Jinên Kurd li dijî DAIŞ'ê eniya demokratîk pêşniyar kirin
AVAŞÎN ADAR - BEHDÎNAN 24.06.2014 11:16:40 Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ku bi sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê navê xwe li cîhanê belav kir, li hemberî jinan jî sûcên giran dike. Êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî jinan û qedexekirina derketina ji malê ya li jinan, rastî nerazîbûneke tund a Yekitiya Jinên Azad (YJA) hat.
Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku di 10'ê Hezîranê de Mûsil û dûre jî bêyî şer bike qadeke berfireh xist bin kotnrola xwe, li herêmê komkujiyên hovane pêk anîn. Bi sedan kes hatin parçekirin, darvekirin û gulereşandin. Ev çeteya ku beriya niha li Sûriyeyê bi rêbazên hovane jin û zarok qetil kir, li qadên Iraq û Sûriyeyê yên xistin bin kontrola xwe, pêkanînên dijminatiya jinan xist meriyetê.
Ev êrîşên DAIŞ'ê yên ji aliyê gelek derdorên civakî ve bi guman û hêrs hat pêşwazîkirin, li nerazîneke tund a Yekitiya Jinên Azad (YJA) rast hat.
Endama Koordînasyoan YJA'yê Leyla Agirî ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku bi hedefgirtina jinê re tê xwestin ku civak bê tinekirin.
Agirî da xuyakirin ku hovîtiya hemû êrîşên li dijî jinê, di kesayetiya çeteyên DAIŞ'ê de xwe nîşan daye û destnîşan kir ku ev êrîşên berfireh û qirêj, di heman demê de hem têkçûna îdeolojiya mêrê serdest e, hem jî tê wateya tevgera dawî ya vê serdestiyê.
Leyla Agirî bibîr xist ku pitşî Mûsil hat dagirkirin fetwaya yekemîn a ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat derxistin li dijî jinê bû û got, "Bi gotina 'Divê jin dernekeve derve' re liv, tevger, kinc û bi temamî jî jiyana jinê li ser navê 'şerîatê' ji nû ve hat sînordarkirin. Ev çeteyên ku di kesayetiya jinê de dijminatiyê ji jiyanê re dikin, dixwazin jinê bike koleya mêr û civakê jî bike koleya dewletê. Fetwayên li dijî jinê hatine derxistin di heman demê de qirkirina mirovahiyê, qirkirina civakê, qirkirina xwezayê ye."
ROJAVA BÛ HÊVIYEKE MEZIN
Agirî bibîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê bêyî li berxwedanekê rast were Mûsil dagir kirine û got, "Li dijî van neviyên Mûaviye yên îdamkar, qetlîemkar û dagirker ên navneteweyî, şervanên YPG/YPJ'ê ev sê sal in şer dikin. Ev berxwedana bi heybet, di kesayetiya Rojava de ji bo tevahiya gelên Rojhliata Navîn ên bindest bû hêvî û baweriyeke mezin. Her wiha rola pêşeng a jinê di şoreşa Rojava de, destketiyeke mezin a dîrokî afirandiye."
DECCALÊN ROJA ÎRO
Agirî ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê bi navê Îslamê hewl didin polîtîka û êrîşên xwe yên qirêj binixumînin û destnîşan kir ku yên li Rojhilata Navîn, li Rojava û herî dawî jî li Mûsilê komkujî kirin, ne Misilmanên rastîne. Agirî got, "Ew kes Deccalên roja îro ne. Deccal di roja îro de bi nasnameya Îslamî xwe nîşan dide û bi xapandina mirovên kapîtalîzm ew ji manewiyatê dûr xistiye re, qirkirina mirovahiyê dike."
DIVÊ ENIYA YEKITIYA DEMOKRATÎK BÊ AFIRANDIN
Endama Koordînasyoan YJA'yê Leyla Agirî da xuyakirin ku diyare ev rewşa şer û pevçûnan a li Rojhilata Navîn wê bêtir kûr bibe û dewam bike û anî ziman ku şer bi çi rengî bimeşe, mexdûrê herî mezin ê şeran jin û zarok in.
Agirî ev nirxandin kir: "Ji ber vê yekê, di serî de parastina rewa yên herî zêde divê xwe birêxistin bike, jin in. Ji fetwaya Mûsilê ya herî dawî em vê baş fêm dikin ku pêşeroja jinê di bin xeteriyê de ey. Rêya xwedîderketina li pêşeroja xwe, bi rêxistinbûyîn û xurtbûyîna li ser vê bingehê dibe. Sûcên herî mezin ên şeran li dijî jinan tên kirin. Destavêtin, koçberkirin û komkujiyên sivîlan jinê hedef digirin û bi vî rengî dixwaze civakê tine bike. Heta ku şerên navxweyî dewam bikin, ev sûc jî wê dewam bikin. Li vê xaka ku bi dagirkerî û şer re veguheriye gola xwîne, jiyana mirovan bûye tişta herî erzan. Mixabin ev xak veguheriye goristana mirovan. Netewe dewlet, çavkaniya bingehîn a şer û qirkirinane."
Agirî diyar kir ku modela neteweya demokratîk jî, avakirina jiyana li ser bingeha çand û dîroka civakî ya jinê ye û destnîşan kir ku netewe dewlet sîstemeke mêr, neteweya demokratîk jî sîstema jinê ye.
Agirî da zanîn ku divê jinên li Rojhilata Navîn di kesayetiya Rojava de li dora sîstema demokratîk ku rêya sêyemîn û alternatîf e, bicivin û got, "Eniya yekitiya demokratîk a jinan, ancax li ser vê bingehê dikare biafire. Bi vê têkoşîn û sekna xwe ya rêxistinbûyî em dikarin pêşî li terora mêr bigirin. Li dijî terora mêr a di kesayetiya DAIŞ'ê de ketiye nava tevgerê, eniya yekitiya demokratîk rêya yekane û çareseriya herî maqûl e. Yekitiya demokratîk a jinên Rojhilata Navîn wê rê li ber yekitiya demokratîk a gelan jî veke. Divê jin lêgerîn û hewldanên xwe yên rêxistinbûyîna li her qada jiyanê dewam bikin. Nasnameya me ya qewmî çi dibe bila bibe, weke jin pirsgirêkên me hevpar in. Ji ber vê yekê jî pêwistiay me bi çareseriyên hevpar heye. Çareseriya hevpar jî hişmendiya demokratîk, têkoşîn û rêxistinbûyînê ferz dike."
Endama Koordînasyoan YJA'yê Leyla Agirî da xuyakirin ku pêvajoya heyî firsendên girîng pêşkêşî Kurdan dike û li gel vê yekê jî xwedî xeteriyên ciddî y e. Agirî diyar kir ku yekane tişta di vê pêvajoyê de bide qezençkirin yekitiya neteweyî ya demokratîk a Kurdan e û got, "Weke jinên Kurd divê em ji bo yekitiya neteweyî ya demokratîk hewldan û têkoşîneke xurt bimeşînin. Weke jinên Kurd divê em bibin xwedî sazî û derfetên parastinê yên xwe bi xwe û rêxistinbûyîna parastina hevpar a Kurdan bi pêş bixînin. Ji ber vê yekê divê hemû rêxistin û kesayetên jinan li dora platformên hevpar bikevin nava tevgerê.
Li ser vê bingehê di serî de însiyatîfa jinê ya Rojhilata Navîn, bang li hemû rêxistinên jinan ên Kurd dikim ku eniya yekitiya demokratîk bi pêş bixînin. Pêwîste şoreşa jinê ya bi Rojava re destpê kir, li tevahiya Rojhilata Navîn deng vede."