1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jinên Hesekê amadekariya avakirina tabûra Parastina Cewherî dikin
Jinên Hesekê amadekariya avakirina tabûra Parastina Cewherî dikin,jinên,hesekê,amadekariya,avakirina,tabûra,parastina,cewherî,dikin

Jinên Hesekê amadekariya avakirina tabûra Parastina Cewherî dikin

A+ A-

RÛKEN BERÎ/ALVA OSÊ

HESEKÊ – 125 endamên jin ên Hêza Parastina Cewherî yên bajarê Hesekê ku di perwerdeyeke leşkerî re derbas bibûn, amadekariyên xwe ji bo avakirina tabûrekê dikin.

Di çarçoveya parastina rewa de û ji bo xweamadekirina ji hemû rewşên awarte re, di 19’ê adara 2015’an de li bajarê Hesekê Hêza Parastina Cewherî ji welatiyên hemû pêkhateyan hate avakirin.

Jinên bajarê Hesekê cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de girtin û beşdarî nava Hêza Parastina Cewherî bûn. 125 endamên jin ên Hêza Parastina Cewherî yên bajarê Hesekê ku di perwerdeyeke bikaranîna çekan û hunerên şer re derbas bibûn, amadekariyên xwe ji bo avakirina tabûrekê dikin.

Piştî ku li taxên başûrê bajarê Hesekê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên rêjîma Baasê de welatiyên van taxan berê xwe dane taxên di bin kontrola hêzên YPG’ê û YPJ’ê. Taxa Ezîziyê jî rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hat. Hemû êrîşên çeteyan li dijî welatiyên taxa Ezîziyê ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hatin şikandin. Hêza Parastina Cewherî jî niha li rex hêzên YPG’ê, YPJ’ê û hêzên Asayîşê bi erka xwe di parastina bajêr de radibe.

Endamên jin ên Hêza Parastina Cewherî li rex hêzên Asayîşê cihê xwe li ser bendên kontrolê digirin.

Endama bi navê Roj Elî ku ji niştecihên taxa Ezîziyê ye derbarê mijarê de wiha got: “Hemû misyonên ji me tên xwestin em bi rêk û pêk bi cih tînin. Eger ji me were xwestin em ê cihê xwe di eniyên herî pêş ên berxwedanê de bigirin û em li ser riya azadî û rûmetê de tirs û lewaztiyê nas nakin.”

Endama bi navê Jiyan Ebdo derbarê heman mijarê de got ku ew wekî jinên bajarê Hesekê bi erka xwe di parastina welatiyan de radibin û soza şopandina riya hemû cangoriyên riya azadiyê û rûmeta hemû pêkhateyên herêmê dubare kir.

Derbarê mijara avakirina tabûreke jinan di nava Hêza Parastina Cewherî de Rêvebera bi navê Emel Zêdî diyar kir ku wan heta niha ji bo avakirina tabûrê 125 jin birêxistin kirine û di demeke nêz de dê tabûra jinan bi merasîmekê ragihînin.

(jh/

ANHA