1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Jin wê bi modela nû azad bibin'
'Jin wê bi modela nû azad bibin',jin,wê,bi,modela,nû,azad,bibin

'Jin wê bi modela nû azad bibin'

A+ A-

AMED (DÎHA) - Kordînatora Navenda Jinan a Kardelenê Mukaddes Alataş, li ser komxebata "Ji stargehan ber bi qadên jiyanê ve" ku ji aliyê Komeleyên Jinanên Kardelenê, DİKASUM û Ekin Ceren pêk hat û modela nû ya ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan nirxandin kirin. Alataş, anî ziman ku di feraseta stargehan de hişmendiya zilam û serdestiyê heye û jin dê bi modela nû û xweser azad bibin.

Komeleyên Jinanên Kardelenê, DİKASUM û Ekin Ceren li Parka Sumerê, di 8-9'ê Îlonê de Komxebata 2 rojan pêk anî. Di komxebata bi navê "Ji stargehan ber bi qadên jiyanê ve" ya li Parka Sumerê 2 rojan berdewam kir de mijarên "Di der barê malên starê tecrûbên cîhanê", "Tecrûbên Tirkiyê" û "Tecrûbên me" hatin niqaşkirin. Dîsa li ser "Wê armac û vegiranî Modelan çibe" hatin niqaş kirin. Di encamnameya komxebatê de modela jinan ya nû, qadên azad yên jinan, xwe parastina cewheri ya jinan û parastgeha jinan cih digirtin. Kordînatora Navenda Jinan a Kardelenê Mukaddes Alataş, ber barê van xalane de nirxandin kirin. Alataş diyar kir ku di her warên civakê de li hemberi jinan ne wekheviyek heye û wiha got: "Ji bo di qadên jinan de azadi pêş bikeve, li gorî me ev sîstemek nû û modelek nû ye. Ji ber ku emê azadiya jinê bi modela nû re derxin holê. Sîstem pirsgirêkên xwe hildiberîne û bi mantiqê xwe li çareseriya wê digere. Kapıtalîzm pirsgirêkên xwe dixwaze bi têgehên cuda çareser bike. Nêzîkbûna meya alternatîfî ewe ku bi van nêzîkatiyan pirsgirêk nayên çareserkirine. Ji ber wê em hertim dibêjîn Paradîkmaya nû û divê em vê paradîkmayê bixin dinava jiyanê de."

Alataş, da zanîn ku nêzîkatiyên li hemberî pirsgirêka jinan û nîqaşên parastgehên komcivînan mijara komxebata wan ya bingehin bû û wiha berdewam kir: "Divê alternatîfa modela nû ku were afirandin, wê ne modela parastgehên jinan ve girêdayî bimîne. Ev beriya parastgehan bi pozîsyon, têkoşîn, parastina cewherî ya jinan modeleke. Dema me ji bo jinan dinava lêkolîna modela parastgehan de bûn me navê wê kir qadên jiyana azad, ji ber ku qadên jiyana azad ne tenê ji bo jinên şîdetê dibînine. Armanca me ewe ku jin di qadên aborî, civakî, çandî û di jiyanê de bihêz sekinandina wane. Ji ber vê parastina cewheri ya jinê xurtbikîn me belavkirina koperatifan bingeh girt û jinan wekî îrade û pêşeng derxistina pêşe. Di tevahiya van xebatan de dê qadên jiyana azad derkevin holê. Alataş destnîşan kir ku di hemû qadên jiyanê de di navbera jin û zilam de cudakarî heye û mafê jinê tê binpêkirin.

Stargeh jinan hepis dikin

Alataş, ani ziman ku jin di stargehan de tên hepiskirin û wiha berdewam kir: "Em jin naxwazin di stargehna de bên hepiskirin. Jin dema ji tundiyê direvin çareseriyê di parastina stargehan de dibînin. Ji bo ku li van qadan jî tundî û binpêkirina mafan heye çareserî em dê qadên jiyana azad ava bikin. 3 hamleyê vên avakirina jiyanê hene. Me 3 hamle niqaş kirin. Di hamleya ewil de jin çi dixwazin. Dixwaze têkildarî jiyana xwe biryarek çawe bide. Gava duyemîn divê daqa lê bimîne û di nava şêwirmendiyê de be ava bike. Hamleya sêyemîn jî Divê jin bi tevahî ji qada tundiyê rizgar bibe. Xwe azad bibîne û bi vîn û biryara xwe bijî û têbikoşe. Divê karibe li dijî hişmendiya mêr têbikoşe û parastina xwe ya rewa ava bike. Pêşniyarên modelên me li tu devera cîhanê tune ne.

Em dê di meha Mijdarê de li Mêrsînê bin

Alataş da zanîn ku ew dê di meha mijdarê de li Mêrsînê komxebata ku tevahiyê delegeyên Tirkiyeyê beşdar bibin pêk bînin. Alataş, da zanîn ku wan li Mêrsînê bi stargehê gavek ber bi qada jiyana azad ve avêt û dîtin ku modela jiyana azad ji sedî sed bi stargehan pêş nakeve. Alataş, da zanîn ku wan li ser vê pratîkê ev modela nû pêş xist û wiha got: "Di komxebata Mêrsînê de ne ten3e Tevgera Jina Kurd, em dê Tevgera Jinêin Tirkiyeyê jî tev li vê komxebatê bikin. Em dê di vê komxebatê de modelên nû û qadên jiyana azad ava bikin. Em dê vê modela xwe bi Tevgera Jinên Tirkiyeyê re jî parve bikin. Ji ber ku heta niha modela jiyana jinên ku ewlehiya wan tune û di bin gefan de dijîn tune ye. Hêza me nerîna me û rêxistinbûna me ye."

Alata, da zanîn ku ji bo jinan projeyên wan ên şênber hene û wiha dawi li axaftina xwe ani. Divê em têkoşîna jinê bilind bikin. Di em jinan bi awayeki çalak tev li qadên civakî, çandî, aborî û siyasî bikin. Divê em cûdakariya zayendî û neheqiya li ser jinê tê meşandin bi dawî bikin.

(mb/mae)