1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kalkan: Bi vî rengî bidome dê gerîlla mudaxele bike
Kalkan: Bi vî rengî bidome dê gerîlla mudaxele bike,kalkan,bi,vî,rengî,bidome,dê,gerîlla,mudaxele,bike

Kalkan: Bi vî rengî bidome dê gerîlla mudaxele bike

Kalkan: Bi vî rengî bidome dê gerîlla mudaxeleyê pêvajoyê bike

A+ A-

ERDAN ER - BEHDÎNAN 08.05.2014 14:37:03 Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser biryara AKP'ê ya ji bo çêkirina 1600 qereqolên nû û diyar kir ku di sîstema Îmraliyê de jî guhertinek nîne. Kalkan got, "Eger bi rastî jî ji bo çareseriyê gav neyê avêtin, bersiv ji projeya Rêber Apo re neyê dayîn, ev terora zextê ya li ser gel dewam bike, gerîla wê dest li pêvajoyê werde."

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan pêvajoya çareseriyê, polîtîkayên AKP'ê li hemberî Rojavayê Kurdistanê û rewşa PDK'ê ya bi kolandina xendekan re xwe xist navê, ji ANF'ê re nirxand.

Kalkan diyar kir ku ew di pêvajoyeke krîtîk, bi rîsk û ciddî re derbas dibin û got, "Pirsgirêkên giran ên dîrokî hene ku li benda çareseriyê ne. Neçareseriya van pirsgirêkan ewçend civak tengav kiriye, ku êdî ji bo her kesî gefeke."

BIRYARA ÇÊKIRINA 1600 QEREQOLAN HAT DAYÎN

Kalkan bal kişand ser helwest û pratîkên AKP'ê yên zerarê didin pêvajoya çareseriya van pirsgirêkên giran û diyar kir ku AKP'ê biryar daye 1600 qereqolan ji nû ve çê bike. Kalkan da zanîn ku ji van 180 wê li Colemêrgê bên çêkirin û di vê mijarê de wiha peyivî:

"Colemêrg cihekî mîna qutiyekê ye, du navçeyên wê hene. Li wir jî li her çiyê, hergundî hem qereqolên artêşê hem qereqolên polîsan hem jî qereqolên cerdevanan hene. Niha 180 hebên din çê dikin û yên kevin jî nû dikin. Ji bo tevahiya Kurdistanê biryara çêkirina 1600 qereqolan heye. Dewlet ji bo van çê bike hemû derfetên xwe seferber dike. Ji ber vê yekê pêwîste bi yekalî li daxuyaniyên AKP'ê neyê temaşekirin. Vana hemû lîstik û fen in. Em bi vî rengî fêm dikin, em neçarin bi vî rengî fêm bikin. Ti rewş yan jî helwesteke nû ku me bi çavê xwe dîtine, li holê nîne."

DI SÎSTEMA ÎMRALIYÊ DE GUHERTINEK NÎNE

Kalkan li gel van kar û barên di qada leşkeriyê de ragihand ku ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê di sîstema Îmraliyê de jî ti guhertin nehatiye kirin û got, "Bi tenê çûn û hatin heye. Kîjan parlamenter bixwaze dikare bi her awayî bi girtiyekî re hevdîtinê bike. Tiştekî ji vê wêdetir nîne. Ev başbûneke AKP'ê nîne, qenciyek nîne. Sîstema Îmraliyê ji aliyê Ewropayê ve hat çêkirin, komplo ji aliyê Amerîkayê ve hat kirin. Serşêwirmendê Serokê DYA yê wê demê Clinton gotibû 'Me plan kirin, bi serokwezîr re dan îmzekirin'. Lewma Rêber Apo bi plan, biryar û pêkanînên DYA re li Îmraliyê tê ragirtin, bi biryara Yekitiya Ewropayê tê ragirtin."

Kalkan bibîr xist ku ew li Ewropayê şeş salan di girtîgehê de maye û anî ziman ku ew qanûnên Ewropayê jî dizane. Kalkan diyar kir ku li gorî qanûnên Ewropayê girtiyekî bi cezayê bêdawî hatibe cezakirin, piştî 15 salan ji nû ve tê darizandin. Pîvanên DMME li holê hene, lê belê ji nû ve nayê darizandin. Yanî dadegha ceza daye yan jî dadgeha wezîfe girtiye ser xwe, ji nû ve dinirxîne. Ka divê rewşa ragirtinê dewam bike yan were berdan? Ji sedî 99 ê girtiyê bi cezayê bêdawî, piştî ragirtina 15 salan tên berdan. Ez wê hiqûqê baş zanim. Rêber Apo ev nêzî 16 sal in tê girtin. Ti darizandinek li holê nîne. Çend parlamenter 30-40 rojan carekê diçin hevdîtinê dikin û vê yekê jî weke qenciyekê nîşan dide. Mîna gaveke nû tê pêşkêşkirin."

EGER GAV NEYÊ AVÊTIN WÊ GERÎLA JÎ GEL JÎ DEST LI PÊVAJOYÊ WERDE

Kalkan bal kişand ser liv û tevgera leşkerî û diyar kir ku di pratîkê de rewşeke agirbestê nîne, lêgerîneke çareseriyê nîne û got, "Rewşeke pratîkî li holê heye. Helwest û hewldanên hêzan wê vê yekê nîşan bide."

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku eger bi rastî jî ji bo çareseriyê gav neyê avêtin, bersiv ji projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re neyê dayîn, terora zextê ya li ser gel dewam bike, li ser her girê Kurdistanê bi çêkirina qereqolan re hewl bê dayîn sîstema hegemonya leşkerî were avakirin, wê gerîla jî gel jî dest li pêvajo û rewşê werdin. Kalkan destnîşan kir ku divê her kes vê rastiyê baş zanibe.

CIVÎNA LI WEZARETA KARÊN DERVE PLANA ÊRÎŞA LI DIJÎ ROJAVA BÛ

Kalkan polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û anî ziman ku nîqaşa li civîna Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, ku qeyda dengê wê li raya giştî hat belavkirin, plana êrîşeke li dijî Rojavayê Kurdistanê bû û di vî warî de ev nirxandin kir:

"Di bin navê em êrîşî Sûriyeyê dikin de, xwest ji tevliheviya dema hilbijartinê sûdê werbigire û ji bo tinekirina şoreşa Rojava planeke êrîşê bixe dewrê. Êrîşa li hemberî Kobanê jî dikare bi vî rengî were fêmkirin. Hînê jî di heman baweriyê de me. Eger di wê êrîşê de karîbûna Kobanê bixistina, wê ji ser Serêkaniya ser xetê û Bakurê Kurdistanê bi xendekan re, wekî din bi navê emê biçin Tirba Suleyman Şax, bi leşkeran ji Rojhilat û Bakur ve dor li Rojava bigirta. Ji PDK'ê jî xwest dorê li aliyê Rojava bigire. Ji xwe bi El Qaîde re li hev kiribûn. El Qaîde jî wê ji aliyê Başûr ve êrîş bikira û qaşo Cizîr bixista. Mirov dibêjin qey planeke wan a bi vî rengî hebû; nekarîbû bi ser bixe. Ev plana AKP'ê ye."

PDK'Ê XWE REZÎL KIR

Kalkan diyar kir ku ji bo bayê şoreşê ji Rojava negihêje Bakur destpêkê dîwar lêkirin û got, "Niha jî bi xendekan re hwl didin vê asteng bikin. Ev yek hewldana dorpêçandina Kurdistanê ye, hewldanên dorpêçandina Rojava ye. Rêber Apo di vî warî de gotibû, 'ewê bi tenê karibe xwe rezîl bike'. Bi rastî jî gotina herî di cih de ji bo xendekan were gotin dibe ku ev gotin be. PDK'ê xwe bi xwe rezîl kir. Me di vî warî de ew hişyar kir. Hişyariyên me weke 'Rêveberên PKK'ê me bi tundî rexne dikin' nirxandin. Dikarîbûn hişyariyên me weke hişyariyên dostane bidîtina. Bi rastî jî wiha bû. Paşerojeke partiya wan heye. Paşerojeke malbata wan, qîmeteke wan a diyar hebû. Ev nêzîkatî wê zerar bide van. Bi gotina Rêber Apo, bi rastî jî ev rewş bû tevgereke ku xwediyê xwe rezîl kir."

POLÎTÎKAYA PDK'Ê YA LI HEMBERÎ ROJAVA ŞAŞ E

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku polîtîkaya PDK'ê ya li hemberî Rojava di rêyek şaş de ye û pêwist nîne ku ew vê yekê bîne ziman. Kalkan anî ziman ku divê PDK bi xwe vê rastiyê bibîne û qebûl bike.

Kalkan diyar kir ku hin hêzan PDK xistiye rêya şaş û got, "Gelo ji vê rê dernakevin, nayên derxistin, ew bi xwe naxwaze derkeve; wê nizanim. Lê belê eger di vê rewşa xwe de dewam bike wê bêtir winda bike. Wê di nava raya giştî ya Kurd de winda bike. Wê nikaribe bi kesî bide qebûlkirin, bi kesî bide fêmkirin. Ji xwe nikare vebêje. Her kes li benda vê bû; Li hemberî êrîşên ji her alî yên li dijî Rojava, wê rêveberiya Hewlêrê destekê bide. Başûrê Kurdistanê wê bibe eniya paş a şoreşa Rojava, wê bibe cihekî karibe xwe bispêre; lê belê rewşeke berevajî derket holê. Li Rojava ji xwe niha tevgereke nû bi pêş dikeve. Tu tevgereke ji mêj ve hatiye damezrandine û dibêjî ku xwe li pêşberî tevahiya Kurdistanê berpirsyar dibînî. Başe gelo berpirsyariya te ya li pêşberî şoreşa Rojava li ku ye? Tişta bandor li encamên hilbijartinê kir jî ev bû. Hilbijartinên Iraqê yên li Başûr nîşaneya berçav a vê yekê ne."