1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kalkan: Di 2012 de AKP bin ket
Kalkan: Di 2012 de AKP bin ket,kalkan,di,2012,de,akp,bin,ket

Kalkan: Di 2012 de AKP bin ket

Kalkan: Di 2012 de AKP bin ket, Kurd bi ser ketin

A+ A-

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku sala 2012 sala berxwedan û şer bû û got: “Bê guman sala 2012 di şoreşa têkoşîna azadiya Kurdan de pêngavên esas û mayinde hatine avêtin. Ya ku di 2012 de bin ket hukûmeta AKP’ê ye û yên ku bi ser ketin jî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ne.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan pêşketin û bûyerên ku 2012’ê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin, ji ANF’ê re nirxand. Kalkan got ku sala 2012 bi temamî bûye sala berxwedan û şerek mezin û bin xet kir ku polîtîkayên îmha û tunekirinê yên AKP’ê bi temamî hatine pûçkirin. Kalkan destnîşan kir ku tişta mohra xwe li sala 2012 daye serweriya gerîlayan a li ser herêmê û tevgera şoreşgerî bû û got: “Hêz û bandora gerîlayan dê di sala 2013 de aşkere bibe.”

Kalkan wiha axivî: “Sala 2012’ê din av dîroka kurdan de şayanî wê ye ku wekî sala şoreşê were pênasekirin. Hem asta şoreşa gel a ku li Bakurê Kurdistanê gihaştiyê û hem jî şoreşa azadiyê ya ku 19ê tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê pêk hatî vê rastiyê bi awayekî zelal nîşan dike. Em wekî tevgerê di derbarê pêşkeftinên vê salê de ku em li bendê bûn şaş neman. Sedema ku me ev pêvajo wekî pêvajoya fînalê pênase kiribû ew bû ku, ev pêvajo çareseriya pirsgirêka kurd di xwe de vedihewand. Yanî em ne di wê heyamê de ku pirsgirêka kurd pênase bikin, derxînin holê û derfetên çareseriyê biafirînin. Ev heyam bi têkoşîna ku partiya me dayî, di heyamên bihurî de, bi awayekî serkeftî hatine çareserkirin. Li ser sermiyane wê têkoşînê em niha di pêvajoya fînalê de ne ku çareseriya pratîk-polîtîk a pirsgirêka kurd pêk were. Sala 2012’ê jî wekî sala têkoşîna herî bi bandor û berxwedanê pêk hat. Jixwe wekî tevger û gel em bi berxwedaneke giştî tevlî sala 2012’ê bûn. Li ser bingehê stratejî têkoşîna gel, rêbertî, gel, tevger, girtiyên azadî li çar parçeyan, li derveyî welêt, ji heft salî heta bi heftê salî bi berxwedanê ketin sala 2012’ê. Ji ber ku em di nav berxwedaneke bi vî rengî de bûn, hikûmeta AKP’ê dîsa konsepta şerê taybet a giştî sepand û êrîş kir. Piştî hilbijartinên Hezîrana 12’ê, ya 2011an bi mebesta îmha û bêbandorkirina PKK’ê, hikûmete AKP’ê li ser bingehê konsepta şerê taybet ê giştî kete nav êrîşeke berfireh û germ. Em jî weke tevger û gel, me xwest ku li hemberî van êrîşan bibin bersiv, hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe bi berxwedaneke bi vî rengî bi dest bixin. Bi tekoşîneke wilo berfireh û tund em ketin sala 2012’ê. Plan û armancên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê aşkere bûn. Bi rastî jî divê gelê kurd û hêzên demokratîk fêhm bikin ku di dîroka Komara Tirk de şerê jenosîdê yê herî berfireh, kûr dimeşîne. Ders ji hikûmetên beriya xwe yên ku şerên taybet dimeşandin, girt û pozîsyona xwe ya xapînokî, demagojîk jî lê zêde kir û bi vî awayî jî sepanînên şer gihand asteke herî kûr û berfireh.

JI DESTPÊKÊ VE DIYAR BÛ KU 2012 DÊ BIBE SALA BERXWEDANA BERFIREH

Dema ku em ketin sala 2012’ê rawest û pozîsyona dewlet û hikûmetê rasterast ev bû. Îşkenceya li Imraliyê kûrtir dikir, terora faşîzane ya polîsan, ya li ser gel gur dikir, bi armanca bêbandorkirina siyaseta demokratîk jenosîdên (qirkirin) siyasî pêk dianî û bi taybet jî ji bo gerîla bidewisîne û bixe rewşeke marjînal de, operasyonên leşkerî li gel rewşa zivistanê jî, bi hemû hêza xwe bi kar dianî.Hinan ji AKP’ê re gotibû, ‘’êrîşî PKK’ê bike tu yê bi ser bikevî’’. AKP’ê jî bi van gotinan bawer kiribû û weke Tansu Çîllerê ji ber ku dixwest nasnava a ku PKK’ê teswiye kirî bi dest bixe û bibe Atatirk ketibû nav êrîşeke wiha berfireh. Li ser vê bingehê diyar bû ku sala 2012’ê ji hêla kurdan ve wê bibe sala herî berfireh a berxwedana hebûn azadiyê. Me jî ev nêzîkatiya hikûmetê dît û bi bikaranîna derfetên di destên xwe de, bi nirxandina potansîyela gelê kurd, me pêşbînî kir ku bi awayekî giştî li hemberî vî şerê taybet ê giştî bi berxwedanê bersiv bidin. Derfet û hêza me hebû ku em vê berxwedanê pêş bixin. Şertên herêmê û navnetewî ji bo berxwedaneke bi vî rengî guncan bûn. Bi vî awayî jî li hemberî şerê taybet ê giştî yê AKP’ê li ser bingehê şerê stratejîk ê şoreşgerî em di nav berxwedana giştî ya azadiyê û demokrasiyê de bûn.

Di nav vê çarçoweyê de sala 2012’ê ji destpêkê heya dawiyê bû sala şer û berxwedanê. Rêbertiya me li ber xwe da, gel li ber xwe da, girtiyên azadiyê li ber xwe da, siyaseta demokratîk li ber xwe da, gerîla li ber xwe da. Gelê kurd ji het salî bigirin heya bi heftê salî li çar parçeyan û li derî welat li hemberî zilma faşîzane ya AKP’ê û sepanînên jenosîdê kete nav berxwedana mezin a azadiyê. Helbet ev berxwedana ne bê berdêl bû. Şehîdên herî xwedî nirx ê dîroka têkoşîna xwe me dan. Hemûyan jî careke din bi hurmet bi bîr tînim. Sala 2012’ê di şexsê şehîdên azadiyê de, hemû şehîdên xwe em careke din bi bîr tînin, em sond dixwin ku armanca wan bi dest bixin. Lehengiyên herî mezin ên dîroka têkoşîna me vê salê çêbûn. Bi berxwedaniya lehengî êrîşên derî însanî ya dewleta komara Tirk û hikûmeta AKP’ê şkandin. Ya ku gelê kurd û têkoşîna azadiyê domdar dike û hêzdar dike ev berxwedan in.Sala 2012’ê careke din nîşan da ku berxwedan jiyan e, berxwedana serkeftin e. Ji bo gelê kurd, ji bo hebûn û azadiyê ji berxwedanê pê ve rêyeke din nîne. Her tişt bi berxwedana azadiyê û demokrasiyê tê afirandin, bi dest xistin. Li Kurdistanê hebû bi berxwedaniya mezin, bi berdêldayinê pêk tê. Dîroka têkoşîna me ev gelek caran nîşan daye û di sala 2012yê de bi hemû sotineriya xwe me careke din ev dît.

HEDEFA ÎMHA Û TESFIYE KIRINÊ YA AKP’Ê BIGIŞTÎ VALA DERKET

Dûran Kalkan wiha domand: “Em dikarin ji bo encamên tekoşînekî ew qas berfireh bi kurtasî wiha bibêjin: Ya yekem piştî hilbijartinên 12’ê Hezîranê, planên êrîşkirinê yên AKP’ê ku bi armanca tunekirina PKK’ê derketin holê, vale hatine derxistin û şkandin. Hikumeta AKP’ê, Serokwezîr û şêwirmendên wî digotin wê PKK heya Adara 2012’an biperçiqe û marjînal bibe. Hikumeta AKP’ê piştî hilbijartinên 12’ê Hezîranê planên şer yên li dijî PKK’ê li ser vî bingehî çêkirin. Li gorî vê li Îmraliyê li dijî Rêber Apo pêkûtî, îşkence, tecrîd bi rê ve birin. Di vê çarçoveyê de li kolana jî polîsên AKP’ê yên faşîst li ser gelê Kurd teror meşandin. Ji bo siyaseta demokratîk ya Kurd bê bandor û tesfiye bikin bi hemû zextan re rû bi rû hiştin. Operasyonên qirkirina siyasî bênavber zêde kirin û berdewam kirin. Artêş û polîs berdan gêrîlayan. Ev êrîş bi awayek har zivistanê jî dane domandin. Di encam de ne Adara 2012’an dawiya salê jî hat hêjan PKK li ser lingan e. Him jî ji her demê bêhtir bi hêz e. Niha her kes dibêje, “PKK yek ji aktorên siyasî yên herî dînamîk yê Rojhilata Navîn e.” Bandora wê ya li ser siyaseta Kurd kêm nebû, hêj zêdetir berfireh bû. Li Bakûrê Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê girseya PKK’ê kêm nebû, hêj zêdetir bû. PKK’ê tekoşîna ku li ser bingehê berxwedanê li dijî êrîşên faşîst yên komkujîwarî yên AKP’ê bi rê ve birî, Kurd hem di tekoşîna Rojhilata Navîn de anî rewşa aktorekî bihêz, hem jî di siyaseta Kurd de xwe gihand rewşa hêzekî dînamîk ya diyarker.

Helbet li hemberî vê hedefa AKP’ê ya îmhakirin û tesfiyekirina PKK’ê jî vale derket, bi ser neket. Ne tenê êrîşên ku bi dirêjahiya zivistanê bi rê ve birin, di encama êrîşên AKP’ê yên sala 2012’an yên bi armanca perçiqandin, îmha û tesfiyekirina PKK2ê jî bi ser neketin. Ne tenê îmha û tesfiyekirin, marjînalkirin û tecrîdkirin jî pêk nehat. Yanî planên AKP’ê hemû xirab bûn û bi ser neketin. Encama vê ye ku êdî dîtin siyaseta şer ku heya Îlona 2012’an jî berdewam kir bi ser neket û encam negirt, vê carê gotinên xwe guhertin û bi gotinên “dibe em careke din hevdîtinê bikin, dibe çêbibin jî” hwd, hewil didin polîtîkayên mijûlkirin û xapandinê bidin pêş. Ev tenê jî îfadeyekî aşkeraye ku, êrîşên şerê taybet yên topyekûn ên ku AKP’ê bi armanca îmhakirin û tesfiyekirina PKK’ê xistibûn rojevê biser neketine û vala hatine derxistin. Di rastiyê de ev bû îtîrafa windakirinê.

LI KURDISTANÊ RÊVEBERIYA DUALÎ DERKET HOLÊ

Ya duwemîn, çareseriya pirsgirêka Kurd ya li ser bingehê xweseriya demokratîk, bi berxwedana şerê gel yê şoreşgerî yê li Bakûrê Kurdistanê hatiye birêvebirin, astekî girîng qezenc kir. Bi rêjahiya salê hem bi berxwedana gêrîla û hem jî serhildanên gel, ev berxwedan berfireh bû û berdewam kir. Di berxwedana şerê gel yê şoreşgerî de jî kûrbûn û berfirehbûnek çêbû. Di encama vê de artêş hat rewşa ku nikare tevbigere û polîs jî weke berê zextan neke. Her çendî ku tişta hate armanckirin pêk nehat jî, bi berxwedana şerê gel yê şoregşerî li beşek girîng yê Kurdistanê rêveberiya dualî derxist holê. Li Botanê, Zagrosê, ji Amed heya Dêrsimê li gelek qadan, dewlet û gel rêveberî parve kir. Li hinek qadan ev rêveberî wekhev bû, li hinek qadan rêveberiya gel hîn zêdetir bi bandor bû, li hinek cihên ku zexta dewletê lê zêde bû êdî bûne cihê ku mirov bikarin lê bijîn. Her çendî ku hêjan tam negihiştiye encamê jî, li ser bingeha vê berxwedanê di çareserkirina pirsgirêka Kurd ya di xweseriya demokratîk de pêngavek girîng bû. Îro li gelek qadên Kurdistanê rêveberî ji aliyê xwerêvebirinê ya demokratîk ya gel û dewletê ve tê parvekirin û hikum berdewam dike. Bêgûman ev bi vê asta heyî rewşekî nû ye, pêşketinekî girîng îfade dike. Ev rastiya ku bi van encaman derketiye holê çespandiye ku, ger li ser bingehê berxwedana şerê gel yê şoreşgerî peywirên tekoşînê bi awayek serkeftî bêne birêvebirin, mimkûne ku pirsgirêka Kurd bi xwesertiya demokratîk bê çareserkirin. Gelê Kurd dikare çareseriya xwe bi hêz û berxwedana xwe pêk bîne. Berxwedana şerê gel yê şoreşgerî yê sala 2012’an ev rastî bi awayekî pir aşkera nîşanî me da. Piştrast kir ku ev yek mimkûn e. Ev jî weke qezenc û pêşketinekî mezin ya sala 2012’an e.

Ya sêyemîn jî pêwîst e em li ser encama berxwedana zindanan rawestîn. Li Kurdistanê di pêvajoya fînalê de tê zanîn ku, şiara bingehîn ya tekoşînê “Ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statû” ye. Li ser vî bingehî gel û gêrîla berxweda, siyaseta demokratîk berxwe da. Herî dawî 12’ê Îlonê girtiyên azad yên li zindanan di rasteka vê de çalakiyekî mezin ya greva birçîbûnê bi rê ve birin. Xwedî li encamên ku bi berxwedana gêrîla û gel derketine holê derketin û xwestin bigehînin astekî hîn jortir. Encama greva birçîbûnê ya 68 rojan, birastî jî serketinekî nû û îdeolojîk ya dîrokî bû, rastiya vê nayê nîqaşkirin. Careke din xeta berxwedana zindanan ya PKK’ê li dijî rejima faşîst ya mêtînger bi ser ket û encam girt. Berxwedana zindanan bi awayek serkeftî armanca “Ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statû” di serî de gihand raya giştî ya Tirkiyeyê û hemû raya giştî ya navnetewî û her wiha da pejirandin. Her kes xwedî li berxwedana zindanan derket. Ne tenê di aliyê mirovahî de, di aliyê “Ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statû” de jî raya giştî ya Tirkiyeyê û ya navnetewî xwedî li berxwedana zindanan derket; yanî armancên wan rast dîtin. Bi vî awayî “Ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statû” ji aliyê raya giştî ve hatiye qebûl kiri. Ev jî tê wateya hem di aliyê fikir û hem jî di aliyê îdeolojîk de gihaye armanca xwe. Ya dimîne dagirtina nava wê ye; pêngav bi pêngav bipartîkê pêşxistine. Çawa k udi 12’ê Îlona sala 1982’an li dijî rejima faşîst li zindana Amedê serkeftinek îdeolojîk hate qezenc kirin, serkeftina îdeolojîk ya di Cotmeh-Mijdara 2012’an ya li dijî faşîzma AKP’ê jî pênaseya pêşketina pêvajoyekî nû dike. Armanca PKK’ê ya “Ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statû” ku daye pêşiya xwe, bi awayek aşkera xuya dike ku dê di pratîkê de pêk bê.

AKP’Ê SALA 2012 XIRAB WINDA KIR

Ya çaremîn jî pêwîst e mirov pêşveçûnên şoreşgerî yên li Rojavayê Kurdistanê binirxîne. Em ji vê re dibêjin şoreşa 19’ê Tîrmehê. Bi rastî jî tu kesekê texmîn nedikir ku dê pêşveçûnekî wisan çêbibe. Pêşveçûnekî şoreşgerî ku gelê Rojavayê Kurdistanê matmayî hişt, di şert û mercên guncaw de bi awayek bi heybet çêbû. Rojavayê Kurdistanê ev pênc mehe ne tenê li Kurdistanê li tevahî cîhanê herêma herî azad e. Gel li ser vî bingehî jiyana xwe ya azad û demokratîk birêxistin dike, qedera xwe xistine destê xwe de. Şoreşa azadiya Rojavayê Kurdistanê li aliyekê bûye hêza hemû şoreşa Kurdistanê, çareseriya pirsgirêka Kurd û li aliyekî din jî bûye hêza herî qayîm, keleh û rolê pêşeng yê şoreşa demokratîk ya li Sûriyeyê. Li Rojavayê Kurdistanê çareseriya pirsgirêka Kurd ya di xweseriya demokratîk de pêngav bi pêngav bi avakirina konfederalîzma demokratîk tê hûnandin. Ev jî dê bibe pêşketinekî herî mezin û mayînde ya sala 2012’an ku bandora wê li salan belav bibe.

Weke encam ev pêşketin didin diyarkirin ku, sala 2012’an di rêya çareseriya pirsgirêka Kurd ya di xweseriya demokratîk de pêşketinên mezin çêbûne. Her çendî ku weke hate armanckirin çênebû jî, di asta ku me di xwest de pêk nehat jî, her çendî em pêşketinên niha heyî bes nebînin jî, di sala 2012’an de bêgûman di şoreşa azadiya gelê Kurd de pêngavên bingehîn û mayînde hatin avêtin. Bi vî awayî qezenca herî mezin ya sala 2012’an gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd e. Li ber çav e ku êrîşên faşîst û komkujîwarî hatin şkandin, vale derxistin û her wiha hikumeta AKP’ê winda kir û di dîroka xwe de ket demekî herî tengav û tengezar. Ji ber vê sedemê mirov dikare wiha bêje; Hikumeta AKP’ê di sala 2012’an de pir xirab winda kir. Ji ber sedemê xwe zêde mezinkirinê, nêzîkatiyekî xwe di neynikek mezin de dîtin û girêdayî vê polîtîkayên xelet AKP ber bi van encamên xirab ve bir. Li hemberî vê di sala 2012’an de qezencên herî mezin gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd e. Encamên ku me pênase kirin, van rastiyên ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê û asta şerê gel yê şoreşgerî ku pêşdîtina çareseriya pirsgirêka Kurd ya demokratîk kir, bi armanca “Ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statû” li Bakûrê Kurdistanê hate destpêkirin, vê rastiyê bi awayek pir zelal nîşan dide.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan wiha got: “Di vê nûqteyê de du tedbîrên AKP li hemberî PKK’ê hene. Yek leşkerên bi pere û profesyonel e. Yanî artêşa xwe ya ku êdî baweriya wê pê nemaye, şûnde dikişîne û leşkerên bi pere dike şûna wan. Pereyan belav dike. Soza pere didin mirovan û tevli şer dikin. Armanca şer ew e ku zêdetir pere bidest bixe. Ji ber ku armancek din nemaye. AKP bi armancek din ciwanên Tikriyeyê bi ser kurdan bi ser ciwanên kurde dibe. Wêjeya netew-welat êdî vala derketiye. Gotinên wan yên der barê têkoşîna li hemberî terorê de bê wate mane. Wêjeya wan ya terorîstbûnê rezîl û riswa bûye. Civaka tirk êdî ji gotinên hikûmetê bawer nake. Jê dûr e. Ji ber vê jî bi wêjeya netew- welat êdî nikare artêşê bişîne ser kurdan. Ne hêsan e. Ji ber vê êdî kes naxwaze biçe leşkeriyê. Niha jî dixwaze vê yekê bi pere û maaşê bike. Dibêje tu çiqas bikujî evqas per e. Canê mirovan bi pereyan digirin. Asta ahlaqê AKP’ê eve. Wijdana wan ev e.

Tedbîra din jî hêza teknîkî ye. Şerê ku bi mirovan nekare bimeşîne bi teknîkê dimeşîne. Ji ber vê jî Tirkiyeyê hemû derfetên xwe seferber kiriye. Butçeya jisedî 75 ji bo şer hatiye veqetandin. Ji bo şer amûrên teknîkî dikirin. Tenê butçeyek heye ew jî bo şer hatiye veqetandin. Divê ev baş bê dîtin. Serokwezîr û Wezîrê Derve li hemû cîhanê digere, li ku derê amûreke şer a bi bandor dibîne û li hemberî gelê kurd bi kar tîne.”

TENÊ BI TEKNÎKÊ SERKEFTIN PÊK NAYÊ

Kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 2012’an de şerê artêşa tirk bi du hêmayan meşiya. Bê guman rola teknîkê di şer de girîng e. Di navbera taktîk û teknîkê de têkilyên girîng hene. Yanî bandora şerê bi teknîkî heye. Lê her tişt ne teknîk e. Fermandar, şervan girîng e. Teknîk çi dibe bila bibe yê ku bi kar bîne mirov e. Ji ber vê qedera şer mirov diyar dike. Yanî bi teknîkê serkeftin ne mumkune, tenê teknîk têr nake.

Me pratîka artêşa bi pere jî dît. Di 2012’an de hemû leşkerên bi pere bûn. Li hemû eniyên şer ew hene. Li Çewlîk, Zagro û Botanê bi dehan wendahî dan. Li dijî gerîla têk çûn. Li Şemzînan, Oramar, Çelê û Elkê, Dêrsîm, Serhet û Mêrdînê têk çûn. Artêş wan a bi pere têk çû. Hikûmetê bi pere û prîman wan teşvîk dike. lê bila ev bê zanîn ku her ku maaş zêde bide dê şer gurtir bibe. Hin aliyên nîjad perest hen. Hem bûne general û hem jî serbaz. Bi pereyan hatine girtin. Hewldanên wan hene. Ev alî êrîşê gel dikin êrîşê ciwanan dikin. Aliyên din yên mezin jî bi teknîkê xwe diparêzin, maaşa xwe digirin. yanî rêveberiya jor leşkeran dişîne operasyonê. Rêveberiya jor ji bo bi PKK’ê re nê rû hev her tiştî dike. digotin dê heta adara 2012’an PKK’ê biqedînin. Lê nebû. Dê havînê biqedana nebû. Niha bihêlin qedandinê, difirkirin ku çawa şer rawestînin.

BERXWEDANA ZINDANA NE TENÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BÛ BERIYA VÊ HEYE

Kalkan diyar kir ku girtiyên girtîgehên Tirkiyeyê 68 rojan berxweda û got ew çalakiya wan silav dikin û wiah got: “Dîsa ji bo azadiya Rêber Apo li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyê welat gelek çalakî pêk tên. ez hemûyan silav dikim. Serkeftinê dixwazim. Di 2012’ande tenê gerîla tênekoşiya. Gerîla hêza pêşeng bû, lê gel, ciwan, zarok û jinan rolek girîng lîst. Herî zêde jî Rêber Apo berxwe da. Siyaseta demokratîk berxweda. Ligel hemû zext û zordariyan paşve gav navêt. Her roj li ser piya bûn. Her yek bû şervanên azadiyê. Gel berxweda. Li derveyê welat gelê kurd berxweda. Li girtîgehan girtiyan berxweda. Gerîla pêşengê wan bû. lê gel têkoşînek mezin da.

Di 2012’an de hedefa mezin azadiya Rêber Apo û statuya Kurdisatanê bû. Berxwedana topyekun pêk hat. Li dijî faşîzma AKP’ê berxwedana topyekun pêk hat. Di dawiya sala 2012’an de bi çalakiya girtiyên azadiyê ya greva birçîbûnê encamek mezin hat bidestxistin û bi ser ketin. Berxwedana zindanan bê guman ne greva birçîbûnê ya 12’ê îlonê bû. ji 12’ê îlonê şûnde berxwedana greva birçîbûnê ya 68 rojan berdewam kir bû fînala pêla berxwedana sêyemîn zindanê ya PKK’ê. Ev berxwedaneke mezin ya li dijî opersyonê qirkirinê ya di 14’ê nîsana 2009’an de hatibû destpêkirin bû. Li dijî îşkence, girtin û parçekirina AKP’ê bû. Ev 4 sal e ev berxwedan didome.

Girtiyan ji bo xwedî li berxwedana gel, gerîla û Rêvertiyê derkeve ketin grevê. Bi lehengiyek mezin berxwedan berdewam kirin. Bi ruhê Mazluman, Kemalan, Hayriyan, Aliyan û Ferhatan dest bi çalakiyê kirin. Biryara xwe ya berxwedanê careke di nîşanê dost û dijmin da. Hedefên xwe bi hemû rayagiştî ya cihanê û Tirkiyeyê da bihistin.

Di vî alî de sala 2012’an bû sala berxwedana zindanan. Di zindanê de wekê sala 1982’an piştî 30 salan şûnde dîsa berxwedan û qezencek mezin hat bidestxistin. Armanc û ruhê berxwedana Mazluman, Kemalan dîsa derxistin holê.”

ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ Û KURDÊN DERVEYÊ WELAT LI BER XWE DAN

Kalkan da zanîn ku li çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat çalakiyên gelek dewlemend hatin lidarxistin û wiha got: “Ez van çalakiyan silav dikim. Ev çalakî xeleka esas ya têkoşînê îfade dike. dibin parçeyên serhildanên gel yên demokratîk a kurd. Mezinbûn û biçûkbûna wan ne girîng e. Ji biçûkê wan bigirin heta mezinan hemû bûne yek û ji bo azadiya gel û demokrasiyê têkoşiyane. Li Bakûr berxwedaneke bêhempa hebû. Li dijî terora faşîzan a AKP’ê paşve gav nehat avêtin. Heta dawiyê bo azadiya Rêber Apo li ber xwe dan. Mîtîng pêk anîn, ketin grevê, meş li dar xistin çalakî pêk anî. Li şehîdên xwe xwedî derktin.

Li Rojavayê Kurdistanê de jî di 19’ê tîrmehê de şoreş pêk hat. Vê şoreşê piştevaniyek mezin daye têkoşîna ji Rêber Apo re azadî. Gelê me yê Başûr, Rojhilat, Rojava , Bakur û Ewropayê bûn seferber.

Encamên 2012’an pir zelal nîşan dide ku ger em kampanyaya ‘ ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statu’ zêdetir belav bikin dê teqez bigihêje encamê.”

PERGALA ÎMRALI TÊK ÇÛ YA MAYE POLÎTÎKAYA ZILMÊ YE

Kalkan bal kişand ser îşkenceya Îmraliyê û diyar kir ku 14 salê xwe temam kiriye. Kalkan wiha got: “Di sibatê de dikeve 15 salan. Ev 14 sala Rêber Apo di bin îşkecê de ye. Li ser gelê kurd jî îşkence tê meşandin. Ev zilmeke wehşî ye. Ez zilm dê rojekê wan jî bişewitîne. Divê her kes vê bizane. Ev zilma 14 salan nayê qebûlkirin. Ev kes rêberê gelekî ye. Îradeya gelekî ye. Di şexsê wî de li gel jî tê kirin. Rêber Apo ev 515 roj e hevdîtinên bi parêzerên xwe re nake. Kes nikare biçe hevdîtinê. Zilmek wisa di dema Fîrewn de jî tune bû. Di dema Nemrutan de jî tune bû. Ev ji aliyê tu wijdan û ehlaqî ve nayê qebûlkirin. Dê rûyê wan reş bibe. Li aliyê din ev pêkanînên 14 salan nîşan daye ku pergala îşkenceya Îmraliyê têk çûye. Hedefa wan ew bû ku Rêber Apo ji gel qut bike û PKK tasfiye bike. Ev plan di 14 salan de bi dehan carî têk çû.”

NIKARIN BI ÎŞKENCE Û TECRÎDÊ RÊBER APO ASTENG BIKIN

Kalkan wiha pê de çû: “Di van 14 salan de helwest û sekna Rêbere Apo gelek girîng bû. sekn û helwesta Rêber Apo pir baş dide xuyakirin ku pergal Îmrali têk çûye. Êdî bi tecrîd û îşkenceya îmraliyê nIkarin PKK, Gelê Kurd û Rêber Apo bidin sekinandin. Êdî Rêber Apo naxwaze bi pergala Îmraliyê bijî. Gelê kurd naxwaze bi pergala îmrali bijî, mirovahî naxwaze bijî. Têk çûye. Parçe bûye. Bûye lekeyeke reş. Lê heta ev leke ranebe çareseriya demokratîk jî pêk nayê. Dê ne şer bi dawî bibe, ne pirsgirêka kurd çareser bibe, ne jî Tirkiye demokratîk bibe û ne jî Tirkiye li Rojhilata Navîn bibe welatekî demokratîk. Heta pergal Îmrali bimeşe dê ev berovajî pêk bê. Ger ev pergal di 2013’an de bidome, bê guman dê neçareserî jî bidome. Ev jî tê wateya şerekî dijwartir û kûrtir. Ev jî zêdebûna zilm û zextan e.”

GER SÎSTEMA ÎMRALI BIDO DÊ ŞER DIJWATIR BIBE

Kalkan da zanîn ku ew wekE tevger û gel naxwazin saniyekê bi sîstema Îmrali re bijîn û got: “Em ji bilî azadiya Apo tu jiyanê qebûl nakin. Ligel evqas hişyarî û hewldanan ger dawî li vê neynin dê gelê kurd di 2013’an de ji 7’an heta 70’ê rabin ser piyan û bikevin nava berxwedana topyekun. Ji bilî vê helwestê bila tu kes ji gelê kurd tiştekî nexwaze. Divê sebra gelê kurd zêde nedin zorê. Heta niha gelek caran hişyarî kirin. Di sînorên têkoşîna demokratîk de man. lê ger vê makîneya zilmê bidomînin û israr bikin , kurd jî dê hêza xwe ya berxwedanê, potansiyela xwe derxin holê. Aliyên berxwedanê dê zêde bibe, rêbaz û amûr dê cuda bin. Gelê kurd dê li dijî evqas heqaret û zilmê bê deng nemîne. Sînorekî vê heye. Gelê kurd hatiye asteke wisa. Dixwaze ev pergala îşkencê bi dawî bibe. Ger ev ranebe, dê gelê kurd teqez bersivê bidin.

Heta ku dikarin bila bêjin kurd terorê dike, wehşetê dike. Tundiya herî mezin li Îmrali pêk tê. Terora herî mezin li wir pêk tê. Li ser gelê kurd qirkirinê pêk tînin. Ji ber vê êdî ev sûcdarî ji bo kurdan tu wateya wê nîne. Berovajî vê divê her kes bizane ku hêrsa gelê kurd zêde dibe, bertek zêde dibe. Divê her kes vê wisa bizane. Ger ev sîstema îşkenceyê di 2013’ande bidome, berxwedan û têkoşîna kurdan jî divê her kes bibîne, fêm bike. Ji bo kurdan jiyaneke din tune. Sebra wan nemaye. Sînorekî wan jî heye. Ger daxwaz neyên bicihanîn dê her cureyê çalakiyê pêk bînin. Hêza wan heye. Ji ber vê jî dê di 2013’an de pergala Îmraliyê parçe parçe bikin û azadiya Rêber Apo bînin. Ji bilî vê tu hedefa gelê kurd tune. Ji bilî vê tiştekî qebûl nakin.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî