1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kalkan: Sûîqest parçeyek ji konsepta tasfkiyekirinê ye
Kalkan: Sûîqest parçeyek ji konsepta tasfkiyekirinê ye,kalkan,sûîqest,parçeyek,ji,konsepta,tasfkiyekirinê,ye

Kalkan: Sûîqest parçeyek ji konsepta tasfkiyekirinê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan ji bernameya Gundem a Nûçe TV re axivî û diyar kir ku li Parîsê qetilkirina yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez parçeyek ji konsepta tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.

A+ A-

Kalkan diyar kir ku dema ew hefteya borî tevlî bernameya Sêla Sor a Stêrk TV bûye, pirsa “Gelo PKK çekan deyne, bi ya we dê çi PKK’ê û gelê Kurd bikin” hatiye pirsîn û got: “Me bersiva vê yekê li Parîsê wergirt. Ev bûyera li Parîsê ji vê pirsê re bû bersiv.” Kalkan destnîşan kir ku ew di vê mijarê de êdî zelal bûne û got: “Ji ber vê jî bûyera li Parîsê ne bûyereke ji rêzê ye, têkiliya xwe bi pêvajoyê re heye, bi zanebûn, plankirî û parçeyek ji konsepta tasfiyekirinê ye.”

Kalkan xwest ev komkujî bi vî awayî were şîrovekirin û wiha axivî: “Hedefgirtina hevala me Sakîne bi temamî tê wateya vê yekê. Hin derdor hene bi hefteyan in dinivîsin. Her roj ewqas dibêjin rêveberên PKK’ê bikujin hema bêje êdî gilîz ji devê wan tê, xwîn ji pênûsên wan tên. Ji ber vê jî tişta ku van derdoran digotin bikin hatiye kirin. Ev êrîş yekser li dijî tevgera me, Rêbertiya me, hemûn û azadiya gelêl Kurd pêk hatiye.”

‘DIXWAZIN RÊVEBERIYA ME BIKIN HEDEF’

Dûran Kalkan destnîşan kir ku divê neyê gotin ku bi vê êrîşê tenê Sakîne Cansiz kirine hedef û got: “Wer dixuyê ku dixwazin bi van rêbazên kirêt yên tunekirin û tasfiyekirinê rêveberiya tevgera me bikin hedef û vê yekê bi vî awayî berdewam bikin. Li gorî vê planan xwe danîne. Ev yek xistine pratîkê. Dibe ku hewldanên wan ên berê jî hebin. Jixwe hin tişt dihatin gotin, dihat gotin ku li Qendîlê li hemberî Serokê Komseya me ya Rêveber planeke berfireh tê amadekirin. Jixwe vê yekê di çapemeniyê de dinivîsandin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku gelek wateyên hedefgirtina Sakîne Cansiz li Ewropayê hene û wiha axivî: “Di vê demê de li hemberî partî û Rêbertiya me êrîş hene. Xwestine bi vê êrîşê peyamekê bidin gelê me yê li Ewropayê dijî jî. Hêzên cûda ketine nava vê yekê. Ji ber wê jî girîng e ku ev bûyer were ronîkirin.”

Kalkan ku bal kişand ku ronîkirina vê sûîqestê dê ji çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêngaveke girîng be, wiha domand: “Heta ev bûyer neyên ronîkirin divê kesek nebêje dê pirsgirêka Kurd çareser bibe û Tirkiye dê demokratîk bibe. Ev bûyerek ewqas girîng û ciddî ye. Têkiliya xwe bi pêvajoyê re heye. Ji ber wê jî gelek girîng e ku bûyer were ronîkirin. Di vê mijarê de jî berpirsyartî ya dewleta Franseyê ye.”

DIVÊ FRANSE LI GORÎ DÎROKA XWE ROL BIGIRE

Kalkan diyar kir ku ger dewleta Franse dixwaze îddîaya xwe ya ku dibêje welatê wan landika demokrasiyê ye, bidomîne, divê vê bûyerê ronî bike, hêzên li pişt aşkere bike û kesên bûyer kirine peyda bike. Kalkan da zanîn ku bi vê yekê Franse dê hinek ji berpirsyartiyên xwe yên dîrokî yên li hemberî Kurdan rizgar bibe û destnîşan kir ku niha berpirsyartî li stuyê Fransê ye. Kalkan got: “Heta vê bûyerê aşkere neke, ev bûyer dê li stûyê wan be. Em ji rêveberiya Fransî dixwazin ku bi vî awayî tevbigere, ji bo di bin vê berpirsyartiyê de nemîne, divê bûyerê ronî bike. Em ê heta dawiyê bişopînin. Bûyer ne hema di carekê de jî hema ji ber xwe ve çêbûye.” Kalkan da zanîn ku cinayet bi awayeke gelekî profesyonel hatiye kirin û plankirî û berê hatiye amadekirin.

Dûran Kalkan ragihand ku armanca êrîşê tohildane, bi vî awayî xwestine tola xwe ji jinên Kurd, gelê Kurd û ji PKK’ê bigire û wiha domand: “Qaşo dixwazin bibizdînin, bitirsînin, pasîfîze bikin. Em vê yekê baş dizanin. Dixwazin konsepta tunekirinê bi awayeke din li hemberî tevgera me bidomînin.”

Dûran Kalkan daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Alîkarê Serokê AKP’ê yên hema piştî êrîşê wiha şîrove kir: “Xof û tirseke wiha, ya sucdariyê ye. Beriya her kesê, hîna tu kesî bûyerê nebihîstibû, wan daxuyanî dan. Ji ku agahî girtin, çima ewqas zû daxuyanî dan? Ev bûyer hê tam neketibû çapemeniya Kurdan jî lê çapemeniya alîgirê AKP’ê Zaman, Yenî Şafakê vê agahiyê ji ku girtin û gotin ku ev bûyereke navxweyî ya PKK’ê û bi vî awayî nivîsandin. Li vir psîkolojiyek a sucdariyê heye. Ev yek dixuyê. Wê demê hevkarên suc in. Daxuyaniya Huseyin Çelîk bi temamî xof û tirsa sucdartiyê ye.

Türk Başbakanı Recep Tayyip Erdoğan ve Hüseyin Çelik’in suikastlerin akabinde yaptığı açıklamaları ise Kalkan şöyle yorumladı: “Büyük bir telaşla, suçluluk telaşı ile ortaya atıldılar. Daha olayı hiç kimse duymadan, herhangi bir kimse açıklama yapmadan ilk açıklama yapanlar oldular. Nerden bilgi aldılar, niye o kadar erken açıklama yapma gereği duydular. Henüz olay Kürt basınına yansımadan AKP yandaşı basın Zaman, Yeni Şafak nereden öğrendi de bunun bir de PKK’nin iç meselesinden kaynaklı olay olduğuna hükmetti ve yazdı. Demek ki, bir suçluluk psikolojisi var. O yansıyor. O halde suçun ortağı durumundalar. Hüseyin Çelik’in yaklaşımlar tamamen bir suçlulunun, suçluluk telaşını yansıtıyor. Suç üstü yakalanan bir insanın suçu üzerinden atma girişimini ifade ediyor. Dizanin ku dest ji vê bûyerê nayê berdan, dê were lêkolînkirin û aşkerekirin. Bi vê yekê dixwazin pêşî li van hewldanan bigirin. Jixwe li ser vê yekê re jî dibêjin hevdîtinek dihat kirin. Serokwezîr bi xwe jî aşkere kir. Qaşo dibêje meclîs bi çareserkirina pirsgirêkê re mijûl dibe. Gelo ev ziman û islûb ê çareseriyê ye, nexêr.”

Kalkan destnîşan kir ku piştî daxuyaniya Huseyin Çelîk jixwe berpirsyartî dikeve ser wan û got: “Nizanim li pişt vê yekê hemû AKP an jî beşek a wê heye. Lê jixwe ev demeke ku gladioya kesk li dijî ciwanên Kurd komkujiya pêk tîne. Zîndana ji welatparêzên me yên Tirk tije dike. Niha jî li Ewropayê li cihek mîna Parîsê welatparêzên Kurd, jinên Kurd qetil dikin û evqas namerd û wehşî dibin. Em bi bûyereke wiha re rû bi rû ne. Divê helwesta AKP’ê zelal be. AKP niha di bin tohmetê de ye, niha berpirsyartiya komkujiya Parîsê li stûyê wê ye.”

Kalkan ku ragihand ku AKP çiqas berpirsê komkujiya Roboskî be, ewqas jî berpirsê komkujiya Parîsê ye, wiha dewam kir: “Gelê me, aliyên demokratîk vê bûyerê bi vî rengî fêm dikin. Ji ber vê jî dê li ser vî esasî nêzîk bibin û berpirs bigirin. Ger AKP’yiyên ku tiliya wan di vê bûyerê de tune bin bila derbikevin pêş. Divê kesên ku AKP’ê dixin bin vê tohmetê û li hemberî hin aliyên çapemeniyê bibin xwedî helwest. AKP’ya kûr di nava vî karî de ye. Jixwe hevparên wan hene. Ev bûyereke pir plankirî û rêxistinkirî ye. Têkiliya vê bûyerê bi pêvajoya aşitiyê ya ku Rêber Apo xwest pêş bixe re heye, dixwazin vê yekê sabote bikin.”

Kalkan diyar kir bihîstyariya li hemberî sûîqestên bi vî awayî gelek girîng e û xwest ku hêzên demokratîk dest ji pey vê bûyerê bernedin.

Kaklan diyar kir ku pirsgirêka Kurd û ronîkirina bûyerên weke komkujiya li Parîsê bi hev ve girêdayî ne û got: “Divê ev bûyer were ronîkirin û berpirsên wê bê aşkerekirin, heta ev nêzîkatî û hişmendiya polîtîk ji holê neyê rakirin ne pirsgirêka Kurd çareser dibe, en jî Tirkiye demokrat dibe.”

ANF NEWS AGENCY