1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jina zana bingeha civaka demokratîk e
Jina zana bingeha civaka demokratîk e,jina,zana,bingeha,civaka,demokratîk,e

Jina zana bingeha civaka demokratîk e

A+ A-

EFRÎN – Li navenda Kantona Efrînê di bin dirûşmeya ′Jina zana bingeha civaka demokratîk e′ Konferansa Kongreya Star dest pê kir.

Kongreya Star li Kantona Efrînê konferansên xwe lidar dixe, da konferansa xwe ya giştî li Kantona lidar bixe. Konferans bi armanca nîqaşkirina rewşa jin a li Kantona Efrînê û hilbijartina Meclîsa Kongreya Star, têne lidarxistin. Li navenda Kantonê jî Kongreya Star di bin dirûşmeya ′Jina zana bingeha civaka demokratîk e′ dest bi konferansa xwe kir.

Konferans li navenda Şehîd Rûken, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hat xemilandin.

Di konferansê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zelal Ceger, dayîkên şehîdan, Endamên jin ên PYD′ê, Şaredariya Gel, Komeleya Êzidiyan, Komîn û KPC-Demokratîk′ jinên ciwan û Komîteyên Kongreya Star bi cilên folklorî beşdar bûn.

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya Kongreya Star Newroz Haşim da zanîn ku di vê pêvajoya hestyar ku herêm tê re derbas dibe û jin rastî gelek cureyên îşkenceyê tên, têkîlî û kordîneya di navbera jinên Kantonê de girîng e.efrin-knfirans-ya-jin-li-efrin-3

Newroz diyar kir ku şervanên jin pêşengiya hemleya rizgarkirina Reqqayê û tola jinên Êzidî hididin û ev tişt anî ziman: ″Bingehê şoreşê jine, divê em bigihêjin hemû jinên cîhanê û wan biparêzin.″

Tê payîn ku dê di berdewama konferansê rapora salane ya Kongreya Star were xwendin, nîqaş li ser werin kirin û Meclîsa Kongreya Star a Kantona Efrînê were hilbijartin.

(mm)

ANHA