Jinên li Şakranê ji ber lêgerîna tazî qebûl nakin rastî lêdanê tên
HANDAN TÛFAN
ÎZMÎR (DîHA) - Li Girtîgeha Jinan a Şakranê, girtiyên jin ên lêgerînê tazî qebûl nakin rastî lêdanê tên. Jinan diyar kirin ku ji ber lêgerînê û binpêkirina qebûl nakin rastî cezayên keyfî tên.
Jinên Girtîgeha Jinan a Şakranê ku her tim rastî zext û zordariyên rayedarên girtîgeha Şakranê tên, têkildarî zextên li ser wan tên meşandin ji DÎHA'yê re name şandin. Girtiyan, di nameyê de diyar kirin ku di 16'ê Gulanê de bi hinceta tiştek li koxuşê hatiye veşartin gardiyan xwest li koxuşa wan lêgerîna tazî bikin. Jinan, anîn ziman ku ji ber wan ev pêkanîna dijmirovahî qebûl nekir ji ber ev pêkanîn qebûl nekirin rastî êrîşa gardiyanan hatin. Jinan, di nameyê de wiha got: "Hevala me Nuran Durak ji ber ku rastî lêdanê hat û ji mil û situyên xwe ve darp xwarin 3 rojan nikaribû tev bigerin. Nurcan Başak û Hayriye Yagbasan jî ji rû û milê xwe lêdan xwarin."
'Rêveberiya girtîgeh3e dixwaze zextan zêde bike'
Girtiyên jin ên siyasî destnîşan kirin ku xwendekara Zanîngeha Denîzliyê Melek Yeter ku li heman girtîgehê girtî ye rastî polîtîka û şerê taybet tê. Girtiyan da zanîn ku dema Yeter hat binçavkirin, polîsên ku li Midûriyeta Polîsan a Denîzliyê peyvirdar bûn, di bin çavan de xwestin malbatê bikin maşik û li hemberî wê bikar bînin. Girtiyan Xwest hevalên wê li ser wê îfade bidin û wan bînin ruqalî hev. Gardiyanan bi hinceta 'Tu dê biçe alavên emanet ew ji koxuşê derxistin û birin cem 2'yemîn Midûra Girtîgehê Tugba. Piştî bertek nîşanî rayedaran dan, bêyî ku hevdîtinê bike dîsa ew paşve kişanin koxuşê û wiha nivîsandin: "Dixwazin me û malbatê bînin hemberî ev û der barê me de gotinên şaş bidin malbatê. Niha Yeter û 3 hevalên me yên din anîn Şakranê. Li şûna wan bînin cem me, dan odeyek din. Me ev yek qebûl nekir û em 26 rojan ketin girevê. Li ser vê çalakiyê ew anîn cem me."
'Doktorên revîrê dermanên giran didin nexweşan'
Girtiyan, anîn ziman ku dema ew ji bilî kesên tên ziyareta wan bi hevalekî din yên hatine ziyaretê re hevdîtndikin, gardiyanên girtîgehê der barê wan de girtek digire û bi hinceta ji bilî ziyaretvanê xwe bi keseki din re hevdîtin kiriye cezayan dide wan. Girtiyan, da zanîn ku wêneyên Newrozê bi hinceta "Qedexe ye " nadin wan û wiha berdewam kirin: "Hevalên me yên nexweş dema diçin revîrê li şûna wan sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê bikin wan her tim sewqî Nexweşxaneya kampusê dikin. Sewqî kampusê jî ji mehê carekê dibin. Doktorên kompusê jî me ji ser serê xwe davêjin û reşkeran jî li gel girtiyan dibe odeya muayineyê. Dema em li diji van pêkanînan derdikevin, em rastî cezayan tên. Doktorên ku di qada xwe de ne pispor dermanên giran ji nexweşan re dinivîse û di saetên şevê de li gel rewşên lezgîn personelên tenduristiyê nabînin."
'Xwarina me nebaşi in
Girtiyan, anîn ziman ku nameyên ji wan re tên şandin dereng didin wan û nameyên postaya navîn jî dereng diçin destê hevalên wan. Girtiyan da zanîn ku alavên dikanê tev xerabe ne û alavên xerame difiroşin wan. Girtiyan, destnîşan kirin ku li ser navê xwarinê xwarina xerab didin wan.
(mae)