Jinên Amedî: Ji bo azadiyê yekitiya jinan divê
10:50 27.02.2014 1 / 7 AMED (DÎHA) - Jinên amedî diyar kirin ku jinên kurd bi têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve azad bûn û ji bo azadiya jinan divê yekitî hebe û hemû jin ji bo azadiya xwe bitêkoşin.
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) de bi dirûşam 'Bi jina azad ve neteweya demokratîk' kampanya hat destpêkirin û xebatên kampanyayê didomin. Jinên amedî der barê kampanyayê ji DÎHA'yê re axivîn. Welatiya bi navê Naciye Tanriverdî têkoşîna azadiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi bîrxist û diyar kir ku wê demê jin xwedî gotin nebûn û wiha got: "Bi saya Rêbertiyê jinên kurd xwe naskirin û ji bo azadiyê dest bi têkoşînê kirin. Jin ji bo azadiyê derdikevin qadan û çi ji destê wan tê, pêk tînin. Êdî jin xwedî gotin in. Ger jin azad bibe, dê civak jî azad bibe. Em ê têkoşîna xwe azadiyê bidomînin. Em vê yekê jî deyndarê Rêber Apo û jinan in. Wekî jin mafên me hene. Em niha di ferqa vê de ne û heta îro hatin. Em ê bêtir pêş bikevin. Ji ber ku jin azad bibin dê welat demokratîk bibe."
'Jin azad bibe dê civak jî azad bibe'
Welatiya bi navê Sidika Kalkan anî ziman ku jin azad bibe dê welat û gel jî azad bibe û jin hêj bi temamî azad nebûne û li pêşiya wan riya azadiyê heye lê gelek jin di ferqa vê de nîn in. Welatiya bi navê Meral Sari (23) diyar kir ku ji bo wê azadiya jinê tê wateya ku jin bi awayekî azaz nêrînên xwe bînin ziman û wiha axivî: "Di civaka kurd de jin bi temamî azad nîn in. Hêj jin bi zextan re rû bi rû dimînin. Hem malbat zext dimeşîne û hem jî dewlet zext dimeşîne. Divê jin kewneşopiya feodal ji holê rakin û pêşî li azadiyê vekin. Ji ber ku jin azad bibe dê civak jî azad bibe."
'Bi salane jin li ser piya nin'
Jina bi navê Gulistan Derelî (32) da zanîn ku 5 hezar sal in jin rastî zextan tên û li hember feraseta serdest ya mêr têdikoşin û li hember qetilkirina jinan bi salane jin li ser piya nin, divê êdî feraseta serdest ya mêr mehkûm bibe. Derelî destnîşan kir ku ew jî wek jinekê her tim bi zextan re rû bi rû maye û wiha got: "Min bi salan li hember zextên malbatê li ser xwe da. Bi darê zorê hatim zewicandin. Min li hember feraseta feodal ya hevserê xwe jî têkoşîn meşand. Jiyana min wiha derbas bû. Di encama van têkoşînan de, ez bi nasnameya xwe ya azad ve li ser piya mam. Ger jin bixwaze tu astengiyan nas nake. Azadiya jinê pîroz û mezin e. Divê beriya her tiştî jin azadiya xwe bi dest bixe û bi awayekî azad fikrên xwe bîne ziman."
'Eger jin ji xwe bawer bin dikarin her tiştî bikin'
Welatiya bi navê Nejla Eskîn (43) anî ziman ku bi têkoşîna azadiya gelê kurd ve jina kurd azadiya xwe bidest xist û jin tenê bi gotinê û rojekê ve azad nabin û azadiya jinê bi têkoşînê pêkan e. Jina bi navê Hazal Tunç diyar kir ku ger jin azad nebe ew erdnîgarî û welat jî azad nabin, divê di serî jinên kurd û hemû jin bikevin riya azadiyê û divê jin hevdu biparêzin. Jina bi navê Muslume Ketekçîler anî ziman ku divê jin ji xwe bawer bin û eger jin ji xwe bawer bin dikarin her tiştî bikin û wiha got: "Eger jinek azad bibe, ji xwe bawerî jî zêde dibe û di nav civakê de xwe venaşêrin. Em dibînin ku jin azad in lê bi temamî azad nîne. Em bi saya Serok Apo û PKK'ê gihîştin van rojan. Her wiha di encama têkoşîna jinên di nav tevgerê de em gihîştin van rojan."
(ça)