Jinên ku cenaze şûştin: DAIŞ'ê jî ev hovîtiye ne kiriye
RIHA(DÎHA) – Cenazeyên 28 welatiyên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin bi armanca teşhîrkirinê anîn Rihayê. Der barê rewşa cenazeyan de jina bi navê Hadle Ogur ku ji bo şûştina cenazeyan bi dildarî çûye nexweşxaneyê, anî ziman ku heta niha 9 cenaze şûştine û wiha got: "Cenaze hatine şewitandin, gulebaran kirin, perçe kirin û bi gazên kîmyewî hatine qetilkirin. Her wiha jina bi navê Adalet Çay jî hovîtiya li ser cenazeyan hatiye kirin bi van hevokan anî ziman: "Cenaze parçe bûbûn û porên wan şewitîbûn. Yên ku xwedî namûs li hemberî vê zilmê bêdeng namînin. Çeteyên DAIŞ'ê jî ev hovîtiye nekirine."
Cenazeyên 28 welatiyên sivîl ên ku di Jêrzemînên Cizîrê de ji aliyê hêzên artêşa tirk ve bi awayekê hovane hatine qetil kirin, bi armanca teşhîrkirinê anîn nexweşxaneyên Riha yê. Ji van cenazeyan yên Sultan Irmak, Fehmî Dînç, Mesut Arsin, Ercan Bîşkîn, Sînan Kaya, Mehmet Kulbay, Fatma Demîr, Bariş Gasîr û Yunus Meral ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîr kirin. Cenazeyên hatin teşhîr kirin ji aliyê malbatan ve bi armanca definkirinê birin bajarên wan. Der barê hovîtiya ku li ser cenazeyan pêk hatî de jinên bi navên Hadle Ogur û Adalet Çay ku ji bo şûştina cenazeyan bi dildarî hatine morgê axivîn. Welatiyan dan zanîn ku li ser cenazeyan kiryarên dijmirovî pêk hatine.
‘Hatina şewitandin, gulebaran kirin û birîn'
Jina bi navê Hadle Ogur da zanîn ku li ser cenazeyan şopên îşkenceyê hebûn û hovîtiya li ser cenazeyan bi van hevokan anî ziman: "Malbatan nedikarî cenazeyan teşhîr bikin. Hemû hovîtiyên dijmirovî li ser wan cenazeyan pêk anî bûn. Hatibûn şewitandin, gulebaran kirin, birîn û bi gazên kîmyewî hatibûn qetil kirin. Di dema şûştinê de em rastî hovîtiyê hatin. Hinek di navde dihatin nas kirin. Lê hinek jê jî bi tu awayî nedihatin nas kirin."
‘Piştî îşkenceyê hatine qetilkirin'
Di berdewamiya axaftina xwe de Ogur destnîşan kir ku ji ber ku ev demekî dirêje cenaze hatine sekinandin êdî bêhn jê tê û wiha dom kir: "Li cihê ku hatin qetil kirin û li morgê demekê dirêj hatine sekinandin. Tu cenazeyên ku me şûştin yek perçe nînin. Beriya qetilkirina wan bi awayekî hov îşkence lê hatiye kirin. Ji xwe ji birînên wan mirov bi hêsan dikare vê yekê bibîne. Gelek jê şewitîbûn. Ya ku li ciwanan hatî kirin, hovîtiye. Em rastî hovîtiyekî wiha hatin. Min dema ku ew cenaze dîtin, min ji mirovahiya xwe şerm kir. Êdî xew bi çavên min nakeve."
‘Çengên wê hatibûn perçe kirin'
Welatiya bi navê Adalet Çay a ku di şûştina cenazeyan de hatibû peywîrdarkirin jî hovîtiya ku dîtî bi van hevokan tîne ziman: "Gelek malbatan nedikarî cenazeyên xwe teşhîr bikin. Cenaz hatibûn perçe perçe kirin. Perçeyên gelek cenazeyên jinan jê hatibûn kirin. Diranên wan hatibûn şikandin û tu deverên wan ên saxlem tunebûn. Malbat nexweşxane bi nexweşxane digerin lê cenazeyan nikarin nas bikin. Di şopên li ser cenazeyan de tê dîtin ku beriya kuştinê, îşkenceyên mezin li wan kirine. Çengên cenazeyê jinekê hatibûn perçe kirin û ji ber ku diranên wê hatibûn şikandin, malbata wê nedikarî wê nas bikin."
‘DAIŞ'ê jî ev hovîtiye nekiriye'
Çay bilêv kir ku gelek lebatên cenazeyan bi mecbûrî li poşetan de kom kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Cenaze jihev bûbûn û porên wan hatibûn şewitandin. Yên xwedî namûs li hemberî vê zilmê bêdeng namînîn. Heta ku çeteyên DAIŞ'ê jî ev hovîtiye pêk ne anîne. Êdî em nikarin li malên xwe de rakevin. Yên ku xwedî merhamet ji xwe nikarin li malên xwe, rûn in. Divê em xwedî li malbatên şehîdan derbikevin. Em bi armanca piştgirî û piştevaniya berxwedêrên Cizîrê çûn Girê Mîra lê me nekarî wan birîndaran rizgar bikin û em nebûn bersiva qêrînên wan. Êdî em nikarin bibêjin 'aşîtî'. Em dê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derbikevin û bibin şopdarên rêya wan."
(bd)