JINHA û Jinên Yekemîn
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) hem li Kurdistanê, hem li cîhanê ajansa
yekemîn a jinan e. Ne tenê yekemîn e, hîn jî tekane ye û ji wê pê ve li
cîhanê ajanseke jinan tune.
Ajans bi kurdî, tirkî û îngilîzî
weşanê dike, lê hejmara nûçegihanên jin ên kurdiya modern dizanin hindik
in. Lê dîsa jî nûçeyên Jinha ên xwerû bi kurdî tên nivîsandin û tirkiya
wan dernakevin hene.
Ji niha ve gelek rojname, kovar, tv û radyo nûçe û bernameyên xwe bi saya Jinha dewlemendtir pêşkêş dikin.
Ajansê
roja 8'ê adarê (roja jinan) avakirina xwe diyar kir. Lê di heman rojê
de malpera ajansê jinhaber.com neket weşanê. Ji ber ku fîrma ku bername
amade dikir, karê xwe nigihandibû. Jinhayê ji ber vê yekê karê çêkirina
malperê û bernameya ajansê dabû fîrmayeke din û hîn dema wê mabû.
Lê
dîsa jî malper di devê tolaz.org de bûbû benîşt. Li gor tolaz.org
"Jinhayê bi teknolojiyeke wisa weşan dikir, ku tenê jinan nûçeyên
malperê didît."
Heneken tolaz.org li aliyekî, hinek kanalên TV,
Radyo û Rojnameyan jî ketibûn tasewaseke girîng. Sedem jî girîng bûn. Ku
tu ajanseke nûçeyan bî, divê tu nûçeyên xwe bi nivîs û dîmenan
ragihînî. Ji bo dîmenan jî piraniya ajansan bernameyên FTP bi kar tînin.
Ji ber vê, aboneyên Jinhayê jî ji Jinhayê doza şîfreyên FTP'ê dikirin,
lê di destê Jinhayê de şîfre tunebûn.
Ajansa Nûçeyan a Jinê ya
yekemîn, bi nûçeyên avakirinê û resepsiyona xwe nav dabû, lê rêveberên
wê Xezal û Xangul wekî çûka çigçigankê lingek li vir û yek li wir bûn.
Fîrmaya bernamenûsiyê ya kurd Koberzê ji Jinhayê re gotibû ku ew ê êdî
bêyî şîfreya FTP orjînala hemû vîdeoyên nûçeyan bigihînin aboneyên xwe.
Ev taybetiyek baş bû, lê TV û Rasyoyên heyî ji Xezal û Xangul re digotin
"ku tiştekî wisa hebûya, dê ajansek di vî warî de mînak hebûya".
Her
du rêveberên ajansê ji tirsa ku di devê tolaz.org û hemû org'eyên din
de nebin mijara henek û tinazan, her roj diçûn devê deriyê Koberzê. Lê
fîrmayê ji xwe bawer ji wan re gotibû ku "hemû ceribandinên me qediyane,
yên ku tinazên xwe bi we dikin, dê bi dîtina vê teknolojiyê re li cihê
xwe rûnin û ji we re li çepikan bixin."
Bi rastî jî roja ku
malperê dest bi weşanê kir û her roja ku çû, xebata Jinhayê bêhtir hate
pîrozkirin û teqdîrkirin. Cara yekem ajanseke kurd, kurdî, ja jinan û li
cîhanê tekane, bi taybetiyên dewlemend dest bi weşana xwe dikir.
Aboneyên ajansê piştî ku bi şîfre ketin malperê, dîtin ku dikarin hemû
vîdeoyên nûçeyan hem temaşe bikin, hem jî orjînala wan daxin. Arşîva her
tiştî bi rojan û mehan li cihê xwe dima û aboneyan kengî bixwesta xwe
bi awayekî rêk û pêk digihand her tiştî.
Xezal û Xangulê xwe bi
vî rengî, di deqeya dawî de ji nav dev û diranên henekçî û tinazkiran
rizgar kirin. Lê karê wan bi evqasî nediqediya. Ji ber ku di ajansê de
tenê jin dixebitin, diviya ku hejmara nûçegiyanên xwe zêdetir bikirina,
perwerdeya wan bida. Ji her tiştî girîngtir, diviya ku jinên bi kurdiya
modern dizanin, destek bidana wan.
Bi taybetî jinên ku nûçeyên
beşa tirkî bi awayekî rêk û pêk wergerînin kurdî. Ev jî li aliyekî,
jinên ku ji Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakur nûçeyan amade bikin,
vîdeoyên nûçeyan û wêneyên nûçeyan bikişînin û ji wan re bişînin û bi
wan re kar bikin. Her wisa jî ji bo beşa îngilîzî. Lewre îngilîzî dikare
dengê jina kurd bigihîne cîhanê û vê ajansa tekane ya jinan bike
navnîşana jinên ji her zimanî.
Jinên kurd careke din tekanebûna xwe nîşan dan.
Ji bo dîtina malpera ajansa nûçeyan a jinê vir bitikîne.