Jinan li ser sînor dest bi nobetê kir
RIHA (DÎHA) - Jinên bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan hatin li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê ji bo piştevaniya berxwedêrên YPJ'ê dest bi nobeta berxwedanê kirin. Jinan diyar kirin ku "li hemberî çeteyên DAIŞ'ê jin li Kobanê û Şengalê şahidiya berxwedana dîrokî dike."
Jinên bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan hatin li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê ji bo piştevaniya berxwedêrên YPJ'ê dest bi nobeta berxwedanê kirin. Jin wê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan heya 25'ê mijdarê bi boneya piştevaniya bi şervanên YPJ'ê re nîşan bidin. Li ser banga Tevgera Jinê Azad û Demokrat (DOKH) bi sedan jinên hatine tevlî berxwedana li ser sînor bibin li gundê Mehserê daxuyanî dan çapemeniyê.
Li ser navê komê endama Tevgera Jinan a Demokratîk (DKH) Gulçin Ozer daxuyanî da. Ozer diyar kir ku ji aliyê emperyalîstan ve polîtîkayên şer ên qirêj li ser jinan tên meşan din. Ozer bilêv kir ku "ji ber polîstîkayên şer yên qirêj yên li Kurdistanê tên meşandin, bi sedan jin li Şengal, Kobanê û Rojava di bazarên koletiyê de tên firotin" li hemberî van polîtîkayên şer yên qirê li Rojava jinên kurd şer dikin.
'Hemû dinya bi herin li ser sînor'
Ozer derbirî ku jinan li Şengal û Kobanê berxwedanek dîrokî daye nîşan dide. Ozer bilêv kir ku çeteyên DAIŞ'ê piştevaniya xwe ji dewletên dinyayê digre û wiha axaftina xw doman em weke jinên DKH'ê tevahî jinên li ber xwe didin silav dikin. Ozer bang li tevahî dinyayê kir ku bi herikin li ser sînor û tevlî berxwedana nobetê bibin.
Daxuyaniya jinan bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
(oî/wk)