Jinan dest bi rojên şeîreyan kir
Navenda Piştevaniya Jinan a Şaredariya Sûrê (KADEM) ji bo çanda kurdan bide jiyandin rojên çêkirina şeireyan pêk anîn
Navenda Piştevaniya Jinan a Şaredariya Sûrê (KADEM) ji bo çanda kurdan bide jiyandin rojên çêkirina şeireyan pêk anîn.
Navenda Piştevaniya Jinan a Şaredariya Sûrê (KADEM) ji bo çanda kurdan bide jiyandin li taxên Hazirli û Dabanoglu rojên çêkirina şeireyan pêk anîn. Di roja şeîreyan de Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Alîgira Şaredar Gulbahar Ormek, Endama Meclîsê Semra Turan û Azize Kutlu, jinên li taxê amade bûn. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrtaş, ji ber vê xebata jinan, jin pîroz kirin û serkeftin ji wan re xwest.
Alîgira Şaredar Gulbahar Ormek jî anî ziman ku ev projeya jiyandina çanda şeîreyan e û dixwazin di demsala şeîreyan de dîsa vê xebatê pêş bixin. Ormek, anî ziman ku dê li her taş û kolanan vê çandê zindî bikin û pêş bixin. Ormek, da zanîn ku niha li KADEM'a Hasirlî ne û wiha got: "Me li ser pêşniyara hevalên xwe yên jin ev xebat û proje da destpêkirin. Armanc piştevanîe û şêwirmendiya jinan e. Em dixwazin bi vê çandê têkiliya jinên taxê yên navxweyî xurt bikin."
(mae)