1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kalkan: Pakêt pakêta frenkirinê ye
Kalkan: Pakêt pakêta frenkirinê ye,kalkan,pakêt,pakêta,frenkirinê,ye

Kalkan: Pakêt pakêta frenkirinê ye

A+ A-

BRÜKSEL 05.10.2013 07:15:49 Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan der barê mijara pakêta demokratîkbûnê ya ku AKP’ê weşan de nirxandin kir û da zanîn ku pakêt, pakêta firenkirina demokratîkbûnê ye. Kalkan da zanîn ku AKP ji ber sedema hilbijartinên 2014'an di nava taktîka mijulkirinê de ye.

Duran Kalkan di mijara pakêta demokratîkbûnê de roja duşema borî ji aliyê serokwezîrê Tirk Recep Tayîn Erdogan ve hat aşkerakirin de, ji bernameya Sêla Sor ya di Stêrk TV de weşanê dike, nirxandin kir.

Kalkan diyar kir ku piştî aşkerakirina pakêtê beşeke mezin a civakê bertek nîşand a û tu kesî xwe di vê pakê tê de nedît, pakêt pakêtê mijulkirinê ye. Kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmeta AKP’ê bi pakêta ku mijara gotinê ye, re dixwaze heta hilbijartinên 2014’an de pêvajoyê xera neke û hem jî ligel vê dixwaze di çareseriya pirsgirêka kurdan de pêngavê navêje. Ev pakêt, pakêta hilbijartinê ye. Di esasa xwe de pakêta demokratîkbûnê nîne. Danezanên hilbijartinên tên weşandin. Ev pakêt di esasa xwe de ji bo hilbijartinên herêmî hatiye weşandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Newrozê re pêvajoyek da destpêkirin û danî ku holê demildest hewcedariya Tirkiyeyê bi demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêka kurd heye. Lê pakêta ku AKP’ê aşkerakirye, pakêtê frenkirinê ye. Demokratîbûn tê frenkirin.

DEMOKRATÎKBÛN TÊ FRENKIRIN

Kalkan wiha pê de çû: “Mirov karin behsa du armanca bikin. Du rola dilîze. Yek bi vê propagandaya hilbijartinê dike, dixwaze hilbijartinan qezec bike. Ya duyemîn hewcedarî bi demokratîkbûnê, çareseriya pirsgirêka kurd heye, bi van pakêntên mijulkirinê van hewcedariyan fren dike. Dixwaze civakê bixapîne. Lê dibêje evqas dibe û hewl dide gelek aliyan bi vê bide bawerkirin. Bi vî awayî pêvajoya demokratîkbûnê fren dike. Ev pakêt nîşan dike ku hewcedariya Tirkiyeyê bi guherîneke cidî heye. Pêngavên demokratîkbûnê parçeyeke girîng yê pêngava duyemîn ya pêvajoya aştiyê ye. Bi vî awayî AKP dixwaze pêvajoyê sabote dike.

ERDODAN WEK ÎNONUYE

Kalkan di berdewamiya nirxandinên xwe de got pakêta Erdogan yek alî hatiye amadekirin û bi tu kesî re di pêvajoya amadekariyê de diyalog pêk neaniye. Kalkan wiha pê de çû: “Tayyîp Erdogan herî zêde li dijî polîtîkayên CHP’ê dertê. Kemalîzmê rexne dike. Rêgeza Kemalîzmê, dibêje her tiştî ez baş dizanim, ez baş dikim. Niha herî baş Erdogan vê dike. Tayîp Erdogan tu dibêjî qey ji difina Îsmet Înonu ketiye.

Li Tirkiyeyê divê pakêteke demokratîkbûnê ya ku her aliyê civakê dihundirîne bê pêşxistin û divê her kes di vî warî de têkoşîna demokrastiyê pêşve bibe.

PIRSGIRÊKA KURD MIFTEYA ÇARESERIYA HEMÛ PIRSGIRÊKANE

Kalkan bi lêv kir ku pêvajo ji aliyê AKP’ê ve hatiye xitimandin û her tişt bi desthilatdarî û dengan ve girêdaye û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji hilbijartinan û dengan girîngtire. Ligel hemû xitimandinan gelê kurd dê têkoşîna xwe berdewam bike. Van rêbazên têkoşînê dê AKP diyar bike û ligel hemû astengiyên AKP’ê emê berxwe bidin. Em dê hilbijartinên erzan bi AKP’ê nedin qezenckirin.

AGIRBEST WEK BERÊ NE BI HÊZ

Kalkan balkişand ser rawestandina biryara vekişînê û wiha got: “Li dijî helwesta AKP’ê ya li pêş demokratîkbûnê ev tedbîrek şoreşger bû. Ger pêkanînên AKP’ê yên mijulkirinê bidomin, amadekariya şer bidome, li dijî çalakiyê demokratîkbûnê terora dewletê zêde bibe, agirbest dê rabe. Yanî ji PKK’ê re agirbest, ji AKP’ê re her cureyê êrîşê. Divê mirov biaqil bin.

Niha rewşa heyî agirbestê bi hêz nake, agirbestê qels dike. AKP heta dawiyê piştgiriyê dide çeteyê ku li Rojava êrîşê gel dike. Şer ne tenê li Bakur û Başur, li Rojava jî dimeşîne.