Jinên Rojhilatî piştgiriya girtiyên siyasî yên Ûrmiyê kirin
ZAHİR ÎBRAHÎM/DIYANA Zêdetirî 85 çalakvanên siyasî û sivîl ên jinan li rojhilatê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgeha Urmiyê nîşan dan.
Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgeha Urmiyê ket roja xwe 25’an. Her roja ku diçe rewşa tenduristiya girtiyan xiraptir dibe. Li ser vê yekê çalakiyên piştgiriyê jî zêde dibin. 85 çalakvanên siyasî û sivîl ên li Rojhilatê Kurdistanê bi armanca piştgiriya xwe ya ji bo girtiyên siyasî bênin, daxuyaniyek nivîskî dan. Çalakvanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew serbilindin bi wan û daxwaza azadiyê ji bo girtiyên siyasî dikin.
Jinan di daxuyaniya xwe de gotin ku ew wek jinên rojhilatê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên kurd li zindana Urmiyê nîşan didin û wiha gotin: “Em hêvî dikin daxwazên girtiyan werin bicih anîn û hemû mafên wan yên rewa werin dayîn.”