1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Jinên Suriyeyî difroşin ji çeteyên fuhuşê'
'Jinên Suriyeyî difroşin ji çeteyên fuhuşê',jinên,suriyeyî,difroşin,ji,çeteyên,fuhuşê

'Jinên Suriyeyî difroşin ji çeteyên fuhuşê'

A+ A-

ERDOGAN ALAYUMAT

HATAY (DÎHA) - Derket holê ku bi hezaran jinên Suriyeyî yên ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê û şerê navxweyî yê Suriyeyê reviyan hatin Tirkiyeyê di bin navê "zewicandinê" de difroşin çeteyên fuhuşê. Tê gotin ku li Hatayê heya niha 70 kes vî karî dikin û zêdehî 3 hezar jin firotine, li Antakyayê jî çeteyên DAIŞ gelek jinên Suriyeyî firotine çeteyên fuhuşê.

Derdê jinên Suriyeyî yên li Suriyeyê ji ber çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê reviyan hatin Tirkiyeyê xilas nabe. Jinên tên navçeyên Reyhanli, Antakya û Yayladagê yên Hatayê li vir ji aliyê çeteyên fuhuş ve di bin navê "Heke em we bidin zewicandin hûn dikarin li Tirkiyeyê bimînin" tên xapandin û ji çeteyên fuhuşê re tên firotin. Li gorî rapora Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê amadekirî li gundê Harranê yê herî zêde penaber lê derbas dibin 70 kes vî karî dkin û heya niha zêdehî 3 hezar jinên Suriyeyî bi pere ji bajarên din re ji çeteyên fuhuşê re hatin firotin.

'Armanca me ziwicandin komîsyona xwe wergirtin e'

Di raporê de tê gotin ku jinê di bin navê zewicandinê difiroşin çeteyên fuhuşê dibin Gumuşhane, Bayburt û Çanakkaleyê û gelek bajarên din ên Tirkiyeyê. Di raporê de hate diyarkirin ku kesê bi navê Abdulkadîr Demîr ê ku li gundê Harranê rûdine û heya niha 65 kes zewicandin got ji bilî wî 70 kesên din wî karî dikin û îdîa kir ku ew jinên hevserên wan mirin û an jî ji hevserên xwe cuda bûn û di zorê de ne dizewicînin. Demîr, diyar kir ku ew nizanin ka zewaca wan a fermî çêdikin an na û jinên zewicîn û birin bajarên din tên firotin an na nizanin û wiha got: "Bi armanca zewacê tên dibin. Heke tiştek bi serê wan bê wê yekê jî ew dizanin. Armanca me tenê ji zewicandinê re navberiye û komîsyona xwe girtin." Piştî rapora ÎHD'ê hate weşandin Dozgerê Komarê di çarçoveya lêpirsîna hate destpêkirin de îfadeyên Demîr girtin û lê ji ber jin dan zewicandin ya bikin tuneye û derbarê 70 kesên din de jî bêyî lêpirsînê bikin biryara bêşopandinê da.

'Çeteyên DAIŞ'ê jinan difiroşe çeteyên fuhuşê'

Hate zanîn ku bi teybet li gundên navçeya Reyhanli yên Hatayê yên li ser sînorê Suriyeyê jin di bin navê zewicandinê bi pere tên firotin û çeteyên fuhuşê yên li Antakyayê jî bi pere jinan ji çeteyên DAIŞ'ê dikirin. Ji sedî 90 jinên li barên derdora Serînyolê û navenda Antakyayê bi zorê tên xebitandin Suriyeyî ne û li heman mekanan fuhuşê bi wan jinan didin kirin û hemû kes vê yekê dizane. Herî zêde li "İstanbul Müzikhol" û "El Hamra Gazinosu" jinên Suriyeyî tên xebitandin û li navenda Antakyayê jî li "Cafe Bahane" ev kar bi vekirî tê kirin. Li navçeya Harbiyeyê jî heman rewş heye û jinên didin xebitandin li Antakyayê anîn e.

'Divê platforma xebatê ya hevpar bê avakirin'

Endama Kolektîfa Keda Jinan a Hatayê Belgîn Ayranci, diyar kir ku rêxistinên jinan ên Tirkiyeyê piranî li ser cînayetên jinan radiwestin û dizanin li Hatayê jin tên firotin û di vê mijarê de rapor amadekirin. Ayranci, anî ziman ku divê jin li hemberî vê rewşa jinên Suriyeyî dengê xwe derixin û wiha got: "Xebatên tên meşandin ji slogan berzkirinê pêk tên. Ji ber vê yekê li vir çete bi rihetî digerin." Ayranci herî dawî bang li rêxistinên jinan kir û da zanîn ku divê li hemberî jinên Suriyeyî platforma xebatê ya hevpar bê avakirin.

(bd)