Jin ziman didin jiyandin
12:00 15.04.2014 1 / 2 AMED (DÎHA) - Hîndekar Prof. Dr. Nukhet Sirman ku li ser zimanê zikmakî gelek lêkolîn kirine, li Mêrsînê jî li ser kurdan lêkolîn kir. Sîrman, anî ziman ku jinên kurd nerina cihanê û ceribîna kurdan bi hestekî pir xurt derbasî zarokên xwe û pêşeroja xwe dikin.
Li Tirkiyeyê kurd û gelek gelên din ji ber polîtîkayên pişaftinê bi zimanê xwe yên zikmakî perwerde nabînin û zimanê wan li ber tunebûnê ye. Her wiha van gelan bi derfetên xwe ji bo zimanê xwe fêr bibin têkoşînek mezin didin. Di vê têkoşînê de gelek astengiyan dijîn. Endama Perwerdeya Beşa Civakî ya Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Nuket Sîrmen ku der barê zarokên keç û law de ferqa cûdahiya ku ziman çawa hîn dibin û piranî jî lêkolînên xwe li ser dayikên kurd ên mêrsînê ku çawa zimanê xwe didin jiyandin dike hemû xebatên xwe nirxand.
Sîrmen da zanîn ku jinên kurd xwe û mala xwe weke qada kurdatiyê dibînin û wiha got: "Ji bo zarokên kurd cîhan dibe cîhana kurd û tirkan. Li derva tirk e, li hûndir jî kurd e. Di vê xalê de jî dayik ji bo ku cîhana tirk li ser zarokan serdestiyê pêk neyne bi zimanê kurdî dixwazivin û ji vê yekê re jî dibe astengî. Jin nêrîna cîhanê ya kurdan, ceribandinên kurdan û dîroka kurdan ji nivşên nû re veduguhezînin. Zimanê zikmakî piranî weke zimanê zarokan û zimanê paşerojê digirin dest. Ji ber ku kurd dewletek tekane nîne zimanê kurdî jî nebûye zimanê dewletê. Ji ber wê jî weke ku zimanê kurdî cîhanê venabêje yan jî kêm vedibêje tê destgirtin."
Sîrmen diyar kir ku weke ku di cîhanê de rastî tenê di pirtûkan de tê vegotin tê destgirtin û wiha dom kir: "Lê rastiyên ku di pirtûkan de nînin zêdetir girîngin. Jinên kurd van rastiyan vedibêjin. Jin rastiyan vedibêjin. Zilam jî tirkî diaxivin û zimanê ku çewisandinê li ser te pêk tîne tînin maliê. Di vê rewşê de jî jin dikevin pozîsyona kurdîtiyê berdewam dikin. Dema vê yekê jî pêk tînin, hûndirê malê dibe qada jinan. Ji ber wê jî jin jinîtiyê bi awayekî cûda digirin dest û bi awayekî din veduguherînin. Van jinan jinên ku diçin dipistanê û dixwînin nînin. Ji ber ku jiyan vê yekê ji wan dixwaze ev yek jî hêzek mezin dide wan. Min bi jinên kur yên li Mêrsînê dijîn re vê yekê dît." Sîrmen cûdahiya di navbera zayendiya civakî û ziman de nirxand û van tiştan vegot: "Jin çiqas ziman veguhestin ewqas di zayenidya civakî de ziman bi hêsityar dibe û nayê jibîrikirn. Di nava ziman û kesan de girêdanbûnek cûda ava dike. Zimanê jinan û zilaman newekheve. Ceribandinên jinan û zilaman jî newekheve. Jin ji zimanê giştî û siyasetê hez nakin. Jin li ser tiştên diyarde diaxivin. Jin bi awayekî şênber diaxivin."
(aw/mae)