1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ka xetereya jiyana wî tune bû?
Ka xetereya jiyana wî tune bû?,ka,xetereya,jiyana,wî,tune,bû

Ka xetereya jiyana wî tune bû?

A+ A-

WAN (DÎHA) - Li Geverê gerîlayên HPG'ê di 6'ê îlonê de li Geliyê Doskî li hemberî leşkeran çalakî pêk anî û gelek leşker hatin kuştin. TSK'ê hê jî der barê hejmara kuştiyan de tiştekî zelal negotine û ligel vê yekê daxuyaniya ku 6 leşker bi sivikî birîndar bûne dabû. Ew ew leşkerê ku TSK'ê digot bi sivikî birîndar bûye çawişê pispor Melîh Galîp Unsal li nexweşaneyê mir.

Çawişê piispor Melîh Unsal ê di çalakiya gerîlyanên HPG'ê ya li qada Geliyê Doskî pêk anîbû de bi giranî birîndar bibû li nexweşxaneya lê dihar dermankirin mir. Gerîlayên HPG'ê di 6'ê îlonê de li qada Geliyê Doskî ya herêma Oremara Gevera Colemêrgê li hemberî leşkeran çalakiyeke berfireh pêk anîn û di encama çalakiyê de gelek leşker mirin û nikarîbûn cenazeyên leşkerên xwe ji qada şer wergirtana. HPG'ê der barê şer de ragihandibû ku di nava wan de serbazê payebilind jî heye 31 leşker mirine û cenazeyê serbazekî leşkeran di destê gerîlayan de ye. TSK'ê jî îdiakiribû 16 leşkerên wan miriye û 6 leşkerên wan jî bi sivikî birîndar bûne.

Çawa leşkerê bi sivikî birîndar bibû dimire?

Ligel ku di ser çalakiyê de 15 roj derbas bûye jî heta niha ji 6 leşkerên ku TSK'ê îdia dikir bi sivikî birîndar bûne 2 jê mirin. Ewilî leşkerê bi navê Şahîn Şîmşek ê di çalakiyê de birÎndar bibû rojek şûnde mir. Rayedarên dewletê heta niha der barê mirina Şîmşek de tu daxuyanî nedane. Piştî mirina leşker vê carê ji 6 birîndarên sivik ên TSK'ê çawişê pispor Melîh Garîp Ûnsal li Akademiya Tipê ya Leşkerî a Gulhaneyê (GATA) dihat dermankirin mir. Bi mirina çawişê pispor re pirsa gelo TSK bi demê re carê navê leşkerekî xwe yaşkera dike û bi vî awayî hewl dide pêşiya bertekan bigire tîne hişê mirovan.

(wk)


Bêjeyên Miftehî