Jinên şanoger ên kurd sînoran radikin
YASÎN KOBULAN / MELTEM OKTAY
AMED (DÎHA) - 9 jinên kurd ên çar aliyên Kurdistanê, li dijî zilma DAIŞ'ê li Dihokê kom bûn, Şanogerên kurd ên jin di şanoya bi navê "Jinên çavên rê" ku berxwedana 7 jinên cuda digire dest de cih girtin. Ev şano yekem şanoya ku şanogerên çar perçeyên Kurdistanê tên cem hev û sînoran ji nava hunerê radikin.
9 jinên kurd ên şanoger yekem car di şanoya "Jinên çavên rê" ku çiroka 7 jinên têkoşer digire dest, li Dihokê di lîstikê de gihîştin hev. Derhêneriya Koma Lîstika Şanoyê Îhsan Osman di meha kanûnê de li Dihokê dest bi xebata şanoyê kir. Di lîstikê de ji Bakur 2 jin, ji Rojava jinek, ji Başûr û Rojhilat jî 6 jinên şanoger cih girtin. Di listikê de tenê mêrek cih digire. Li bendê ye ku lîstik di hefteya ewil a çileya 2015'an de bi dawî bibe. Lîstik dê di 10'ê çileyê de li Dihokê yekem promiyera xwe pêk bîne. Piştî promiyerê lîstik dê li Hewler, Silêmanî, Amed, Stenbol û Ewropayê bê pêşandan. Ev şano yekem şanoye ku ji çar perçeyên Kurdistanê şanogeran li hev kom dike. Heta niha lîstikvanên sînemayê yên çar perçeyên Kurdistanê ji bilî lîstikê di projeyên hevpar de cih negirtine. Lîstikvanên jin ên şanoger bi vê lîstikvanê têkoşîna 7 jinên kurd ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê digire dest. Dîsa derûniya jinên ku di kampên DAIŞ'ê de digire dest.
Rûgeş Kirici: Neynîka pirsgirêkên jinên Kurdistanê ye
Lîstikvana Tiyatroya Jiyana Nû ya NÇM'ê Rûgeş Kirici ku ji bakurê Kurdistanê di koma şanoyê de cih digire anî ziman ku li ser banga Koma Şanoyên Diyaloga tev li lîstikê bû. Kirici destnîşan kir ku ji ber şanogerên 4 perçeyên Kurdistanê di lîstikê de cih digirin, mijara lîstikê pirsgirêkên hemû jinên Kurdistanê eleqeder dike û neynika pirsgirêkên çar perçeyên Kurdistanê ye. Kirici bilêv kir ku lîstik bi kurdî ye, lê her yek bi devoka herêma xwe di axive.
'Berxwedana Kobanê em di vê lîstikê de anîn cem hev'
Kirici bal kişand ser têkoşîna Kobanê û wiha got: "Di karê hunerî de şensa em hev nas bikin çêdibe. Lê heta niha di qada sinemayê de me hunerê xwe parve nekir. Berhemên xwe parve nekir. Lê Kobanê em anîn cem hev. Ev bû navenda hevgîniya cîhanê. Hemû hezkirin bêrîkirin û bala kurdan li wir e. Hemû cîhan bi heyran li Kobanê temaşe dike. Ji ber vê yekê em di qada neteweyî de gîhandin hev. Heta niha em ji çavkaniya xwe xwedî nedibûn. Ez bawer dikim ku em ê êdî xwe ji van kemasiyên xwe rizgar bikin. Di qada sînemayê de ev yek hêdî hêdî pêş dikeve. Ez bawer dikim ku ev dê di projeyên şanoyê de jî pêş bikeve. Em ji hemû çavkaniyan xwedî dibin."
Berfin Emektar: Em sînorên di nava hunerê de radikin
Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Berfin Emektar jî anî ziman ku di pêvajoyek wisa de lîstikek wisa wê dixe nava peroşînê û wiha got: "Em bi jinên 4 perçeyên Kurdistanê re dixebitin. Wateya vê yekê heye. Ev projeya jinan e û em di hunerê de sînoran radikin."
'Di bingehê vê projeyê de berxwedana Kobanê û Şengalê heye'
Emektar, destnîşan kir ku di avakirina vê projeyê de ked û têkoşîna jinên Şengalê û Kobanê pir zêde ye û rola YPJ'ê pir mezin e. Emektar, bibîrxist ku vê têkoşîna jinên kurd êdî nav û dengê wan li hemû cîhanê belav kiriye û wiha axivî: "Jinên kurd di şerê Kobanê û Rojava de cih digirin û vê yekê bandorek mezin li ser Başûr çêkir. Bandora xwe li ser yekîtiya neteweyî û têkoşîna jinên cîhanê kir. Di bingehê vê projeyê de têkoşîna jinên Şengalê û Kobanê heye. Em di qada siyasî de sînoran rakin dibe pirsgirêk derkevin, lê di qada hunerî de em sînoran ji holê rakin dê sînorên din jî ji holê rabin. Ev ne tenê projeya perçeyekî, projeya 4 perçeyên Kurdistanê ye."
(mae/wk)