'Jina kurd dê her dem têbikoşe'
09:25 03.04.2014 1 / 4 ÎZMÎR (DÎHA) - Li Gundê Dengiza yê Stewra Mêrdînê welatiya bi navê Atiye Şahin ku bi zora dewletê koçî metrepolan kir, ji ber nasnamyea xwe ya kurd gelek caran rastî îşkenceyên giran hat. Şahin, anî timan ku çi dibe bila bibe weke jinekê dê heta dawî di ber xwe bide û têkoşîna xwe bilind bike.
Di şerê li herêmê de herî zêde zor û zahmetî dîtin. Herî zêde jin rastî tundiyê hatin. Yek ji van jinên ku rastî tundiyê hat jî Atiye Şahîn e. Atiye Şahîn di salên 1990'an de ji ber zora dewletê ji gundê Dengiza ya Stewra Mêrdînê koçî Îzmirê kir û li vir têkoşîna xwe berdewam kir. Atiye Şahîn piştî koçî Îzmirê kir di nava Komeleyên Xizmên Windayan a Îzmirê (YAKDER) de cih girt û li mafê xwe geriya. Şahin, anî ziman ku wan ji ber zor û zextên dewletê koçî Îzmirê kir, lê piştî hatin Îzmirê jî zextên dewletê ji ser wan kêm nebû. Şahin, da zanîn ku ji ber pêkanînên li ser wê doz vekir, lê doza ku vekir ji ber dem borî dosya hat girtin.
'Hemû xaniyên gund şewitandin'
Şahîn, anî ziman ku piştî koçî Îzmirê kirin jî hat binçavkirin û rastî îşkenceya polîsan hat û wiha got: "Ji ber îşkencyea polîsan êdî ez nikaribîbûm bimeşiyama. Dema ez birim doktor min ji tirsa newêrîbû ku ji bijîşk re bêjim kîdera min diêşe. Polîsan piştî ez birim bijîşk dîsa çavê min girtin û ez birim li ber mal berdan. Çenga min bi îşkenceyê şikestibû. Cîranan ez nasnekirim. Min 15 rojan nekarîbû xwarin bixwara. Piştî îşkence, zor û zahmetiyên salan me xwest dîsa li gundê xwe vegerin. Dema em çûn gund her der hatibû şewitandin. Em neçar man ku dîsa vegerin Îzmirê."
'Serokê me jin azad kir'
Şahîn da zanîn ku çiqas zext liser wan zêde bû bêtir bi dozê ve hatin girêdan û wiha got: "Dewlet dibêje jin namûs e. Namûs ne jin e. Namûsa me nasnameya me ye. Nirxên me ne. Ji ber vê yekê Rêberê me Abdullah Ocalan li ser azadiya jinê rawestiya. Dive hemû gel ji bo mafê xwe têbikoşe. Divê çi dibe bila bibe, li gel hemû zor û zahmetiyan têkoşîn hebe. Cihê jinê jî qada têkoşîna azadiyê ye. Li gel îşkence, astengî û zordariyan çi dibe bila bile ezê têkoşîna xwe berdewam bikim."
(mae)