Jinan ji DÎHA'yê re nûcegîhanî kir
Nûnerên saziyên jin ên Amedê ji bo piştgiriyê bidin DÎHA'yê û binçavkirina 46 rojnamegrên kurd şermezar bikin nûçegîhaniya dildarî kirin û rojname belav kirin. Jinan ji bo dîhayê kameremanî kirin û dîmen kişandin.
'DÎHA guh û çavê kurdan e'
Jinan piştgirî dan Rojnameya Azadiya Welat, Ozgur Gundemê û DÎHA'ye Nûnerên saziyên jinen e Amedê bi boneya piştgiriye bidin çapemêniya azad rojname belevkirin û bi dildari nuçe gihanî kirin. Li ber AZC Plazayê rojnameyên Azadiya Welat Ozgur Gundemê û nuçegihani kirin. Di belavkarî ye da 50 rojname hatin belavkirin ji aliye saziyên jinan Ceren, SELÎS, Koperatifa Jinan a Rezan, KADEM, DİKASUM û gelek saziyên din tevli çalakiyê bûn. Li se rnavê jinan Seroka Komeleya SELÎS'ê Ruşen Seydaoglu, anî ziman ku ew operasyon û zextên li ser çapemeniyê şermezar dikin û dixwazin bi lezgîn xebatkarên çapemeniyê serbest bên berdan. Jinan, anîn ziman ku ji iro û şûnde dê wekî nûcegîhanên dildar xebatê bimeşînin û wiha gotin: "Em dê hem wêneyan bikişînin û hem jî dîmenan bikişînin. Em de rojnamegeriya xwe bi xwe bikin û bi dildarî bikin tu zext me ji tekoşine nikarê dur bixe."
Ji dakiyên Aştiyê piştgiriya DÎHA'yê
Li aliyê din dayikên Aştiyê yên Amedê jî ajansa me DÎHA ziyaret kir û pişt re ji bo serdegirtina buroyan û binçavkirinan şermezar bike li ber Çeysa Plazayê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan di daxuyaniyê de dowîzên "Faşîzma AKP'ê nikare çapemeniya azad bêdeng bike", "Bese Ji Faşizma AKP'ê re", "Em hemû nûcegîhanê DÎHA'yê ne" û "Heqîqet nayê bedeng kirîn", "Erdogan fermandê dide polîs digire" û "Em he mu Nûçegihanên DÎHA'yê ne" hatin hilgirtin.
Li ser navê Înîsiyatîfê Hava Kiran daxuyanî xwend û diyar kir ku dixwazin bi girtina rojnamegerên kurd dengê gelê kurd bigirin û wiha got: "Serdagirtina li dijî DÎHA'yê ew e ku pêşiya rastiyan bigirin e." Raîfe Ozbek jî bang li hemû rojnamegerên li herêmê dixebitin kir û wiha got: "DÎHA li herêmê çav û guh e divê hemû rojnamegerên li herêmê ji DÎHA'yê re nûçeyan bişînin."
Foto:Şukran Mizrak -Nucegîhana dildar)
DİHA (yo/ft/mae)