Jinên di nava malê de rastî tacîzê tên dibin qurban
Jinên di nava malê de rastî tacîzê tên dibin qurbana malbatê
Jinên di nava malê rastî tacîzê tên, diyar kir ku ji bo navê wan û rumeta malbatê neye binpêkirin zêde dengê xwe nakin. Jinên ku nexwestin navê xwe bidin serpêhatiyên xwe yên tacîza di nava malê de anîn ziman. Jinên ciwan diyar kirin ku rastî tacîza xizmên xwe hatin, lê ji bo helîn û lûsê wan hilneweşin û bûyer dernekeve dengê xwe nekirin.
Tacîz û tecawiza nava malê di nava civakê de weki nexweşiyek kronîk her ku diçe têkiliya civakê birîn dike. Her ku diçe mafê jinan tê binpêkirin û jinên ku nikarin dengê xwe bilind bikin rastî neheqî û tundiya derûnî tên. Jinên ku dewêrin vê yekê aşkere bikin, her tim di bin zext û zordariyê de dijîn. 2 jinên ku di nava malê de rastî tacîzê hatin û ji ber ewlehiyê navê xwe naanîn ziman serpêhatiyên xwe axivîn.
'Bavê min sîle li min da'
Jina ciwan ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda, diyar kir ku di 12 salî de rastî tacîza pismamê xwe hat û wiha got: "Ez gelek caran rastî tacîza pismamê xwe hatim, lê ji tirsa min newêrîbû dengê xwe bikim. Ji ber ku êdî min îdare nekir min ev yek ji pismamê xwe re got. Pişti ku min ev yek got bavê min bihist û sîle li min da. Li min da û xwest ez vê yekê ji tu kesên din re nebêjim. Min fam nekir ku çima li min da û min dengê xwe qut kir. Pişt re xwest min bi pismamê min re bizewicînin. Piştre ez bi yekî din re reviyam û zewicîm. Hevserê min jî her tim li min dida. Ji ber lêdana wî ez dîsa reviyam malê. Malbatê jî xwest ez li hemberî hevserê xwe bi hurmet bim. Ji ber lêdanê min hevserê xwe berda. Niha 3 zarokên min hene. Ez nikarim hezkirina xwe nîşanî wan bidim. Derûniya min nebaş e. Ji bo tibara malbatê xera nebe bavê min li min da û xwest ev bûyer belav nebe. Li gorî wan ez çi bijîm ne girîng e. Ya muhîm malbatm e."
'Zavê min tacîzî min kir'
Jina din ya ciwan jî anî ziman ku ew dema 10 salî bû diçû mala xwişka xwe û ji aliyê zavê xwe ve rastî tacîzê hat. Jina ku rastî tacîza zavê xwe hat wiha serpêhatiyên xwe anî ziman: "Ez 10 salî bûm. Min pir ji xwişka xwe hez dikir û diçûm cem xwişka xwe. Ez rojeke dema çûm mala xwişka xwe, zavê min got pişta min bifirkîne. Piştre destê xwe da sînga min. Destê xwe li ser hemû bedena min gerand. Dema ev yek dikir hişê wî ji serê wî çûbû. Min wê demê tiştek nekir. Mahdê min li hev ket. Ji bo xwişka min nebihîze min dengê xwe nekir. Min got dê xwişka min min tawanbar bike û ez tirsiyam. Piştî vê bûyerê û şûnde min nexwest biçim mala xwişka xwe. Lê her tim zavê me bang min dikir û dixwest biçim wir. Dema ez dîsa çûm dîsa heman tişt anî serê min.
'Xwişka min ji bo helîna wê hilnewexe dengê xwe nekir'
Jina ku rastî tacîza zavê xwe hat wiha berdewam kir: "Ji ber ku min tiştek ji kesî re negot û ez êdî neçûm wir, xwişka min bi israr bang min kir û xwest biçim wir. Piştre dema ez rastî tacîza hevserê xwe hatim xwişka min ji bû şahidê vê yekê. Xwişka min dema ev yek dît ji bo hêlîna wê hilneweşe dengê xwe nekir. Piştre min bihîst ku zavê min bi heman rengî tacîzî xwişka min a din jî dike. Xwişka min nikarîbû xwe biparasta. Min êdî ji xwişka xwe nefret kir. Ez ji aliyekî jê pir aciz im, li aliyê din jî ez dizanim çiqas bêçare ye"
'Piştî zavê me mir ez kêfxweş bûm'
Jina ku rasti tacîzê hat anî ziman ku piştî demekê zavê wan mir û ew pir bi mirina zavê xwe kêfxweş bû û wiha got: " Min hin caran dixwest ez tû ruyê zavê xwe bikim û bikim qêrîn. Dema mir ez kêfxweş bûm ji ber ku pîsekî din paqij bû. Ez niha difikirim zavê min derûniya min xera kir, lê ew bi awayekî pir xweş mir. Wî ev mirina xweşik heq nekir. her tim tiştê xerab tê serê jinê. Her ku ew rewş tê hişê min ez tacîzê li ser xwe hîs dikim. Her kesî ew mirovekî baş dizanî, lê ew mirovekî tacîzkarbû.
(mae)