"Ka sozên te dayîn Serokwezîr!"
Îsyana mexdurê erdhejê yê AKP'î ya li hemberî Serokwezîr: Ka sozên te dayîn!
BEKÎR GUNEŞ Ji mexdurên erdhejê yên piştî erdhejê ji Erdîşê çûn Konyayê û li lojmanên polîsan hatin cihkirin Nîhat Şît, diyar kir ku ew dixwaze vegere Erdîşê lê dewletê şûna malên wan ên hilweşiyan mal çênekirin. Şît, anî ziman ku li Wanê tu cihê ew lê bimînin tuneye û wiha got: "Serokwezîr piştî erdhejê derket û got 'Ez dê malên mexdurên erdhejê xerabikim û şûna wan ji wan re malên nû çêbikim' ka sozên te dayîn. Tu çima soza xwe bi cih nayînî."
Pisgirêkên mexdurên erdhejê yên ji aliyê hikûmetê ve piştî erdhejê birin bajarên cûda bi dawî nabin û her roj pirsgirêkên nû derdikevin holê. Mexdurên erdhejê yên piştî serlêdanê birin Konyayê li lojmanên polîsan hatin bicihkirin, diyar kirin ku ew li lojmanan de gelek pirsgirêkan dijîn û dewlet xwedî li wan derneket. Ji mexdurên erdhejê yên li lojmanên polîsan hatin bicihkirin Nîhat Şît ê ji Erdîşê pirsgirêkên jiyîn ji DÎHA'yê re vegotin. Şît, diyar kir ku piştî hikûmetê ew anîn Konyayê nêzî mehekê li navçeya Beyşehîrê man û pişt re jî anîn lojmanên polîsan. Şît, anî ziman ku pereyê ji aliyê Lijeneya Afetê ya Bajar ve ji bo wan hate derxistin nedan wan û têkildarî vê yekê de jî tu lêkolîn nekirin.
'Ne polîsan ne jî gelê Konyayê tu dilovanî nîşanî me neda'
Şît, anî ziman ku li lojamanan ne polîsan ne jî gelê Konyayê tu dilovanî nîşanî wan nedan û dixwazin vegerin Wanê û ji bo vê yekê li benda alîkariyan in. Şît, da zanîn ku piştî vegeriyan Wanê qet nebe divê dewlet ji wan re malekê çêbike û ji ber ku mala wan hilweşiyaye. Şît, bilêv kir ku dema vegeriyan Wanê tu cihên ew lê bimînin tuneye û wiha got: "Malbata me qelebalik e. Malên me hilweşiyan, govên sewalên me hilweşiyan û sewalên me telef bûn. Em niha nizanin em dê çibikin."
'Ji ber ku em kurd in tu kesî kar neda me'
Şit, destnîşan kir ku ew berê xwe dide malbat ji 18 kesan pêk tê û dema vegeriyan Wanê divê alîkariyê bidin wan. Şît, diyar kir ku li Konyayê muameleya parsekan li hemberî wan pêk tînin. Şît, anî ziman ku berî rayedar wan bînin Konyayê divê lêkolîn kiriban. Şît, da zanîn ku ew karkeriya înşatê dike û li Konyayê tu kes kar neda wan. Şît, bilêv kir ku ji ber ew kurd in tu kes kar nada wan.
'Êdî ez deng nadin AKP'ê'
Şît, destnîşan kir ku esnaf û gelê Konyayê tu eleqe nîşanî wan neda û tenê welatiyên ji herêmê hatin Konyayê alîkarî dan wan. Sît, anî ziman ku serokwezîr ew xapandin û wiha axivî: "Serokwezîr piştî erdhejê derket û got 'Ez dê malên mexdurên erdhejê xerabikim û şûna wan ji wan re malên nû çêbikim' Ka sozên te dayîn? Tu çima soza xwe bi cih nayînî?" Şît, da zanîn ku ew jî AKP'iye û hemû hilbijartinan de dengên xwe bi malbatî dan AKP'ê û cerdevaniyê jî dikin. Şît, diyar kir ku wan ji AKP'ê tu eleqe nedît û bi darê zorê deng dan AKP'ê. Şît, bilêv kir ku êdî ew deng nadin AKP'ê û wiha pê de çû: "Ez bi salen ji AKP'ê re dixebitim. Heke tu alîkariya wê negihije min êdî ez deng nadim AKP'ê."
'Mexdurên erdhejê li blokên cuda hatin bicihkirin û xwestin asîmîle bikin'
Şît, diyar kir ku dema nû hatin Konyayê Waliyê Konyayê û Midûrê Polîsan ê Konyayê mexdurên erdhejê bi hezaran malan belav kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li vir armanc mexdurên erdhejê asîmîle kirin bû."
(bd)