1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Kampa Erbet; Çarenûsa di şevekê de - 1
Kampa Erbet; Çarenûsa di şevekê de - 1,kampa,erbet,çarenûsa,di,şevekê,de,1

Kampa Erbet; Çarenûsa di şevekê de - 1

A+ A-

GELAWÊJ EWRÎN/ROJNEWS

Kampa penaberan a Erbet çend kilometre dûrî bajarê Silêmaniyê ye. Du kampên mezin ên penaberên Şengal, Rojava û Erebên ji Mûsil û gelek bajarên Iraqê koçber bûne. Bi kîlometran rê meşiyane. Mirovên xwe, mal, cih û warên xwe di şevekê de bi cih hiştine û ling danîne ser rêyên ku qet nezanîne wê dawiya wê bigihêje kûderê. Di şevekê de hemû xewn, xeyal, nasname, erd, mal û mirovên xwe yan di nîvê rêyan de bicih hiştine yan jî qet nebirine serî û li şûnek ku hê jî nizanin kûye, bi şûnde hiştine. Ev çarenivîs di şevekê de bi serê wan hat.

Di şevekê de çarenûsa wan guherî û dema berbangê çavê xwe vekirin ji dengê qêrîna zarokan, tava dijwar, çola bê serûbinî û bê aviyê wêdetir tiştek nedîtin. Bi ya di şevekê de hatiye serê wan bawer nedikirin û heta niha jî bawer nakin li kûderê û çawa ewqas li erdê xwe dûr ketine.

Serabên ji çadiran wenda nedibûn berovajî rastiyek bi êş

Dema mirov nêzî 10 kîlometreyan ji Silêmaniyê dûr dikeve, digihêje bajarokê Erbetê. Erbet biçûke û tenê cadeyek wê ya sereke heye. Em ji nav derbas bûn, hewa pir germ bû wê rojê Silêmaniye pileya germê 41 hebû, ez wer texmîn dikim Erbet zêdetir bû. Ber bi êvarê ve me xwe gihande wir û pirsa kampên penaberan kir. Ji bo ketina kampê pêwîst bû me destûr ji hêzên asayîşê bigirta. Me destûra kampê bi derengî jî be wergirt û em ber bi seatên êvarê ve ketin ser rêya kampên penaberan. Çawa em ji Erbet derketin ji dûr ve bi hezaran çadirên spî, şîn û gewir li kêleka cadeyê rêz bibûn. Mirov bawer nedikir ewqas çadir hene, te digot qey serbên ji çadirane ku em bigihêjin wan wê wenda bibin. Lê em her ku nêz dibûn ew mezintir dibûn û wek rastiyek bi êş li pêş çavên me di germahiya bêhedar a havînê de şerê jiyanê dida. Di mêzekirina destpêkê de gotina herî destpêkê ku dikete bîra min ev bû; ‘Tu kes wek me li ser axa xwe koçber nîne.’

Em gihiştin kampa penaberan a Erbetê. Me maşîna xwe li ber derî da rawestandin. Di maşînê de em bendê man heta ku destûr bidin derbasî hundir bibin. Mirovên rûyê wan şewitî, zarokên pêxas, jinên ku bi laçikên reş rûyê xwe pêçandibûn. Dayikek zaroka wê di himbêzê de ew dibir derveyî kampê, ji bo bibe ser doxturekê. Zarok û ciwanên rûyê wan qelişî, westiyayî ji derveyî kampê dihatin. Piraniya wan karker bûn ku diçin Silêmaniyê û bajarokên derdora wê, ji bo debara jiyana xwe bikin. Hinek destvala û hinek jî poşetek reş di destê wan de, wer xuya bû tiştekî ji malbata xwe re dibin ji bo şevek jî be birsî nemînin di bin wan çadiran de, wek ku wan jî digot; ‘Heta sibê xwedê mezine!’ Û em ketin hundir.

‘Ava me nîne, germe, halê me ne ti hale’

Herî zêde hebûna zêde ya zarokan di wê kampê de bala mirovan dikişîne. Yên bi maşîna me re dihatin, yên destê xwe ji me re ba dikirin û dikeniyan û yên berê xwe ji me dizivirandin, ditirsiyan û ji wir dûr diketin. Kampa em çûnê piranî Erebên ji Mûsil û Ramadî bûn. Nîvê din ê kampê jî kurdên Êzidî yê Şengalê bûn. Me baş ew kamp nas nedikir. Ji xwe cihek wer nebû ku mirov adresa wê nas bike. Ji ber hemû çadir wek hev bûn ferqa wan tenê ew bû hinek spî, hinek şîn û hinek ji gewir bûn. Herçend ber bi êvarê ve seat nêzî 17:00’an jî bû, lê dîsa jî hilma çola zuha û bê av di nav rûyê mirov dida û nefes li mirovan dibirî. Tu carekê çav bi zarokên biçûk diketî ku pêxas ji xwe re li pey te dimeşiyan û rûyê wan ji ber tava dijwar qemitî bû. Em destpêkê ketin nav koçberên Ereb. Çawa em dîtin hemû ber bi me ve hatin. Herçend kurdî nedizanîn lê ji zarokên herî biçûk bigire heta mezinan, hemûyan bi hev re li ber kameraya me dest bi axaftinan kirin. Derdê xwe gotin ew jî bi kurdî; ‘Ava me nîne, germe, halê me ne ti hale!’ Wer xuya bû bi caran ev gotin kiribûn, lê qet kesî tu caran ew guhdar nekiribûn, dîsa jî bêwestan dubare dikirin.

Piştî çend rojan av ji wan re hatibû. Jinan rûyê xwe pêçabûn û bi bîdonan av ji tankeran dikşandin. Bi rûyê girtî û çavên tije gotin, carekê li me temaşe dikirin û derbas dibûn. Li derdora tankera avê deng û qelebalixiyek hebû ku qet me nekarî xwe bigihênin wir. Yên şer dikirin, yên kêfxweş bûn ku bîdonek av wergirtine û ji kameraya me re dikeniyan û derbas dibûn.

Hinek jin li ber tenûrê nan dipêjandin. Hem ji ber germaya tavê hem jî ji ber germahiya tenûrê rûyê xwe bi laçika xwe xweş pêçandibûn. Tiştek ji kamereya me re negotin, me tenê çend wêneyên wan kişand û ewqas.

Me xwe bi zorê ji nav penaberên Ereb derxist. Hemûyan dixwestin biaxivin û tiştekî bêjin. Xulase ewqas qelebalix bû ku te tiştek ji kesekî fam nedikir. Em jî ji xwe re şaş û matmayî mabûn û me li wan temaşe dikir. Zarokan li me temaşe dikirin û dikeniyan, lê ez bi zorê dikeniyam û min nedikarî di wê kêliyê de pêşiya kelegiriya xwe bigrim.

Taxa Êzidiyan, bêhna komkujiyê

Piştî wê qelebalixtiyê bi carekê me çend metreyekî wêdetir xwe di nav kolanên aram û bêndeng de dît. Me dema ji Ereban pirsî bi dest îşaret kirin û gotin; ‘Sincarî (Şengalî) li wî milî ne.’ Li nav kolanên kampa germ ku piştî tava xedar bêdeng xwe li ser hev de pêçabû bêhna komkujiyekî dihat. Ya herî destpêkê awirên zarokan bû ku hewil didan êşa xwe ya ku zilmek bû ji zarokatiya wan re li pişt kenên xwe veşêrin.

Li pêşiya komek ji çadiran ji xwe re herkesê hewşek çêkiribû. Hêjmarek jin li pêşiya hewşekê rûniştibûn, em pir germ pêşwazî kirin. Li gel pirsgirêka avê dîsa israr dikirin ku em av yan çayekî vexwin. Dayika bi navê Berxê Seydo Hisên bi me re axivî. Di nav toz û şertên zehmet de dîsa kefiya wê ya şînê vekirî bala mirov dikişand. Dayika Berxê dibêje: “Em nêzî 10 mehe hatine vir. Ji dema Ereb hatine vê kampê êdî erzaqên kêm didine me. Birincek pîsikî didine me. Tenê erzaqên hişk didin. Ava me pîse. Zarokên me ji xwe re erebanok çêkirine û diçin bi wan dikişînin. Xwîşk û biraziyên min hemû di destê DAIŞ’ê de ne, daxwaza min ya mezin ewe ku jinên me ji destê DAIŞ’ê werin derxistin. Em dixwazin hûn hawara me bigihênin ji bo ku em vegerin ser cih û warê xwe, vegerin Şengalê. Em li vir riziyan, havîn hatiye û tije dipûşk û mar hene. Em tenê dixwazin Şengal rizgar be û bes. DAIŞ’ê hemû bi xwe re birin.” Vê gotina dawî dibêje û çavên wê tije dibin û êdî nikare berdewam bike…

Em derbasî çadirek din dibin. Jin, kalek û neviyek wan tenê li wirin. Dayika ixtiyar di bin germahiyê de şîvê çêdike. Cihê xwarina wan biçûk û teng e. Li nav deriyê teng de rûniştî û xwarinê çêdike. Kefiya wê spî û rûyê wê li ber tavê qelişiye. Hema ji wê wêdetir kalek nêzî 70 salî, navê wî Heyder Salo ye. Berçavk li ber çav û hewil dide xwe di bin sîberê de star bike. Çavên wî dêşe ji ber germayê û sor bûne. Du dilopên ji bo çavan xistiye nav tasek ava sar, ji ber nebûna Cemedê neçar di nav avê de radigire ji bo berde çavên xwe.

Û dayê, ji gundê Sîbeha Şêx Xidirî yê Şengalê ye. Ew û neviyên wê û hevjînê wê bi tenê ne. Dibêje ewqas av bi milê xwe kişandine milê wan dêşe û wiha dibêje: “Em cemidîn, em germ bûn. Em zeîf ketin. Halê me perîşane. Em dixwazin tenê vegerin Şengalê. Herçend kevirê ji cihê xwe edilî êdî nakeve cihê xwe.

Jina bi navê Cemîle Xwedêda ji gundê Tilbinate. Hemû êşên xwe hewil dide di bin ken û carcaran henekên xwe de veşêre. Ji me re wiha dibêje: “Hewa germe, av û elektirkîka me nîne. Ez nikarim biçim avê, lingê min dêşe. Zarokên min avê dikişînin. Av hinek rojan nayên. Av qirêje, keça min bîrov di rûyê wê de çêbûye.” Û bi destê xwe nîşanî me dike.

Wêne: Rojbîn Ekîn-Karox Rewandûz

(rn/mo)