1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jinên Erep ên YPJ'î: Ez ji bo azadiya jinê şer dikim
Jinên Erep ên YPJ'î: Ez ji bo azadiya jinê şer dikim,jinên,erep,ên,ypj,î,ez,ji,bo,azadiya,jinê,şer,dikim

Jinên Erep ên YPJ'î: Ez ji bo azadiya jinê şer dikim

A+ A-

26 Gulan 2014 ÎSMAÎL ESKÎN

HASEKÊ (DÎHA) – Jina ciwan a bi navê Roj Dersîm a ku ji malbatekî ereb û ji Helepê ye û got; "Ez ji bo azadiya jinê şer dikim" li Hasekê li hemberî hêzên reşîm bi bi şervanên jin ên YPJ'î re di eniya pêş de şer dike. Roj Dersîm, diyar kir ku heskirina jinên kurd a ji bo azadiyê bandor li wê kir û wiha got: "Heya azad dibim û ez dê heya dawiyê şer bikim."

Li bajarê Hasekê yê Rojava ligel şerê pêktê, kesên şer jî dikin çîrokên wan balkêşin û ev yek jî nîşaneya şoreşa gel çawa hatiye înşakirin dide xuyakirin. Şerê di navbera YPG-YPJ û hêzên rejîmê û çeteyan der li tevahiya bajar belav dike. Li herêmê şer lê diqewime şervanên YPG-YPJ'ê ji bo ewlehiya gel bi parêzer bi rojanin di pozîsyona parastina rewa de ne û bersiva êrîşan didin. Di pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û YPG'ê de tenê hinek avahî hene. Di qadên di bin parastina YPG'ê de di her temen de jin û zilam ên şer dikin mirov dikar bibîne. Di nav şervanên zewicî, bêkar, ciwan û pîr heyî de ji her gelan mirov hene û ji bo bajar ji dagirkeriya hêzên rejîma Esad rizgar bikin di nav şer de cih digirin. Li qadên şer lê dijwar yek jî qada şervanên jin ên YPJ'ê ye. Di nav şervanên YPJ'ê de ji her gelan şervanên jin hene. Yek ji wan şervanan Roj Dersîm a ku ji malbatekî erep û ji Helepê ye. Roj Dersîm di nav YPJ'ê de weke şervan sekvan li dijî hêjên rejîmê şer dike.

'Vê heskirinê ez anîm vir'

Dersîm ligel kurdî nizane bi hevalên xwe re hev fêm dike, diyar kir ku 7 meh berê tevlî refên YPJ'ê bû. Dersîm, anî ziman ku ji roja Şoreşa Rojava dest pê kir heya niha heskirina jinên kurd a li hemberî azadiyê ew gelek bi bandor kir û wiha got: "Vê heskirinê ez anîm vê qadê" Dersîm, da zanîn ku şervanên jin ên kurd li Rojhilata Navîn tabuyek şikand û ji bo ew jî wan tabuyan di xwe de bişkêne biryara tevlî YPJ'ê da û wiha axivî: "Jinên kurd ji ber ku azad in dikarin li her qadê bimînin. Ez jî weke jinek erep ji bo di vî şerî de azad bibim cih digirim."

'Heya azad dibim ez dê şer bikim'

Dersîmê, bilêv kir ku li Suriye du vebijark hene û wiha pê de çû: "An ez dê bibam alîgirê rejîmê an jî yên çeteyan. Lê her du alî jî jinê tune dikin, li ber çavan nagirtin û dijbar dibînin in. Jin jî vebijarka xwe li hemberî jinê kurd û şer bikaranî. Yanî min vebijarka azadiyê hilbijart." Dêrîm, got, "Heya ez azad dibim ez dê şer bikim." û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber ku min azadiya xwe peyda kir ez li vir şer dikim." Dêrîm, destnîşan kir ku şerê li Rojava dikin tenêyê jiyê gelan nîn e şerê jinê ye jî û wiha got: "Ya desthilatdar hişmendiya zilam e. Hişmendiya zilam a serdest jî mêtîngerî û tunekirina jinê dike." Dêrsîm, destnîşan kir ku weke jinek ereb li Hasekê li dijî derdorên nîjadperest ên erep ji bo tevgera azadiya jinê û şoreş gel a Rojav şer dike.

(bd)