1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinan careke din daxwaza edaletê kirin
Jinan careke din daxwaza edaletê kirin,jinan,careke,din,daxwaza,edaletê,kirin

Jinan careke din daxwaza edaletê kirin

A+ A-

HAMBÛRG / DEN HAAG / BRUKSEL 30.01.2014 07:36:02 Di çarçoveya çalakiyên edaletê yên piştî komkujiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê destpê kirin, li bajarên Almanya Stûttgart û Hambûrg, li paytexta Belçîkayê Brukselê û li bajarê Hollanda li Den Haagê jinên Kurd daketin qadan.

HAMBÛRG

Li bajarê Almanyayê Hambûrgê, Kurdistaniyan bi çalakiyekê ji bo sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileyê de li Parîsê hatin qetil kirin, edalet xwestin.

Di çalakiya bi pêşengiya jinên ciwan de bi dirûşma “Bêdengiya we di hevkariya we tê” li taxa Altonayê pêk hat û hat xwestin ku bûyer bê ronîkirin. Li qada mitîngê bi wayekî sembolîk sê darbest hat danîn, jinên ciwan posterên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirtin û gotin ku heta kujerên komkujiyê diyar nebe û dernekevin pêşberî darazê ewê çalakiyên xwe berdewan bikin.

Di daxuyaniya li ser navê jinên ciwan hat kirin de hat gotin ku komkujiya li Parîsê bi tektîkê kontra-gerîla û rêxistinên di serî li Fransayê, YE, Almanyayê û Hollandyê pêk tên de pêk hatine û hat gotin ku divê dest ji nêzîkatiyên “min nedît, nebihîst û nizanim” bê berdan, belge û tomarên deng ên derketin holê cidî li ber çav bên girtin û daxuyaniyek têrker ji raya giştî re bê dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji niha û pê ve çalakî wê li ber Serkonsoliya Tirkiyeyê ya li Hambûrgê were lidarxistin. Berdevka jinên ciwan da xuyakirin ku pêwîste hem Fransa hem jî Tirkiye biryara şopandina veşartî rake.

STÛTTGART

Ji aliyê Însiyatîfa Jinên Kurd a Stûttagartê û Komeleya Çanda Mezopotanyayê ve li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê ya kş Berlinerplatzê çalakiyek hat lidarxsitin. Di çalakiyê hat diyar kirin dengê bersûc Omer Guney û belgeyên girêdana wî bi MÎT’ê re derketine holê bên nirxandin û bang li Fransayê jî hat kirin ku dawî li bêdengiya xwe bîne.

Endamên Komîsyona Jinên Kurd li Stûttgartê her wiha bi wezîfedarê Konsolosiya Fransayê Fransayê Georges Turin re hevdîtin pêk anîn, 120 kartpostal ên li ser “Em edaletê dixwazin” nivîsandî radest kirin, da ku bide hikûmeta Fransayê.

Beriya çalakiyê parlementera Alman a Die Linkeyê Annette Groth peyamek ji çalakiyê re şand û piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên wan diyar kir.

BRUKSEL

Li Brûkeselê vê hefteyê jî çalakiya “Bêdengiya we ji hevkariya we tê “ ya ji bo sê jinên Kurd Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dom kir. Di çalakiya ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hat organîze kirin de wêneyên sê şoreşgerên Kurd, alên KJB’e û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de sloganên ““Em hemû Sakîn ne, Fîdanin, Ronahî ne”, “Bijî Serok Apo” û “Em edaletê dixwazin” hatin gotin.

Di çalakiyê de peyama heya ku kujer diyar nebin dê çalakiya Çarşemê jî hebe û bang li Kurdistaniyan kirin ku her çarşem beşdarî çalakiyê bibin.

DEN HAAG

Li bajarê Hollandayê Den Haagê wek her Çarşemê li ber avahiya Balyozxaneya Fransayê “Çalakiya edalatê” hat dom kirin.

Di çalakiya di seat 14:00’an de destpêkirî de jinan daxwazên xwe yên edaletê yên jib o sê jinên Kurd ên li Parîsê hatîn qetilkirin nû kirin. Li qada çalakiyê wêneyên sê jinên şoreşgerên Kurd vekirin û sloganên di derbarê daxwaza edelatê de gotin.