Namzeta Hevşaredara HDP'ê ya Mamakê Oznur Şahîn, anî ziman ku li Rojava Şoreşa Jinê pêk hat û vê yekê hevî û baweriyek mezin da wan. Şahîn, da zanîn ku jin dê bêtir xwe bi rêxistin bikin û bêtir azad bikin.
Jinên bindest û keda wan tê xwarin, her sal di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê de dadikevin qadan û daxwaza heq û hiqûqa xwe dikin. Li Tirkiyeyê jî jin her 8'ê Adarê dadikevin kolanan û ji bo azaiya xwe diqêrin. Îsal jî jin dê li Tirkiyeyê bi şîara “Welatiya wekhev" dakevin kolanan. Dê bêjin “Ji tundî û zexran re na" “Azadî". Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), îsal 8'ê Adarê diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, bikin. DOKH dê îsal bi şîara “Rêxistinbûna jinê azadiya jinê ye" li herêmê û Tirkiyeyê dê dakevin qad û kolanan û ji bo azadiya xwe biqîrin. Jin dê li ser banga DOKH'ê ji bo 8'ê Adarê li hev kom bibin. Jinên Enqereyê têkildarî 8'ê Adarê nerînên xwe parvekirin
'Jin radibin ser piyan û ber bi azadiyê ve dimeşin'
Jinên ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan nerînên xwe parve kirin. Jina bi navê Hasret Karaman anî ziman ku ew dê di 8'ê Adarê de li qadan bin û 8'ê Adarê pîroz bikin. Karaman, anî ziman ku Ocalan qîmet û wateyek mezin daye jinê û ev yek ji bo wan pir girîng e.
'Jin dê di nava civakê de xwe bi rêxistin bikin û azad bikin'
Namzeta Hevşaredara HDP'ê ya Mamakê Oznur Şahîn, anî ziman ku li Rojava Şoreşa Jinê pêk hat û vê yekê hevî û baweriyek mezin da wan. Şahîn, da zanîn ku jin dê bêtir xwe bi rêxistin bikin û bêtir azad bikin. Şahin anî ziman ku dê îsal dîsa di 8'ê Adarê de li Qadan bin û 8'ê Adarê pîroz bikin. Şahîn, da zanîn ku êdî jina kurd ne jina berê ye û êdî xwedî vîn û zanebûn e û wiha got: "Azadiya jinê azadiya civakê ye. Ger ku jin ji xwe bawer be û bi rêxistin be dikare cîhanê bihejîne."
(mae)