1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. "Jîyana min her şer bû" bû belgefîlm
"Jîyana min her şer bû" bû belgefîlm,jîyana,min,her,şer,bû,bû,belgefîlm

"Jîyana min her şer bû" bû belgefîlm

A+ A-

AMED (DÎHA) - Belgefîlma jiyana ji damezirinerên PKK'ê Sakîne Cansiz a ku yek ji şoreşgerên li Parîsê hate qetilkirin e vedibêje di 9'ê çileyê de li Amedê dê derkeve pêşberî temaşevanan. Ji produktorên belgefîlma ku ji navê pirtûka Cansiz a "Sara-Her Şerbû jiyana min" hatiye kişandin Elîf Engîl Şîmşek nirxandina "Sakîne destên xwe daye çi guherandiye" kir.

Belgefîlma ku jiyana Sakîne Cansiz (Sara) a ku yek ji damezirinerên PKK'ê ye û bi jiyana xwe ve ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên li cihanê li ber xwe didin bûye rêber vedibêje bi navê navê pirtîka wê "Sara-Her Şerbû Jiyana Min" di 9'ê çileyê de li Amedê derdekive pêşberî temaşevanan. Ji bo belgefîlmê di gulana 2013'an xebat hate destpêkirin û li Tirkiye, bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê bi tevahî li 4 navendan ekîbên jin xebat dan meşandin. Derhêneriya belgefîlmê ji xwendekarên derhênerê kurd Halîl Uysal, Dersîm Zerevan dike, produktoriyê jî Bîrcan Delal Yildiz, Elîf Engîl Şîmşek û Şehbal Şenyurt pêk anîn. Ji bo belgefîlmê zêdetirî 70 kesên ku bûne şahidê jiyana Cansiz a zaroktî, ciwanî, girtîgehê, Rojhilata Navîn, çiya û Ewropayê hevdîtin hate kirin. Muzîkên belgefîlmê jî ji aliyê muzîkjenên bi navê Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgîrî ve hate amadekirin. Begefîlma ku ji saetek û 35 deqîqeyan pêk tê zimanê esasê zaravayê kurdî, kurmancî ye lê bi tirkî, îngîlîzî, almanî, îtalyanî, flamanî û fransî bi temamê 7 zimanan ve derkeve pêşberî temaşevanan.

'Wê bixwe senaryoya belgefîlmê nivîsandibû'

Ji produktorên belgefîlmê Elîf Engîl Şîmşek çawa dest bi belgefîlmê hatiye kirin û bandora li ser wê vegot. Şîmşek anî ziman ku piştî ku Cansiz hate qetilkirin hevalên wê xwestine belgefîlma wê bikişînin û pirtûka wê referans hatiye girtin û wiha berdewam kir: "Ango em dikarin bibêjin ku senaryoya belgefîlmê bixwe nivîsandibû. Me mijara pirtûkê esas girt. Ji wir pêvajoyê dîrokî vegot kesên ku wê demê bûne şahidê jiyana Sakîne Cansîz a wê demê anî cem hev û vegotinên wan xist nav û pêk anî."

Sakîne Cansiz şoreşgereke ku bi civakê re bûye yek

Şîmşek destnîşan kir ku wê berê Cansiz nas nedikir, piştî ku li Fransayê hatiye qetilkirin bi pirsa "Sakîne Cansiz kî ye" derketiye rê û wiha axivî: "Di 17'ê çileyê de bi hezaran kes li Amedê tevli merasîma cenaze bûn. Aliyê ku herî zêdê ya Sakîne Cansiz a ku li ser min bandor kir xwedîlêderketina gel kurd bû. Piştre ez hînbûm ku yek ji damezirinerê tevgera siyasî ya kurd e. Dema ku ev pêşniyan hat em pir ketin hecenanê. Ji bo naskirina Sakîneyê di min de heyecaneke mezin çêkir û bi dildarî min xwest tevli bibim." Şîmşek destnîşan kir ku fikra belgefîlmê li çiya derketiye û piştre jî li Tirkiye û Ewropayê ekîb hatine avakirin û ji bo senaryoyê li Hewlerê hatine cem hev.

'Bandora xwe li ser hemû tiştên ku destên xwe daye kiriye'

Şîmşek diyar kir ku navê Sakîne Cansiz bi têkoşîna azadiya jinên kurd ve bûye yek wiha axivî: "Ji ber vê yekê jinan xwetin ev proje derkete holê. Tekana jina şoreşger a ku di avakirina PKK'ê de cih girtiye ye. Ji ber vê yekê jî di têkoşîna azadiya jinê de rol û bandora wê gelekî mezin e. Li ser jinan bandora wê pir mezin e. Bandora xwe li hemû tiştên ku destên xwe daye kiriye. Lê çavdêriya min jî ev e ku piştî ku Sakîne ji nav me çûye bandoreke mezin li ser jinên kurd kiriye."

'Sakîne deryayek e'

Şîmşek anî ziman ku dema ku pirtûkên Sakîne Cansiz xwendiye ew naskiriye û ji jiyana wê bi bandor bûye, belgefîlmê bêhtir bike ku pirtûkên wê bên xwendin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di jiyana xwe de bi kesayetiya xwe ya şoreşgerî, şervan bilindbûna hişmendiya jinê ve xwedî çîrokeke jiyanê ya bi bandor e. Zimanê vegotinê gelek baş e. Dema ku me ev belgefîlm dikişand Sakîne ji bo me deryayek bû. Jiyaneke 40 sal in di nava têkoşînê de ye. Em ê bikaribin çawa vebêjin li ser vê fikarê em her tim nêzîk bûn."

'Êş her tim nû bûn'

Şîmşek destnîşan kir ku kişandina belgefîlmê bi zehmet bû û ev nirxandin kir: "Sakîneyê bandora xwe li ser hemû kesên ku destên xwe daye kiriye. Me bi mirovên ku bûne şahidên wê hevdîtin pêk anî. Me ew anîn cem hev. Ji ber vê yekê êş gelekî nû bûn. Ez dikarim bibêjim ku di her vegotinê de rondik barand bi wan re. Aliyê herî zehmet ev bû, ji nû ve jiyankirin."

'Jiyana wê belgefîlma tevgera siyasî ya kurd e'

Şîmşek got ku di pirtûka Sakîne Cansiz de dîroka tevgera siyasî ya kurd heye û nirxandina "Belgefîlma wê jî weke dîroka tevgera siyasî ya kurd e. Bi şahidiya Sakîne û jiyana wê ve me bi hevre bir û bi wî rengî vegot" kir.

Şîmşek dema ku belgefîlm dikişandin û rewşeke ku ew matmayî hiştiye jî wiha vegot: "Kesên ku em diaxivîn digotin ku Sakîne her serê sibehê saet di 6'an de dibeziya. Li her derê ku diçe ewil cihê ku bikaribe sporê bike dipirse. Li girtîgeh, çiya, Ewropa li her derê vê pirsê dike. Ev nîşan dide ku çiqas bi dîsîplîn bûye."

'Jineke narîn, şoreşger Sakîne Cansiz'

Şîmşek anî ziman ku xizma wê ji bo Cansiz gotina "Şoreşgerî dema ku bi narînbûnê ve tê cem hev çiqas xweşik dibe, çiqas li Sakîne Cansiz dihat" bi kar aniye. Şîmşek bi gotina "Jineke narîn, şoreşger Sakîne Cansiz, ve ew pênase kir. Şîşşek got ku lawija ku bavê wê li pey Sakîne çêkiriye û vedibêje gelek bandor li ser wê kiriye.

Şîmşek a nirxandina "Ji ber ku ez di vî xebatê de bûm gelekî kêfxweş bûme û xwe bi şans hîs dikim" kir û got ku fersenda ku tevgera siyasî ya kurd ji nêz ve nas bikin dîtiye.

Belgefîlm di 4'ê çileyê de li Parîsa ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin hate pêşandan, belgefîlm dê di 9'ê cotmehê de jî li Navenda Çandê ya Cîgerxwînê ya Peyasa Amedê bê pêşandan.

(sa)