Jinên asayîşê parastina Serêkaniyê dikin
AHMET SUMBUL - SERÊKANIYÊ ANF Li Rojava, piştî ku par bajar û bajarok ketin destê gel, Kurdan dest bi avakirina saziyên xwe yên fermî kirin. Di nava xebatên şaredarî, yekîneyên ewlekarî û leşkerî de jinan wezîfe girtin. Li gel YPG'ê rêxistineke nû ya leşkerî ya bi navê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hat avakirin û ji bo dest li bûyerên edlî yên li navendên bajêr rû bidin werdin û edaletê bicih bînin, Asayîşên Jinê dest bi kar kirin. Em bi jinên li Asayîşa Serêkaniyê û eniyên leşkerî de cih digirin re axivîn.
Li Rojava, piştî serhildana 19'ê Tîrmeha sala 2012'an, gelek bajar û bajarok ketin destê Yekîneyên Parastina Gel. Kurdan bi lez xwe bi rêxistin kirin û bi Ereb û Suryaniyan re xetên xwe yên parastinê ava kirin. Dûre jî, saziyên karibin xizmeta gel bikin, hatin avakirin. Şaredarî, yekîneyên ewlekarî û leşkerî hatin avakirin.
Yek ji van saziyên ku li gelek bajar û bajarokan hatine avakirin Yekîneya Asayîşê ya Jinê ye. Yanî hêza jinan a ewlekariya bajaran dikin. Fermandara Yekîneya Asayîşa Jinê ya Serêkaniyê Leyla Elî da xuyakirin ku heman piştî şoreşa Rojava destpêkê hêza asayîşê ya ji mêran hatiye avakirin, lê piştre li ser pêdiviyan hêza asayîşê ya ji jinan hatiye avakirin.
Leyla Elî diyar kir ku dema destpêkê hêza asayîşê ya jinê hat avakirin, ji aliyê civakê ve zêde nehat fêmkirin lê piştre gel fêrî vê bû û got, "Miraq dikirin ka jinê çawa weke 'polîs' wezîfeyê bikin. Lê dema karên me dikirin dîtin, em qebûl kirin. Dîtin ku ji jinan jî dikare hêza asayîşê pêk were û jin dikarin vî karî ser bixin. Piştî ku ev dîtin, êdî di mijara asayîşê de alîkarî dan me."
XEBATEKE HEVBEŞ A BI MALA JINÊ RE
Leyla Elî ragihand ku niha li Serêkaniyê şer heye û jin jî di rewşa parastin û ewlekariyê de ne û got, "Li vê derê em niha deh jin in. Beriya her tiştî em jinan diparêzin. Dema pirsgirêkek edlî ya jinan çê bibe, em pê re eleqedar dibin û karên pêwîst di wê derbarê de dikin. Dema em diçin teftîşa malekê, eger li wê malê jin hebe em jî bi hêza din a asayîşê re diçin cihê bûyerê. Bi giranî pevçûnên navbera hevseran de ji me re tên ragihandin. Em bang li aliyan dikin. Û wan li hev tînin. Eger em pirsgirêkê nikaribin çareser bikbin, hingî wê dişînin Mala Jinê. Saziya Mala Jinê bi asayîşa jinê re di nava hevkariyê de tevdigere."
Leyla Elî anî ziman ku piştî gel wan qebûl kir, êdî îxbarên bûyerên edlî yên li dijî jinê ji wan re tên ragihandin û ew jî karên pêwîst dikin. Elî got, "Em pirsgirêkên cidî yên asayîşê najîn. Carekê îxbarek hat; gotin bav keça xwe kuştiye. Em çûn cihê bûyerê, me keşif kirin. Me tehqîqat kirin. Niha ji ber ku rewşa şer heye, zêde pirsgirêkên asayîşê xwe nadin der."
NALÎN BEXTIYAR: EM BI MÊRAN RE TEVLÎ ŞER DIBIN
Li Rojava hêzeke din a ji jinan pêk tê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ye. Li her qadên Rojava ev yekîne ava bûye bi temamî ji jinan pêk tê. YPJ ku rêxistinbûyîneke leşkerî ye, jinên di nav de cih digire dem bi dem diçin eniyên şer û şer dikin.
Nalîn Bextiyar ku beriya du hefteyan di serdegirtina li dijî El Nûsra ya li Til Xelefê de cih girt, da xuyakirin ku weke yekîneya jinê ew gel diparêzin û di demên pêwîste de diçin eniya şer.
Bextiyar ragihand ku di serdegirtina qereqola El Nûsra ya li Til Xelefê de ew 7 jin jî amade bûn û piştî El Nûsra bi wan hesiyane, pevçûn derketiye û got, "Weke hêza YPJ em ketin şer. Di şerê serdegirtina me de, ji aliyê dijber mirî çê bûn. Dema me xwe vedikişand, bi çekên giran êrîşî me kirin. Hevalekî me yê mêr ê di hêza parastinê de cih digirt, jiyana xwe ji dest da."
Nalîn Bextiyar diyar kir ku dema şer derdikeve weke YPJ ew diçin eniya şer û got, "Niha gelek hevalên me yên jin, li qadên şer in. Niha li vê qereqolê nêzî 20 hevalên jin hene. Dema şer derkeve, em jî diçin şer."
ŞERVANÊN JIN ÊN JI QAMIŞLO HATIN SERÊKANIYÊ
Yek ji şervanên jin ên li eniya şer a Serêkaniyê şer dike Zozan Cûdî ye. Zozan Cûdî 20 alî ye. Ji Qamişlo hatiye Serêkaniyê. Zozan Cûdî anî ziman ku ji bo alîkariyê bide gelê xwe ew hatiye vê derê û got, " Ji bo qada Serêkaniyê ji komên çete xalî bikin, em li vir in. Di meha Tîrmehê de êrîşî vê derê kirin. Dixwestin vê derê bi dest bixin. Lê bi awayekî giştî me li dijî vê şer kirin û me ew ji vir qewirandin. Emê axa xwe radestî çeteyan nekin. Vana pêlîstokên hêzên cûda ne. Li ser navê wan êrîş dikin. Bi çekên giran êrîşî me dikin. Lê em bersivê didin wan. Ev erd erdê me ye, welat welatê me ye. Heta dilopa talî ya xwîna xwe, emê li vir bin. Ji bo namûs, şeref û welatê xwe, me çek hilgirtine ser milê xwe."