Jinên penaber li Herêma Kurdistanê rastî destdirêjiyan tên
Li gor agahiyên gihiştine RojNewsê li kampên penaberan ên Herêma Kurdistanê jin rastî destdirêjiyan tên
HANA AZAD/HEWLÊR
Li gor agahiyên gihiştine RojNewsê li kampên penaberan ên Herêma Kurdistanê jin rastî destdirêjiyan tên. Desteya mafê mirov li Herêma Kurdistanê ev yek piştrast kir lê behsa bîlaçoya wê ya fermî nekir.
Beşek ji penaberên li Herêma Kurdistanê rojane ji bo pêkanîna pêwîstiyên xwe parsektiyê dikin. Yek ji penaberên kampa Kewrî Gosk ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji RoNews re axivî û diyar kir ku jinên penaber rastî destdirêjiyan tên.
Berdevkê Desteya mafê mirov, Mihemed Gomeşînî ji RojNews re ragihand ku wan bi rêka nûnerên xwe agahiyên bi vî rengî girtine.
Gomeşînî wiha got: “Em vê rewşê li hemû kampan dişopînin lê belê bûyerên bi vî rengî zêdetir li ser penaberên ku derveyî kampan dimînin deqewime. Ji ber ku ew ji bo kar diçine derveyî kampan û rastî vê şîddetê tên.”
Derbarê bîlançoyek fermî de jî Mihemed Gomeşînî red dike ku ji aliyê Desteya mafê mirov ve tiştek bî vî rengî nehatiye belavkirin, ji ber ku gelek mijarên bi wî rengî têne veşartin û wiha got: “Li hersê parzgehên Herêma Kurdistanê nûnerên me hene ku bi karê kampên penaberan re mijûl bibin. Herwiha em bi hevre di nava kordîneyekê de ne. Derbarê rewşa jiyana penaberan de jî em helwestên xwe diyar dikin.”
Li kêleka pirsgirêk uu kêmbûna derfetên jiyanê di kampên penaberan de niha jî mijara destdirêjî û şîdeta li dijî jinan ser zêde bûye.
(rn)