Ka Kurdî ne qedexe bû!
ANF - ÎBRAHÎM AÇIKYER - AYDIN Serokwezîr Erdogan û desthilatdariya AKP'ê li her cihî bi gotina 'Kurdî serbest e' her diaxive, lê li Aydinê dema malbatekê xwest navê Bedirxan Şoreş li kurê xwe bike, ji ber tîpa X li "qedexeyê" aliqî. Malbatê diyar kir ku ewê ji bo nav dozê veke û heta dawiyê zimanê xwe yê daikê biparêze.
Li Aydinê malbata Raîze-Mehmet Selîm Nabiz, xwest navê Bedirxan Şoreş li kurê xwe bike. Lê belê, dema ku malbatê ji bo derxistina nasnameyê serî li Midûriyeta Nifûsê ya Bajêr da, bi hinceta ku di nav nav de tîpa X heye, nasname nehat dayîn. Weke sedem jî 'qedexebûna' tîpa X hat nîşandan.
Bedirxan Şoreş ê bavê wî li girtîgehê ragirtî ye, beriya 23 rojan hat dunyayê. Dayika Bedirxan Şoreş Raîze Nabiz û xalê wî Cenvîz Îvdîl, bûyerên li Midûriyeta Nifûsê hat serê wan, ji ANF'ê re vegotin.
QEDEXE...
Dayik Nabiz bi vî rengî dest bi axaftina xwe kir: "Em çûn Midûriyeta Nifûsê. Me xwest Bedirxan binivîsînin. Ji me re gotin, 'Bi tîpa X nabe. Serokwezîr aşkera kir, qanûn derket lê neketiye meriyetê. Tîp hînê qedexe ne. Em nikarin tiştekî bikin.' Me ji wan pirsîn gelo biyanî werin hûnê bikin. Ji me re gotin 'Emê bikin, ji ber ji bo biyaniyan qedexe nîne.' Me gotin gelo em ne welatiyên vî welatî ne. Wan jî gotin qedexe ye."
‘EMÊ HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞ IN’
Dayik Nabiz got "Me navê Bedirxan Şoreş lê kirin. Lê belê ji ber ku nexweş e û divê emeliyat bibe, ji bo em wî bibin doktor em neçar man me bi vî rengî nasname derxistin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Çi divê em dixwazin bikin û em dixwazin nav biguherînin. Hemû gotinin. Dewlet qanûnekê derdixîne lê naxe meriyetê. Dibêjin bila Kurd têbikoş in, bistînin. Dibêje ez derdixînim holê, mafê we ye lê têbikoş in. Ji bo vê jî pêwistî bi têkoşînê heye. Hînê tîpa X qedexe ye. Her tişt ji bilî peyvê ne tişteke. Ji ber ku tîpên qedexekirî di nava navê Şoreş de tinebû, qebûl kirin. Lê belê destpêkê ew jî kirin pirsgirêk."
‘JI BER KU BERÊ JÎ QEDEXE BÛ ASTENG KIRIN’
Nabiz ragihand ku berê jî li Aydinê navên Kurdî yên hatin xwestin li zarokên malbatên Kurdan bên kirin bi sedema tîpên qedexekirî hatin astengkirin û anî ziman ku birayê wê jî xwest navê "Ciwan" li kurê xwe bike, lê belê dîsa ji ber tîpa W nehat qebûlkirin.
'DEWLET BIÇÛK DIBÎNE, TINE DIHESIBÎNE'
Xalê Berdirxan Şoreş Cengîz Îvdîl gotina "Kurdî ne zimanekî şaristanî ye" ya Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç bibîr xist û got, "Dibe ku tişta em fêm nakin, di kûrahiya mijarê de veşartî be. Dewlet di ziman de vê bi ser dixîne. Eger em jî di zimanê xwe de israr bikin, di têkoşîna xwe ya li dijî dewletê de israr bikin, emê karibin azadiya zimanê xwe bi dest bixin. Her civak bi zimanê xwe heye. Zimane şaristaniyê weke zimanê dewletê tê pênasekirin. Gelo dewlet ji civakê bêtir bi qîmet e? Dewletê civak afirandiye? Helwesta ku Tirkî weke zimanekî şaristaniyê, zimanên din ne zimanên şaristaniyê nîşan didin, tê wateya biçûkxistin, tinehesibandina gelekî. Divê li hemberî vê têkoşîn were dayîn."
'MAFÊ WE YÊ XWEZAYÎ YE, EM ÎNKAR NAKIN LÊ BELÊ...'
Îvdîl da xuyakirin ku dewlet bêyî avêtina gavan, dipeyive, binî danagire û got, "Serokwezîr dibêje wî navê cihên Kurdî serbest berdaye. Dema tu dixwazî biguherîne jî qebûl nakin, ji ber ku bi qanûnî nehatiye ewlekirin. Niha dibêje, lê ji ber ku bi mewzûateke xwe ya qanûnî neyê destnîşankirin, pirsgirêk rû didin. Min bi karmendan re jî nîqaş kir. Dibêjin ev mafê we yê xwezayî ye, em înkar nakin. Min jî ji wan re got, gelo hûn ji klavyeya li pêş xwe şerm dikin. Min got hûn nikarin van sembolan qedexe bibînin. Karmend bi xwe jî got hûn jî teşhîr bikin em jî teşhîr bikin."
Îvdîl got, "Divê biryardarî were nîşandan. Pêwîste mirov heta dawiyê karibe mafên xwe yên qanûnî bikar bînin. Emê di vê mijarê de bi israr bin û dozê vekin. Ji ber nexweşiya zarokê me me bi lezgînî nasname derxistin. Lê belê emê heta dawiyê rêya dadgehê bikar bînin."