1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Jin çanda xwe didomînin
Jin çanda xwe didomînin,jin,çanda,xwe,didomînin

Jin çanda xwe didomînin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê jin ji bo çanda xwe bidomînin bi destên xwe çîtikan çêdikin û difiroşin. Her çi qas mêr mêr nehêlin jî jin vî karî veşartî dikin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jin ji bo çanda jinên Botanê bidomînin bi destê xwe çîtikan çêdikin û li sûkan difiroşin. Çêkirina çîtîkan a ku tenê li herêma Botanê heye, ji bo nexşkirina eywan, sedre û dîwaran tê bikaranîn, bi keda jinên Botanê tên çêkirin. Li ser vê yekê jinên li Cizîrê ku digihîjin hev û li nava dehl û deştan çît kom dikin. Çîtên ku bejna wan wek e hev lê dikin bi benê ku mûyê bizinan hatiye risandin bi hev ve girêdidin û bi derziyê jî li ser nexşan tê çêkirin. Ev çîtê ku dema di malan de tên danîn dîmeneke xwezayî nîşan dide.

Çîtên ji hêla jinan ve li sûkan tên firotin ji deh mitroyan pêk tên û li Cizîrê ji bo dorpêçkirina textên razanê, ji bo kafeyan û bexçeyan tên bikaranîn. Çît ji ber ku xwezayî ye havinê tîna germê dişikêne. Deh mitroyên çîtan bi 140 tl'yî tên firotin. Her jinek deh mitroyên çîtan di nava sê rojan de xilas dike. Di çêkirina çîtan de kedeke hevpar heye.

'Bi kedeke hevpar tê çêkirin'

Jinên ku van çîtan bi destê xwe dihonin tînin sûkê û li bazarê difiroşin, debara xwe pê dikin. Jin vî karî hevpar bi hevparî çêdikin.

Jinên ji ber mêran nedixwastin navên wan were aşkerekirin diyar kirin ku ew bê agahiya zilaman vî karî dikin. Jin sekna zilaman rexnê kirin û wiha axivîn: "Naxwazin em bixebitin. Bizanin niha em li vir in wê pê we xwe li me hêrs bikin û di nav malê de bêaramî derkeve. Em vî karî veşartî dikin. Bi ya me ev kar çandek e; kêfa me jê re tê. Ji wê boneyê em dikin."

(cno/ea/bd)


Bêjeyên Miftehî