1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jina boksor bang li Erdogan û ser rîngê kir
Jina boksor bang li Erdogan û ser rîngê kir,jina,boksor,bang,li,erdogan,û,ser,rîngê,kir

Jina boksor bang li Erdogan û ser rîngê kir

Jina boksor bang li Erdogan ê ku got 'di fitratê de tuneye' derkeve ser rîngê kir

A+ A-

SÎNAN TUNÇDEMÎR

İSTANBUL (DİHA) - Şampiyona Boksê ya Stenbolê ya berê Ruken Katar diyar kir ku li hemberî şîdeta zilam boks weke hêz xweparastinê hilbijart û boks di fitrata jinê de heye û bang li Serokomar Erdogan ê ku gotibû "Di fitrata jin û zilam de wekhevî tuneye" derbikeve rîngê.

Li Tirkiyeyê her diçe şîdeta li hemberî jinê zêde dibe û li gorî daneyên fermî rojê herî kêm 5 jin ji aliyê zilaman ve tên qetilkirin. Jin ji aliyekî ve tên qetilkirin û li aliyê din rastî gotinên û polîtîkayên şîdetê yên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û wezîrên hikûmeta AKP'ê tên. Serokomar Erdogan bi gotina "Di fitrata jin û zilam de wekhevî nîn e" û hişmendiya xwe ya zayendî ya li hemberî jinê nîşan da. Jin li hemberî vê yêkê ji bo xwe ji êrîşên şîdetê biparêzin hêza xwe ya paratina cewherî pêşdixin. Jina bi navê Ruken Katar (21) a ku dixwaze xwe ji şîdeta zilam bi paratina cewherî biparêzer boksê dike. Katar ji sala 2008'an heya niha spora boksê dike û çima boksê dike ji DÎHA'yê re vegot.

'Boks sporeke xwebaweriyê ye'

Katar diyar kir ku boks ji zarokatiya wê heya niha di nava meraqên wê de cih digire û boks sporeke kes bi xwe bawer bike ye. Katar anî ziman ku spor di heman demê de ji bo tenduristiya jiyana mirovan jî divê hebe û wiha got: "Ji ber ku eleqeya min jî hebû min dest bi perwerdeya boskê kir."

'Boks di dema talukeyê de terzekî parastina cewherî ye'

Katar da zanîn ku boks tenê sporeke zilaman nîn e û li hemberî vê nêrînê ye. Katar bilêv kir ku ev hişmendî şaş e û ji ber wê yêkê dê li ser rîngê bimîne û wiha got: "Gelek caran li ser rîngê ez li hemberî zilamekî dimîn û piranî jî ez serkeftî derdikevim." Katar destnîşan kir ku boks ligel beşek sporê di heman demê de ji bo jinan rêbazeke xweparastina cewherî ye û dema jin rastî tacîza zilaman tên bila bikarbînin û wiha axivî: "Ez ji hemû jinan re pêşniyar dikim. Dikarin di dema talukeyê de bikarbînin. Boks di vê demê de ji bo em bi xwebawer bikin û parastina xwe ya cewherî bikarbînin dibe alîkar. Boks tenê spora zilaman nîn e û divê teqez jin jî boksê bikin."

'Ji bo bibim şampiyona Tirkiyeyê ez dê derbikev ser rîngê'

Katar anî ziman ku li Stenbolê ji bo jinan teşvîkî boksê bikin dem dem turnuva hatin lidarxistin û wiha pê de çû: "Di van turnuvayan de teqez cudahiya jin û zilam nayê kirin. Em jî weke kulup tevlî turnuvayan dibin û herî dawî di turnuvaya em tevlî bûn de ez bûm şampiyona Stenbolê. Ez dê di turnuvaya meha sibatê de ji bo bibim şampoyana Tirkiyeyê derbikevim ser rîngê."

'Ez bang li Erdogan dikim derbikeve rîngê'

Katar da zanîn ku boks ji "fitrata" jinê de û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez dixwazim bi Erdogan re li rîngê maçekê bikim. Di fitrata kê de heye dê bê dîtin."

(bd/wk)